Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Piştî komkujiyê şahîdên berxwedanê (2)

Dosya Haber
Hezîran 23 / 2016


 

 
Rihê berxwedana Dayika Fatma di parka hatî vekirin de tê jîndin
 
Binevş Sarya/JINHA 
 
KOBANÊ - Li ser navê Fatma Bozana ku di komkujiya gundê Berxwedan de hatî qetilkirin park hat vekirin û ser navê mamoste Pervîn û Rodî jî pirtûkxwane. Gelê Kobanê ên ku li pirtûkxane û parkê tên gel hev rûhê berxwedanvanên komkujiyê didin jiyandin û wiha dibêjin, "Jiyana nû a ku xeyalê wê dikirin em ê înşa bikin."
 
Di 1.salvegera Komkujiya gundê Berxwedan de me serdana Parka Şehîd Fatma kir. Bi zêdebûna germa havînê re welatiyên Kobanê berê xwe didin parka Şehîd Fatma. Lê belê ew tenê ji bo ku bêhn bistînin, yan jî biskekê li bin darên şîn rûnin naçin parkê. Ew ji ber bêriya dayîka xwe Fatma dikin, kom bi kom zarok û mezin berê xwe didin wir. Di 25'ê Hezîrana 2015'an de Fatma Bozan li gundê Berxwedan di encamê êrîşê çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Fatma Bozan ku di nav welatiyên gund de wek "Dayika Fatma" dihat nasîn, ji aliyê welatiyan ve dihat heskirin. Dayika 7 zarokan Fatma hem di pêvajoya berxwedana Kobanê de hem jî di pêvajoya ji nûde înşakirina jiyanê pêşengî dikir. Dayika Fatma berî komkujiyê yek ji endamên Kongreya Star ya herî aktîf bû. Niha rûhê berxwedanê ya dayika Fatma di parkê hatî vekirin de tê jîndin. 
 
'Di lîsteyê komkujiyê ya DAIŞ'ê dayika Fatma hebû'
 
Hevala dayika Fatma yê têkoşînê Rewşen Berxo derbarê roja komkujiyê de wiha axivî, "Roja 25'ê Hezîranê sibê zû, dema em ji xewê rabûn me dît ku hinek kes bi cilên şervanên YPG'ê li wan deran in. Me got qey YPG'yîne. Ji ber wê em gelek xwezayî nêz bûn piştre dema hinekan xwestin ber bi wan ve herin, çeteyan li wan kesan reşandin û du kesên sivîl şehîd bûn. Me ferq kir ew ne ji me ne. Piştî wê êdî her kesî hewl da ku xwe biparêze. Di wê navberê de dayika Fatma jî li ber deriyê mala xwe kozik çêkir da ku zarokên xwe biparêze. Ji jinan re jî digot çawa xwe biparêzin. Ji xwe çeteyan berê jî navê Fatmayê kiribûn lîsta kesên ku werin qetilkirin. Ji her kesên pirsan wê dikirin. Ji ber dayika Fatma bênavber kar dikir. Ew qas digeriya û nedisekinî ku pêlavên wê diqetiya. Lê wê ta bi pêlava xwe girê dida û dîsa dikete tevgerê. Ji min re jî digot pêwîste em jin baş pêşengiya xebatê bikin."
 
'Jiyana nû a ku xeyalê wê dikirin em ê înşa bikin'
 
Rewşenê da zanîn ku wek Kongreyê Star ji bo bîranîna Dayika Fatma di 6'ê Gulanê de park vekirine û wiha domand, "Di vê parkê de 10 jin hem xizmeta parkê dikin hem jî ji paqijiyê wê berpirsyarin. Di bajar de dema gel bixwaze bêhna xwe vede, vir ciheke xweş û guncaw dibîne. Me di parkê de cihê ku zarok bileyîzin û jin bikaribin westandina xwe derbas bikin, çêkiriye. Ev park bi navê Dayika Fatma saz bûye. Wan li pey xwe ji me re jiyaneke nû hiştin, em ê xwedî li vê bîranînê derkevin. Jiyana nû a ku xeyalê wê dikirin em ê înşa bikin."
 
