Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Komkujiya Hewlêrê 19 salin li benda ronîbûnê ye (4)

Dosya Haber
Gulan 17 / 2016



 
Cenazeyên du xwişkên hatin qetilkirin 19 salin windan e 
 
JINHA
 
AGİRÎ - Hatice Guven (Hêlîn) û xweşka wê Bîrsen Gûven (Berbang) ên ku ji ber zilma dewleta Tirkiyê tevlî refên PKK'ê bûne, herdû xweşk di Komkujiya Hewlêrê de hatine qetilkirin. 19'e salin malbat li peyî cenazê du xwişkan digerin.
 
Endamên din a YAJK'ê ku di Komkujiya Hewlêrê ya ji aliyê artêşa tirk û Partiya Demokratîka Kurdistanê (PDK) ê ve hatî kirin de hatî qetilkirin Hatîce Guven (Hêlîn) û xweşka wê Bîrsen Gûven (Berbang) e. Hêlîna ku di sala 1969'an de li gundê Babxan ê Bazida Agiriyê hatiye dinê ji aliyê malbat û hewirdor ve gelek dihat heskirin. Hatîce heya dibistana amadeyî li Bazidê dixwîne, di nava dibistanê de bi jîrbûna xwe dihat nasîn. Hatîce ji aliyê derdorê ve jî bi welatparêziya xwe dihat zanîn. Di salên 80'an de weke hemû malbatan, malbata Hatîce jî neçar dimîne ji ber tindiyên dewletê zarokên xwe bişîne Stenbolê. Hatîce li Bazidê gel malbata xwe dimîne û bi ciwanek ê navçeyê re nîşanî dibe. Hatîce di wê pêvajoyê de PKK'ê nasdike û bi awayek çalak tevlî xebatan dibe. Hatîce bi tevlîbûna birayê xwe Ahmet gelek bandor dibe.
 
Di bihara sala 1992'an de Hatîceya ku li gel xwişka xwe Birsen biriyara tevlîbûna nava refên PKK'ê dide, ji Stenbolê tê ziyareta malbatê ên li Bazîdê. Hatîce a di tiliya wê de gustîlga nîşaniyê heyî, di dilê wê de tekoşîna azadiyê heyî li gel xwişka xwe Birsen dikeve ser sînoran û diçin tevlî nava refên Yekîneyên Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) ê dibin. Hêlîn li gel xwişak xwe Birsen bi hev re di eniyan de şerdikin. Di 16'ê Adara sala 1997'an de di Komkujiya Hewlêrê de Hatîce û Bîrsen ji aliyê PDK'ê ve tê qetilkirin.  
 
19 salin hîna cenazeyê du xwişkan Hatîce û Bîrsenê ji aliyê malbatê ve ne hatine dîtin.  
 
QEDIYA...
 
(zt)