Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Komkujiya Hewlêrê 19 salin li benda ronîbûnê ye (3)

Dosya Haber
Gulan 16 / 2016


 
 
 

 
'Avyan xeta xiyanetê binxist'
 
Fîdan Rêzan/JINHA
 
EFRÎN - Dayika Avyan a ku di komkujiya Hewlêrê de hatî qetilkirin û xwişka wê diyar kirin ku Avyan û hevalên xwe li hemberî teslîmyetê li ber xwe dan û gotin: "Avyan teslîmî siyaseta xayîn ya PDK'ê nebû. Ev yek ji bo me romet û serbilindî ye. Ev nîşaneya wêye ku dubare keçên Kurd li ser xeta Zerîfe, Besê û Bêrîtanan di sekin û kesayeta xwe de xiyanet binxistin."
 
Hemîde Îbrahîm (Avyan Efrîn) di sala 1974'an de li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Avyan di malê de zaroka mezinbû ji bo wê li hember xwişk û birayên xwe bi berpirsyarî tevdigeriya. Dema ku Avyan tevgera azadiyê nasdike û dikeve nava xebatan êdî dizane dibistanên rejîmê ji bo wan bêwatene û tiştekê nade wan. Di sala 1993'an de Avyan tevlî nava refên PKK'ê dibe. Di 16'ê Gulana sala 1997'an de bi alîkariya hêzên PDK'ê artêşa tirk êrîşî ser Nexweşxana Hevya Sor a Kurdistanê, Rojnama welat, Navenda Çanda Mezopotamya ya Hewlêrê û navenda YAJK'ê kirin. Di êrîşan de 82 kes qetilkirin. Avyan jî wêdemê li Hewlêrê di nava xebatên YAJK'ê de cîh digirt, li gel hevalên xwe yên xebatê hat qetilkirin. Ji wê demê heya niha malbatên kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe serlêdan dikin, lê heya niha PDK'ê ti agahî nedaye. Dayika Avyan  Meqbûle Xaco û xwişka wê Saniye Îbrahîm di derbarê jiyan û berxwedana wê de nirxandin kirin.
 
'Avyan ji pirtûkên Rêbertiyê bandorbû'
 
Dayîka Avyan Efrîn Meqbûle Xaco da zanîn ku Avyan zaroka wê ya mezinbû, ji bo wê di malê de xwedî bandorbû û wiha domand "Malbata me welatparêz bû, ji destpêka tevgera azadiyê hate herêmê, me jî piştgirî da doza Kurd. Ji xwe Avyan keça min a mezin bû. 4 bira û sê xwîşkên wê hene. Avyan jî ji xebat û têkoşîna li hereketa azadiyê pir bandor bû û di demek kin de dest ji xwendinê berda û beşdarî nava refanbû."
 
Meqbûle bilêv kir ku dema keça wê Avyan ket nava xebatên rêxistinê êdî ket ferqa ku ji dibistanên rejîmê nikare tiştek baş hîn bibe û wiha berdewam kir, "Avyan di dibistanê de pir çalak bû. Jîr û têgehiştî bû. Heya dibistana navîn xwend. Sala dawî ya dibistanê bû. Ez çûm min bawernameya wê girt. Ji min re gotin; 'Keça te di ezmûnan de biser neketiye.' Ez matmayî mam. Ji ber Avyan di dersên xwe de pir zîrek bû. Min sedema wê pirsî. Paşê min fêm kir ku wê dersên xwe yên dibistanê nexwendiye, li şûna wê pirtûkên Rêber Apo xwendiye."
 
Meqbûle destnîşan kir ku hêzên rejîma Baas ji Avyan dixwestin ku bibe endamê wan, ger bibana endama wan dê ku puanên wê yên ezmûnan bilind bikirana ji bo derbaskirina dibistanê û dom kir; "Lê Avyan ev qebûl nekir. Li şûna bibe endamê Baas, tevlî PKK'ê bû. Avyan bi Pirtûkên Serok Apo re di derbarê rastiya Kurdistanê de zenebûna wê pêş ket û gihîşte qinaeta ku hebûna azad encex di çiyayên Kurdistanê de dibe. Wiha dê bigihîşta heqîqetê."
 
