Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Çîroka Emîne Akçay û xizaniya jinê (1)

Dosya Haber
Gulan 25 / 2016


 

 
Bandora xizaniyê li ser zayenda civakî
 
Sîbel Yukler /JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizanî jî li gorî zayenda civakî cuda dibe û di vê esasê de herî zêde bandor li ser jinê dikir. Bi vê dosyayê re em ji ‘întîxareke mirovan xemgîn dike’ ya di çapemeniyê de derketiye, derdikevin rê û di xizaniyê de jinê û sedemên berbi întîxarê dibin, digirin dest. Çapemeniyê xizanî û sedemên li pişt xizaniyê, kêmasiyên dewleta civakî, torên piştevaniya civakî ku piranî pê serbilindî çêdibe, piştguh kir û  bi sernavê ‘dawiya bi êş’ tine dike.
 
Qeyda Hiş, di meha Adarê de ji çîroka Emîne Akçay derdikeve rê û  xizanî û întîxarên jinan lêkolîn kir. Qeyda Hiş ku divê bandora xizaniyê ya li ser zayenda civakî lêkolîn kir û li ser întîxarên jinan sekinî.
 
Emîne Akçay ev sê sal bû li navçeya Seyhan a Edeneyê, li taxa Aydinlarê dijiya.  Du zarokên wê hebûn. Yek 6 salî û yê din jî 6 mehî bû. Emîne xebatkara çandiniyê bû.  Nêzî welîdînê neçar mabû dest ji karê xwe bedre.  Hevjînê wê betal bû.  Du meh berê li naçveya Duzîçî ya Osmaniyê di şantiyekê de kar dît.  Tê gotin ku 8 meh bû kiraya xwe nebû. Emîneyê di 12’ê Adara 2012’an de di 26s aliya xwe de li mala xwe dawî li jiyana xwe anî.
 
Li gorî vegotinên şahidan, li gorî lêkolîna ku ekîbên polîsan kiriye, 4 saet beriya bûyerê bi 6 lîrayê berika xwe xwestiye ji xwe re êzingan bikire.  Kesê êzingan difiroşe dibêje bi vî pereyî êzing nayê.  Lê piştre berê wê nagire û 10 kîlo êzing didê. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de derketine, ji ber êzîng nekarî biçewite, lastika kamyonê şewitandiye, lê ew jî neşewitiye. Li ber vê bi makîneya ku por ziwa dike, zarokên xwe germ kiriye. Makîneyê dide destê zarokê xwe yê mezin û diçe odeya din û dawî li jiyana xwe tîne.
Ji kesî re negotiye
 
Zarokê wê yê mezin ku dibîne dayika wî dawî li jiyana xwe aniye, agahiyê dide cînarê xwe.  Cînarê wê diyar dikin ku wan ti wate nedaye ku çima Emîneyê întîxar kiriye. Li gorî vegotinên wan ji kesî re negotiye rewşa wan ya aborî ne baş e. Keyayê taxê got Emîneyê ji bo alîkariyê serî li cihekî nedaye.
 
Di çapemeniyê derket holê ku Emîneyê mîrateya bavê xwer ji ber hevjînê xwe negirtiye.  Hevjînê got Emîneyê ji bo ji xwe re cihê kar veke mîrate girtiye lê ev pere xerc kiriye û got: “Karekî min yê her tim tinebû.  Ez 3 mehan bixebitim 10 rojan li malê me. Min hewcedariyên malê peyda dikir.”
 
Dozgerê Komarê di 30’ê Nîsana 2012’an de têkildarî întîxarê de lêpirsîn da destpêkirin.  Xizmên emîneyê têkildarî hevjînê wê de gilî kirin û dozger di lêpirsînê de got di mijara ‘kesekî berbi întîxarê ve bibe, alîkariyê bidê’ cih tine.
 
Tirkiyeyê di wan rojan de  ‘întîxara ku dilê mirovan diêşîne’ diaxvî.  Çapemeniyê çîrok ‘bidawîbûna bi êş’ girt dest.  Di çapemeniyê de cih nedidan nîqaşên xizaniyê an jî nîqaşên dewleta civakî. Rast bû, wê rojê piştî êzingan dikire diçe malê.  Ji bilî zarokê wê yê mezin şahidê wê tinebû. Kesî nizanibû çi jiya. Çapemenî û rayagiştî wek ‘bidawîbûna bi êş’ dan. Xizanî, sedemên xizaniyê, kêmaisyên dewleta civakî tinebûna piştevaniyên civakî ji nedîtîve hat dîtin.
 
Kesî nizanîbû çi jiyaye
 
Ne hevjîn, ne cînar û ne jî rêveberiyên herêmî dizanibû ku Emîneyê çi jiyaye. Xaniyê ku têde dijî, hêj wisaye. Cînar dibêjin piştî bûyerê çend meh şûnde xanî hatye valakirin û alav avêtine ser sergo. Du cînarên wê jî dibêjin agahiya wan ji tiştên ku Emîneyê dijiya tinebû. Li gorî vegotinan xurekê wan gelek kêm bû.  cînarên wê diyar kiribûn ku ew ji ber vê rewşê gelek xemgîn bûne û gotin ger bizanibûna wê piştgirî nedanê.
 
Li gorî Qeyda Hiş, hemû cîranên wê li cihê xwe ne û di xaniyê wê de niha hinekên din dijîn. Keya jî guheriye.  Keyayê nû dibêje têkildarî bûyerê de agahiya wî tine.  Keya diyar kir ku hemû serlêdanên ji bo alîkariyê qeyd dikin, lê qeymeqam biryara alîkariyê dide.  Keyayê demî jî got serlêdana Emîne Akçay tineye û got ew jî nekarin biçin li deriyan bixin.
 
Gelo agahiya Emîneyê ji alîkariyan hebû?
 
Gelo agahiya Emîneyê ji alîkariyên civakî hebû? Gelo agahiya keya û qeymeqam ji vê jinê hebû? Ne keya, ne rayedarên dewletê û ne jî çapemenî li bersiva van pirsan negeriyan.
 
Xwediyê marketa taxê got Emîneyê pir kêm dan û standin dikir. Xwediyê dukaneke din ya taxê jî got Emînek jinek serbilind bû. Cînarên wê jî heman tiştî dibêjin. 
 
Keyayê taxê jî dibêje Emîneyê ji ber şermê serlêdan nekiriye. Her wiha xizmên wê jî diyar kirin ku wan xwestiye bibin alîkar lê Emîneyê qebûl nekiriye.
 
(hu)