Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Çîroka Emîne Akçay, întîxarên jinan û xizanî (2)

Dosya Haber
Gulan 26 / 2016


 

 
Emîne Akçay û 'hejariya jinê'
 
Sîbel Yukler/JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Emîne Akçay ya 26 salî di 14’ê Adara 2012’an de li navçeya Seyhan a Edeneyê li mala xwe dawî li jiyana xwe anî. Emîne beriya welîdîna xwe ya duyemîn wek karkera çandî dixebitî. Ji sedemên sereke ya ku Emîne berbi întîxarê ve bir, xizanî hebû.
 
Serbilindî bi taybet di jiyanên xizan de ji bo jinan taybetiya herî mezine, bel jî ferzkirineke. Ji ber pîvan û rolên zayenda civakî, bandora xizaniyê zêdetir li ser jinaye. Jin xizaniya xwe ji kesî re nabêje, dema bêje dibê wê çawa bê pêşwazîkirin, kêmtir qada îstîhdamê dibînin û di dema welîdînê de dema ji kar derdikevin demekê nekarin bixebitin. Ev jî bê çaretiyê xwe re tîne.
 
Hevjînê wê mîrate girt
 
Li gorî Qeyda Hiş, piştî mirina bavê Emîne Akçay, ji wê re mîrateyek dimîne.  Lê di nûçeyan de hat gotin xwe wê mîrate negirtiye.  Derket holê ku hevjînê wê mîrateya wê girtiye. Ev jî derdixeholê ku ketiye bin serdestiya mêr.
 
Xizanî bandorê li ser sendroma pişt welîdînê jî dike
 
Emîneyê nû zarok anîbû dinê. Berê bi cînarên wê re têkiliya wê baş bû. Lê piştî welîdînê, tiştekî xwe parve nekir. Ji bo jinekê nû welîdîn jî  gelek pirsnîşanan tîne hişê mirovan. Xizaniyê jî  dora jinê zincîr kiriye. Jineke rewşê wê baş be dikare biçe psîkologekî lê jinek rewşa wê ne baş nekar biçe.
Emîne di heman demê de Yoruk bû. Li gorî lêkolînên hatiye kirin, Yoruk li bajarên ku dimînin, aliyên herî xizanin. Taxa ku lê dima jî yek ji taxên herî xizan ya Edeneyê bû.
 
Gelo êzind bişewitiya wê Emîne xilas bibûya?
 
Dihat gotin ku 8 mehe kirêya xanî nedaye.  Ev tiştên hemû tên gotin di nav sedemên xizaniyê de cih bigire jî kes baş nizane ku Emîneyê çima biryara dawîbûna jiyana xwe girtiye.  Gelo wê rojê êzing bişewitiya wê Emîne rizgr bibûya? 
 
Yekane şahidê wê rojê zarokê wê bû
 
Midûrê Navendî yê Polîtîkaya Civakî û Malbatî ya Edeneyê gotibû wê bi zarokan re eleqeder bibe. Niha têkildarî vê de tiştek heye, nayê zanîn.  Bapîra wan xwedî li zarokan derdikeve. Niha jî bi bavê xwe re dimînin.  Meta wan jî lê dinêre. Her du zarok jî mezin bûne.  Zarokê wê yê wê rojê bû şahidê wê niha 10 saliye, yê biçûk jî 4.5 saliye.
 
Piştî Emîneyê dawî li jiyana xwe anî li gundê Sayca ligel bavê wê hat definkirin. 4 sal di der mirina wê de derbas bû.  Gora wê bi mermer nehat çêkirin.  Çawa hatiye definkirin wisa maye gora wê.  Kevirekî ku navê wê lê bê nivîsandin jî tine.
 
2 mîlyar jin di sînorê birçîbûnê de ye
 
Li gorî lêkolîna Qeyda Hiş, ji sedî 42 yê nifûsa cîhanê di bin sînorê xizaniyê de ye. Nifûsa cîhanê 7.1 mîlyare. 3 mîlyar jî di bin sînorê birçîbûnê de ye. Ji sedî 70’yî 3 mîlyar mirovî jinin. Li cîhanê 2.1 mîlyar jin di bin sînorê birçîbûnê de ye.
 
Li Tirkiyeyê ji sedî 22’ê malbatan di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Li Tirkiyeya ku 78 mîlyon nifûsa wê heye 17 mîlyon di bin sînorê birçîbûnê de ye. Li gorî daneyên Turk-Îşê di Adara 2012’an de  sînorê xianiyê yê malbateke ji 4 kesî pêk tên 3 hezar û 108.78 lîraye. Hatina mehane ya Emîne Akçay û malbata wê ya Adara 2012’an 0 re.
 
Li gorî lêkolîna Qeyda Hiş,  her çiqas xizanî jin û mêr ji hev cuda neke jî, xizanî ji bo jinan nebaştire. Bi taybet jî jinên li taxên şevneşînê, yên li gundan dijîn zêdetir para xwe ji vê digirin.
 
‘Xizanî bûye jin’
 
Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) di 2015’an de li ser întîxara 25 jinan lêkolîn kir û raporek weşand. Di raporê de wiha hat gotin: “Jinbûn, tê wateya xizaniyê. Kirdeya xizaniyê jine. Dema mirov li lîteratura navneteweyî dinêrin mijara ‘Xizanî bûye jin’ digihêje salên 1978’an.
 
SIBÊ: Ji Emîneyê heta Unzîleyê, ji Muharrem heta Ayaz, yên ku dewletê xizan kirin
 
(hu)