'Şêr ji Şêran çêdibe'
 
Meqbûle anî ziman ku Avyan beriya ku biçe çiyayên Kurdistanê gelek caran diçu civînên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çêdikir û wê jî carekê beşdarî wan civînan dike û wiha pêde çu; "Avyan ji min re got ku cilên xwe yên herî xweşik li xwe bike, emê biçin cihekê. Min nedizanî min dibe kuderê. Paşê em çûn ba Serok Apo. Di dawiya civînê de serok Apo pirsa min kir. Piştî ku zanî ez diya Avyan im, ji min re got 'Şêr ji Şêran çêdibe'. Ez bi vê gotinê serbilind bûm. Min ferq kir ku keça min di şopa rêbertiya xwe de dimeşe."
 
Meqbûle derbirî ku roja din Avyan xwe amade kir, ji malbatê xatir dixwaze û diçe cem hevalên xwe. Meqbûle bilêv kir ku Avyan di sala 1993'an de tevlî nava refên PKK'ê dibe, Salên dirêj, li Şêx Meqsûd û Efrînê kar dike û wiha domand: "Li ser dewreyê perwerdeya jinan û jinên-ciwan disekinî. Ji hêla gel ve pir dihat hezkirin. Paşê derbasî çiyayê Kurdistanê dibe. Li herêma Zapê dimîne. Piştî demekê jî ji bo rêxistinkirina gel li Başûrê Kurdistanê diçe Hewlêrê û li wir xebat dimeşîne. Min agahiya şehadeta Avyan ji hevalan bihîst. Hevalan gotin keça te xwe teslîm nekir û li nexweşxaneya Heyva Sor a Kurdistanê li Hewlêrê bi berxwedaniyeke mezin bi 82 hevalên xwe re şehîd bû. Elbet ev di aliyekê de em xemgîn kirin, lê serbilindî ye ku keça me di oxira rûmetê de şehîd bû."
 
Meqbûle da zanîn ku herî zêde jî dixwaza wê ewe ku bizanibe cenazeyê keça wê li kuderê ye, lê ruxmî serlêdanên malbatan heya niha PDK'ê tu daxuyanî û agahî nedaye wan. 
 
'Avyan û hevalên li hemberî teslîmyetê li ber xwe dan'
 
Xwîşka Avyan, Saniye Îbrahîm jî diyar kir ku ew û Avyan hem xwişk û hem hevalên hevbûn, her karê malê bi hev re dikirin û wiha axivî; "Em keçên mezin ên malê bûn. Me hemû karên malê bi hev re dikir. Birastî Avyan kedkar û fedakar bû. Pir bi coş û kelecan kar dikir, lewre jî pir dihate hezkirin. 19 sal bi ser qetilkirina Avyan û rêhevalên wê re derbas bû, heya niha me tu agahî derbarê ciyê ku ew hatine çalkirin de negirtiye. Ev bi serê xwe suceke ku cenazeyên însanan radestî malbatên wan nayê kirin. Lê emê rojekê cenazeyê Avyan û hemû hevalên wê yên di qetlîama Hewlerê de bi destên PDK'ê hatin qetilkirin wergirin û bi merasîmên heybet bispêrin axê."
 
Saniye Îbrahîm destnîşan kir ku xwişka wê Avyan teslîmyet nepejirandiye, heya dawî li ber xwe daye, ev ji bo wan cihê serbilindiyê ye û wiha dom kir: "Avyan teslîmî siyaseta xayîn ya PDK'ê nebû. Ev yek ji bo me romet û serbilindî ye. Ev nîşaneya wêye ku dubare keçên Kurd li ser xeta Zerîfe, Besê û Bêrîtanan di sekin û kesayeta xwe de xiyanet binxistin."
 
Sibê: Portreya Hatice Guven (Hêlîn) ya ku di komkujiya Hewlêrê de jiyana xwe jidest dayî
 
(en/zt)