Ji heman malbatê 13 kes hatin qetilkirin
 
Di encama komkujiya 25'ê Hezîranê de ji malbata Osman Hesen û Ehmed Hesen; Rodî Hesen û hevjîna wî Perwîn Remo ku 20 roj beriya komkujiyê zewicîbûn, Ehmed Hesen û hevjîna wî Rêhan Remo, Gulîstan Hesen û dayîka wê Meryem Şêxî jî di nav de 13 kes hatin qetilkirin. Cîhan Remo ku xwîşka Rêhan Remo ye, niha xwarziyên xwe xwedî dike û hewl dide birînên wan yên kûr derman bike. Cîhanê diyar kir ku beriya komkujiya gundê Berxwedan pêk were, di 11'ê Mijdara 2013'an de teqînek nêzî avahiya Heyva Sor a Kurd pêk hatibû û got, "Di encama vê teqînê de Osman Hesen jiyana xwe ji dest da. Keça malê Şêrîn Hesen (Viyan Rustem) jî ku di nava refên YPJ'ê de şer dikir, di şerê li gundê Siftekê de li rojavayê Kobanê şehîd bû."
 
'Em ê kokê DAIŞ'ê bînin der'
 
Cîhanê anî ziman ku piştî komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê li Rojava pêk anîne ew derbasî bakûrê Kurdistanê bûne û wiha berdewam kir, "Piştî ku şer li Kantona Kobanê rawestiya û ji çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, careke din tevî malbatê em vegerîn Kobanê. Di komkujiyê de gelek sivîl hatin qetilkirin. Malbata min, xuşika min û hevjînê xwe jî bûn qurbaniyên vê komkujiyê. Tenê ji malbata her du birayan 9 kes xilas bûn. Wê demê ez li Bakûr bûm, dema ez pê hesiyam ku tiştek wiha çêbûye ez vegeriyam Kobanê, ji ber ku zarokên xwîşka min pir biçûk in min biryar da ku ez wan wekî zarokên xwe xwedî bikim. Di encama hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê de, gelek sivîlên bêguneh hatin qetilkirin, malbata min jî yek ji wan malbatên ku bi destên çeteyên bêexlaq û bêwijdan şehîd bûn. Ez pir bi dûrbûna wan êşiyam, lê tevî hemû êşa ku min kişand jî, ez careke din dibêjim çi dibe bila bibe ez ê zarokên xwîşka xwe xwedî bikim. Çeteyên DAÎŞ'ê nikarin bi kiryarên xwe yên kirêt vîna me têk bibin. Eger malbatek bi hovîtiya xwe qetilkirin, em ê bi berxwedana keç û xortên Kurdistanê tola wan hilînin û qirêjiya çeteyên DAÎŞ'ê ji kokê ve paqij bikin."
 
Xeyalê Rodî û Pervîn yê pirtûkxanê pêk hat
 
Mamoste Rodî û Perwîn ên ku berî komkujiyê zewicîne, tenê xeyalê wan pirtûkxaneyek vekirinbû. Piştî komkujiyê tevahî mamosteyên Kantonê hatin gel hev û xeyalê Rodî û Perwînê bi cih anîn û pirtûkxane ser navê wan li malê Rodî û Perwîn vekirin. Cîhanê bilêv kir ku pirtûkxane wek navenda zanistiyê tê bikar anîn û wiha pêde çû, "Niha gelek ciwan tên pirtûkxanê û pirtûk dixwînin. Her çiqas birînê dilê min kûrbe jî ji bo zarokan ez ê bi aweyek hêz ser piyan bim û têbikoşim. Bi qetilkirina me nikarin vîna me têk bibin û tune bikin."
 
Sibê: Fermandara YPJ'ê Sorxwîn Rojhilat komkujiya Kobanê dinirxîne
 
(hs/rc)