Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Çîroka Emîne Akçay, întîxarên jinan û xizanî (3)

Dosya Haber
Mijdar 30 / -0001


 

 
Ji Emîneyê heta Unzîleyê, ji Muharrem heta Ayaz yên ku dewlet ew xizan kirin
 
Sibel Yukler/JINHA 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çîroka Emîne Akçay ya berbi întîxara wê ji xizaniyê pêk hatibû, lê xizanî bi tena serê xwe ne faktor bû. Çîroka zarok û jinên ji ber kêmasiya civakî ya dewletê û bêedeletiyê  jiyana wan bi dawî bû, di rupela sêyemîn ya rojnameyan de di sê stunan de tine dibû.
 
Emîne Akçay ya 26 salî di 14’ê Adara 2012’an de li navçeya Seyhan a Edeneyê li mala xwe dawî li jiyana xwe anî û sedema ku ew berbi întîxarê biribû, xizanî bû. Qeyda Hiş ji întîxara Emîne Akçay derket rê û  di metna bûyerên girêdayê vê de, xizaniyê ligel kategoriyek aboriyê, wek rewşeke civakî  nîşan dabû.
 
Rêbaz bersiv nadin, hêvî diqedin
 
Çîroka Emîne Akçay, wateya xizaniyê, berbi aliyekî ku nayê xwestin ve berfireh dike: Mirov nekarin li hemberî xizaniyê berxwe bidin an jî rêbazên berxwedanê bersivê nadin, hêvî û kapasîteya mirovan tine dike. ji ber vê jî wan berbi întîxarê ve dibe.
 
‘Hem gotina yekem û hem jî gotina dawî’
 
Yanî bi kurtasî xizanî, dikare bibe mirin. Kes dema dijîn nekarin gotina xwe bêjin; ji bo gotina xwe bêjin an jî dengê xwe bidin bihistin,  ji mekanîzmayên heq dikin fêdeyê nagirin. Ji ber vê jî hem gotina xwe ya dawî û hem jî ya hem jî ya destpêkê dibêjin.
 
Stargeh, derman û xwedîbûnekek baş
 
Qeyda Hiş diyar dike  ku di vê çarçoveya xizaniyê de gelek bûyerên ku dişibin hev, pêkanin. Di vê çarçoveyê de jinên wekê Emîneyê û mêr jî hene.  Mirovê ku cihekî wan yê starbûnê tine, nekarin bên dermankirin û ne xwedî ewlehiyê ne, nekarin baş bên xwedîkirin, xwe întîxar dikin.
 
Koçberî, newekhevî û biçûkxistin
 
Li gorî Qeyda Hiş kesên ji warê wan hatine kirin, rastî newekheviyê hatine, ji civakê û war hatine derkirin jî dikare di vê çarçoveyê de cih bigire.
Bûyerên dişibin hev
 
Di çarçoveya bûyerên ku dişibin hev de; çîroka kesên ku dişibin yê Emîneyê: Yuksel Demîr, Nazîme Salan, Necla Nazlican, Îclal Tosun, Elîf Arman Asya Akbulut, Zeynep Armaner, Makbule Hazan û gelekên din.
 
Yên ku çîrokên wan hatin komkirin
 
Unzîle di -8 dereyî de di kon de mir 
 
-Unzile Turkmen ya 48 salÎ di 2’ê Çileyê 2016’an de li navçeya Ezîne ya Çanakkaleyê di kon de mirî hat dîtin. Konê ku têde dima yek ji konên ku welatiyên 
Romen lê  diman bû. Kon naylon û branda bûn. Li ser mirina Unzileyê Romenan bertek nîşanda û gotin; Bila kes li vir nemire.  Ocax tine, êzing tine. Her der qeşa ye. Dawiya me hemûyan wisa ye. Rayedar me nabînin. Bila bên rojekê li vir bijîn.” Tê texmînkirin ku Unzîle ji sermayê miriye.
 
Xizaniya ji Emîneyê derbasî Mavîşê bû
 
-Bebekê bi navê Ayaz ku 40 rojî bû hêj qeyda wî li nifûsê nehatibû kirin. Di 24’ê Kanûna 2013’an de li Eregliya Konyayê di xaniyekî kerpîç te bi zatureyê mir. Dayika Ayaz, Mavîş Eşme havînê karkeriya çandî dikir û  havînê di kon de diman.  Hevjînê wê li leşkeriyê bû. Nekarî debara xwe bike û kaxiz û xurde berhev dikir. Mavîş Eşme bi welîdînê re êdî dest ji vî karî berda. Mavîşê ji dewletê jî alîkariyek negirt û  bi êzingên ku derdorê didayê xwe germ dikirin.
 
