Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Piştî komkujiyê şahîdên berxwedanê (1)

Dosya Haber
Hezîran 22 / 2016


 

 
Ji bo jinên ku heya dawiyê guleyê xwe berxwedane sozê azadiyê
 
Binevş Sarya/JINHA
 
KOBANÊ - Çeteyên DAIŞ'ê yên ku li Kobanê têk çûn, di 25'ê Hezîrana 2015'an de gundê Berxwedan a Kobanê hedef girtin û bêy ku bêjin zarok, jin, ciwan û pîr 28 sivîl qetilkirin. Şahîdên ku di 1. salvegera komkujiyê de hem bal kişandin ser berxwedana jinan hem jî soza tolhildanê nûkirin.
 
Gundê Berxwedan 27 km. dûrî bajarê Kantonê ye û dikeve rojavayê bajar. 7 km. dûrî ava Firatê ye. Gundê ku niştecihên wê Kurdin, di 25'ê Hezîrana 2016'an de ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve rastî êrîşên hovane hat û ji gelê gund 28 kes hatin qetilkirin. Jinên ku dayîk, hevjîn û nasên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û şahîdiya bûyerê kirine bi boneyê 1. salvegera komkujî vegotin. Gundê Berxibatan 54 kes ji şoreşa Rojava re cangorî kiriye û ji ber vê sedemê niha navê wê kirine gundê 'Berxwedan'. Gundê Berxwedan ku ji 80'ê malan pêk tê, di dema komkujiya 25'ê Hezîranê de hinek ji malbat bi giştî hatine qetilkirin. Niha deriyên gelek malan hatiye giritin û êdî kes tê de najî. Di komkujiyê de bi giştî 28 ku ji wan 14 jin, 5 zarok û 6 mêr bûn, bi awayên herî hovane hatin qetilkirin. 
 
'Ji bo ez bimrim min av vexwar'
 
Zozan Mihemed a ku di komkujiyê de bi 7 guleyan birîndar dibe wiha qala roja bûyerê kir, "Serê sibê zû bû, seat derdora 4'an bû ku DAIŞ ket nava gundê me. Me dema denge guleyan bihîst wer hesiband ku hevalên YPG/YPJ bajarokê Sirînê rizgar kirine û ji ber vê gel bi avêtina guleyan kêfxweşiya xwe tîne ziman. Ji ber wê em gelek kêfxweş bûn û em rabûn ji bo ber bi wan ve herin. Lê dema ku em rabûn, wan gule li me reşandin. Ez di destpêkê bi parçeyên bombeyê birîndar bûm. Paşê jî li me gule reşandin. 7 gule li min ketin. Xwesiya min û zarokên malê yên ku li wir hemû birîndar bûn. Paşê xwesî û xwezûrê min şehîd bûn. Berê ji me re digotin ger birîndar av vexwe wê bimre! min jî ev dizanibû, lê ji bo bi saxî nekevim destên DAIŞ'ê min çend kase av vexwar. Dîsa jî ez nemirim. Em bi wî rewşa birîndar man heta 10'ê nîvro. Paşê hevalên YPG/YPJ gihîştin û birîndar rakirin. Kesên jiyana xwe ji dest dabûn ligel hev li Bakûrê gund hatin veşartin. Hejmarên şehîdên me pir bû, lê ger gundiyan li berxwe nedabûna, wê gundî bi temamî şehîd bibûna. Gundiyan parastina xwe kirin, ji ber vê çeteyan nekarîn me tev qetilbikin."
 
'Em ji bo paşîvê rabibûn, li bendê nimêjê bûn'
 
Medîne Bihadîn ku hevjîn û keça wê di komkujiyê de tê qetilkirin, bûyera dilêş wiha anî ziman, "Meha Remezanê bû, serê sibehê zû em ji bo paşîvê rabibûn û li bendê bûn ku nivêj bikin. Jixwe hîna dinê tarî bû. Carekê me dît ku 8 wesayîtên ku farên (lampeyên) wesayîtên xwe vemirandibûn bi veşartî diçin bi aliyê bajêr ve. Dema me dît ku bi dizî diçin, hema hevjînê min rabû ji boyî asayişê agahidar bike ber bi asayişê ve bazda. Heya gihîşt wan çete benda kontolê derbas kirin û ji wir dûr ketin. Di wê navberê de 4 wesayît bi hev re jî ji milê başûr ve ketin nava gund û desti bi komkujiyê kirin." 
 
'Keça min heya guleyê dawî li ber xwe da'
 
Medîne wiha berdewam kir, "Kurê min gelek piçûk bû, min xwest ku wî bibim mala tiyê xwe. Dema ez çûm min dît ku keça min nehatiye. Ez li paş xwe zivirîm min dît ku keça min Jiyan ku endama Asayişê bû bi çeka bavê xwe parastina me dike. Paşê dema min xwest bizivirim gel wê, êdî çeteyan firset nedan ku ez bizivirim. Ez, hevjîna tiyê min û çend jinên din hemû birîndar bûn. Me nedikarî xwe bigihînin hevdû. Jiyan jî heta ku guleyê wê hebû li ber xwe da, piştî ku guleyê wê qediyan ew jî jiyana xwe ji dest da. Hevjînê min Mistefa dema dizivirî gundi di rê de hate qetilkirin. Piştî ku hevalên YPG/YPJ gihîştin me, bi alîkariya wan DAIŞ'ê ji gund hate derxistin." 
 