Bi bebeka xwe ya 11 mehî re hat hepskirin
 
-Jina bi navê S.A ya 26 salî di Çileyê 2011’an de li Antalyayê ji marketekê mamaya bebekan, tirşî, zeytûn, sucuk û şampuan dizî. Li gorî axaftinên parêzer S.A ji ber pirsgirêkên aborî neçar maye ji bebeka xwe re mama bidize. Tevî ku S.A ev tişt radest kir jî bi bebeka xwe ya 11 mehî re hat girtin. 
 
Bedena min şîr nehilberand
 
-Kubraya 2.5 mehî di 17’ê Çileyê 2011’an de li navçeya Tekkekoy a Samsunê ji ber têr nehat xwedîkirin jiyana xwe ji dest da. Bavê Kubrayê Murat Bakirci di 2008’an de vînç serde ketibû û seqet mabû.  Ji ber vê nekarî bixebite. Dayika Kubrayê, Necla Bakirci got beriya Kubrayê keça wê ya 5.5 salî Kumru jî miriye û bi parsekiyê debara xwe dike. Neclayê got nekarin ti tiştekî xwarinê bikirin, bedena wî şîr hilnedibirand.  Kubra ji birçîna miribû.  Neclayê wiha got: “Zaroka min ji birçîna mir. 2 zarokên min yên din jî hene.  Ew jî birçîne.  Em nekarin nan bikirin. Ez parsekiyê nekim, nekarim tiştekî bikirim. Şîrê min tinebû. Ma bi çayê şîr çêdibe.  Ev du roje di beroşa min de xwarin tine.”
 
Di torbeyî wî de Muharrem
 
-Muharrem Taş yê 1.5s alî di 1’ê Sibata 2014’an de li mezraya Çelî ya gundê Yanlica ya Wanê li malê nerehet bû.  Muharrem  pirsgirêka wî ya koxik û agirê bilind hebû.  Ambulansê girtina rê hincet nîşan da û neçû mezrayê. Ji ber vê Muharrem jiyana xwe ji dest da.  Bedena wî ya bê can a di torbeyê li pişta bavî wî di çapemeniyê de hat dîtin.
 
Ebru û Aybuke cemidin û mirin
 
- Sonay Saîd û Hasan Saîd ji ber şerê Suriyeyê reviyabûn û li geliyê Dîkmena Enqereyê kon vedan. Keça wan ya 36 rojÎ Ebru di 28’ê Çileyê 2016’an de  di 
-20 dereceyî de mir. Malbata ku bi berhevkirina kaxizan debara xwe dikir, piştî sererastkirina vî karî ji vî karê xwe jî bûn.
 
-Aybuke ya 10 mehî jî di 4’ê Çileyê 2016’an de li navçey Fatîh a Stenbolê mêr.  Dapîra wê Canan A. Û Aybuke bi hev re dijiyan. Cihê wan yê ku bimîne tinebû.  Canan got ew bi alîkariya cînarên xwe debara xwe dikin. sibeha ku Aybuke mir, li mizgeftekê razabûn.
 
Wezîr pere da destê Dîlekê
 
Xwendekara Zanîngeha Trakyayê ku mamostetiya Îngîlîzî dixwend, Dîlek Ozçelîkê di 15’ê Nîsana 2013’an de rêya wezîrê demî yê bajarvanî û derdorê Erdogan Bayraktar birî û ji bo dermanên xwe alÎkarî xwest.  Wezîr 200-300 mîlyon pere ji berika xwe derxist û xist û dikir destê Dîlekê. Lê Dîlek matmayî ma û got wezîr pereyê xwe şûnde bigire. 
 
Xizaniya Yukselê û şîdeta mêr
 
Yuksel Demîr ya 25 salî di 28’ê Adara 2011’an de li Baglara Amedê li mala xwe bi tifinga neçîrê xwe întîxar kir. 4 zarokên wê hebû.  Hevjînê wê Mehmet Demîr betal bû. Di endama lêkolînana de derket holê ku ligel xizaniyê şîdeta mêr jî hebû.
 
SIBÊ: Di mînaka Êlih, Wani Sûrê de întîxarên jinan û polîtîkayên civakî
 
(hu)