'DAIŞ'ê gundê me bi zanabûn hedef girt'
 
Xunav Mihemed a ku dayîka wê di komkujiyê de hate qetilkirin diyar kir ku berî komkujiyê gelek ciwan ji gundê wan tevlî berxwedana Kobanê bûne. Xunavê destnîşan kir ku DAIŞ'ê bi zanabûn gundê wan hedef girtiye û wiha pêde çû, "Gundekê me tevd welatparêzbûn û ji zû ve bi tevgera azadiya Kurd re xebat dide meşandin. Beriya Tevgera Azadiya Kurd jî gundê me bi partiyên Kurdan ên din re kar dikir. Lê piştî hatina Rêber Apo gund hemû bi Hereketa Azadiyê ve hate girêdan. Di dema şoreşê de jî herkes tevlî şoreşê bû. Di roja komkujiyê de ne tenê li gundê me, li hemû deverên Kobanê, komkujî pêk hatin. Ji gundê me jî pir şehîd hebûn ku yek ji wan jî dayîka min e. Dayika min dema bi êrîşê hesiya xwest agahî bide mala kalikê min. Hîna negihîştibû wê derê di nîviya rê de şehîd bû. Dayîka min pir bandor bû, ji min re hem dayîk hem jî bav bû, heval bû. Pir dixwest em tev bixwînin û pêşeroja me ronî be. Em du xwîşk û birayek in. Em dişand dibistanên herî dûr ji bo fêrî xwendin bibin. Ez ne roja komkujiyê û ne jî dayika xwe qet ji bîr nakim."
 
'Divê her jin bikaribe xwe biparêze' 
 
Endama Asayîşa Gel a Kobanê Berfîn Mihemed a ku bi xwe jî ji gundê Berxwedanê ye, tevahî kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got, "Beriya komkujiyê bi 3'ê rojan ez ji Hemleya Şehîd Rûbar ku di encamê de Girê Spî azad bibû û Kantonên Kobanê û Cizîrê gihîştin hev, bo serdanê hatibûm malê. Roja komkujiyê ez li mal bûm, dema dengê guleyan hat me tev wiha texmîn kir bajarokê Sirînê hate rizgarkirin. Ez jî bi wê kêfxweşî rabûm, min rahişt çeka bavê xwe ji bo ez jî gule biavêjim derketim. Lê dayika min ez şiyar kirim û got 'keça min ev ne kêfxweşî ye, DAIŞ kete gund', Dema wê wisan got min hewl da ku ez derkevim ji bo parastina gel bikim. Lê dayika min ez zivirandim cilên min ên Asayîşê da min û ji min re got bota xwe jî li xwe bike. Piştre çek da destê min û ew jî çû ku kalikê min agahdar bike. Lê dema diçe di rê de şehîd dibe. Dema dayika min cilên min dan min, min fêm kir ku ji min re dibêje xwe ji bo şereke giran amade bike. Divê her jinek bikaribe xwe biparêze." 
 
'Min soza tolhildanê da dayika xwe'
 
Berfîn da zanîn ku ew bi hêza ji dayîka xwe digre li ber xwe dide û wiha pêde çû, "Piştî me zarok ji mal derxistin ez û gelek ciwanên gund li cihên guncaw bi cih bûn. Lê ji ber zexîreyên me kêm bû, me nedikarî pir bi awayeke baş şer bikin. Ji ber çete ketibûn bajar jî, heval nedikarîn xwe zû bigihînin me. Piştî seatên dirêj hêzên YPG/YPJ'ê gihîştin, me bi hev re li ber xwe da. Ji bo mirov bikari be jiyan bike beriya her tiştî pêwîste bizanibe xwe biparêze. Ji ber wê jî her kesek pêwîste ku parastina cewherî fêr bibe. Bi taybetî jî jin divê xwe li benda zilaman nehêlin û her jinek pêwîste erka xweparastinê bigire ser milên xwe û xwe di her mijarekê de perwerde bike. Ji boyî ku em carek din bi komkujiyan re rûbirû neyên, erka me ya yekemîn ew ku em xwe di milê zanistî de pêşbixin û bizanibin xwe û jiyanê biparêzin. Ez carek din hemû şehîdên komkijiyê bi bîrtînim û cardin soz didim dayika xwe ku ezê dev ji erka xwe ya parastina gel ber nedim û tola wan bi azadiyê hilînim."
 
Sibê: Bi Parka Şehît Fatma rûhê berxwedana jinan wê her bijî
 
(en/rc)