Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Komkujiya Hewlêrê 19 salin li benda ronîbûnê ye (1)

Dosya Haber
Gulan 14 / 2016


 

 
'Ji bo girtina hestiyên keça xwe ez gelek geriyam'
 
Şengar Biradost/JINHA
 
SILÊMANÎ - Dayika Peyam a ku di komkujiya Hewlêrê de jiyana xwe jidest dayî Mehbûbe Esedî got: "Berî Peyam biçe xwest ji bo min xelatekê bigire, ji min re kirasek kirî. Dema amadekariyê çunê dikir em li ser mijara çuna wê axivî got: 'Ez dixwazim bibim şehîda Kurdistanê.' Ez jî bi vê helwest û xebatên keça xwe serbilindim."
 
Perî Osman (Peyam) li bajarê Silêmaniyê di nava malbatek ji Partiya Komunista Kurdistanê de hatiye dinê. Peyam hem dixwend û hem jî li gel hevalên xwe nexş û nîgarên destan çêdikir. Her karê ku dest didayê pir serketî dikir. Di peyîmangeha mamostayan de kete nava fikirên siyasî. Di sala 1996'an de beşdarî nava refên PKK'ê bû. Peyam pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Çawa Bijîn" ji erebî wergerî kurdî dikir. Herî dawî di Buroya Yekîneyên Jinên Azadiya Kurdistan (YAJK) ê de dixebitî. Di dema komkujiya Hewlêrê de li gel hevalên xwe yên xebatê hat qetilkirin. Di sala 1997'an de bi alîkariya PDK'ê artêşa tirk ketin nava Başurê Kurdistanê û komkujî kirin. Di nava bajarê Hewlêrê de li ser Navenda Yekîtiya Neteweyiya Kurditstanê, Buroya Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK), Buroya Rojnameya Welat, Nexweşxaneya Hevyva Sor a Kurdistanê û Navenda Çand û Hunera Mezopotamya de girtin. Hemû xebatkarên buroyan, nexweş û birîndarên di nexweşxaneyê de qetilkirin. Di komkujiyê de zêdetirî 83 kesan qetilkirin û hîna aqubeta gelekan nediyare. 
 
Pişt qetilkirina wê birayê wê Dana Osman jî beşdarî nava refên PKK'ê dibe. Di sala 2000'an de Dana li Herêmên Parastina Medyayê li gel 9 hevalên xwe bin aşuta berfê ket û jiyana xwe jidest da. Dayika Peyam Mehbûbe Esedî di derbarê jiyan û berxwedêriya keça xwe de axivî û wiha got: "Keça min berhema dibistana Kurdayetiyê ji bo Kurdistanê ye."
 
Dayik Mehbûbe Esedî di despêkê de qala têkiliyên Peyam di nava malbatê de kir û axivî: "Me wê demê di nava Partiya Komonîst a Kurdistanê de xebat dikir. Wek malbatek welatparêz em têne naskirin. Wê demê em gelek tişt ji Partiya Komonîsta Kurdistanê fêr bûn. Her tim me hewildida ji bo gel û welatê xwe tiştekê bikin. Mala me ji bo zarokên kurdperwerdan weke dibistaneke gihandinêbû. Baweriya zarokên me bi partiyên siyasiyên wê demê nebû, ji bo wê jî berê xwe dan nava refên PKK'ê."
 
'Ez dixwazim bibim şehîda Kurdistanê'
 
Dayika Mehbûbe destnîşan kir ku berî Peyam biçe ji bo wê kirasek kiriye û wiha qala bîranînên xwe û wê kir: "Peyam di zaroktiyê de gelek jîr bû. Ji kar hez dikir, hunerê dest ên weke nexş û nîgar çêdikir. Beriya biçe nav hevalan rojekê got; 'Dayê ez dixwazim ji te re kirasekî bikirim.' wê demê qumaş buha bû, min nedixwest bikire. Lê wê got; 'Kî dizane carekedin ezê kiras ji bo te bikirim yan ne.' Kiras ji min re kirî û bixwe jî dirût. Diyar bû wê demê biryara xwe ya ji bo çûyîna çiya dabû. Qolyayek wê ya zêr hebû, pêwîstiyên xwe pê pêkanî û paşê hat ji bavê xwe re got; 'Dixwazim biçim nav hevalan.' Bavê wê tiştek negot. Min jî pir jê re got; 'Keça min jiyana li çiya zehmete, şer heye, girtin heye.' Lê wê ji min re wiha got: 'Dayê ez wan tiştan hemiyan dizanim. Di malbata me de şehîdek nîne, ez dixwazim bibim şehîdeke Kurdistanê.'"
 
Mehbûbe bilêv kir ku bi hevkariya xwefiroşên kurdan keça wê û hevalên xwe hatin qetilkirin û wiha domand: "Ez her tim di nava hewildanên bizanim ka çawan keça min û hevalên wê qetilkirine denim. Ji xwe yên wê komkujiyê kirin ji despêka avabûna xwe heya niha her tim karê wan xiyanete. PDK'ê heya niha her tişt ji bo diktatoriya xwe kiriye. Dema ku PDK'ê ew hevala qetil kirin, çek bi wan re nebû, pênûs di destê wan de bû. Tişta ku pişta min di vê bûyerê de şikandî ew bû ku kesên ew qetilkirin, Kurd bûn."
 
Dayika Mehbûbe bilêv kir ku ew gelek caran ji bo girtina cenazeyê keça xwe ketina nava hewildanan, lê belê heta niha ti bersivek ji wan re nehatiye dayîn û wiha berdewam kir: "Ji me re gotin ku pêwîste hûn cenazeyê xwe bêdeng bînin û veşêrin. Ez vê helwestê şermezar dikim. Wan hevalan di rêyek xirab de canê xwe feda nekirin ku cenazeyê wan bi dizî werbigirim û veşêrim. Min biryar daye ku bangî hemû ragihadinên li Kurdistan û dereve bikim bên û sucê hatiye kirin bibînin."
 
'Di jiyanê de xwedî biriyarbû'
 
Xwîşka Peyam, Nazenîn Osman jî wiha qala hevaltî û jiyana wê kir: "Heval Peyam xwedî kesayetek serbixwe bû. Hertim di jiyanê de xwediyê biryara xwe bû. Karê xwe bi başî dikir. Hertim wê pirtûk dixwend û me paşê li ser nîqaş dikir. Dema ku fikrê Rêber Apo nas kir, di pola duyemîn a Peymangeha Mamosteyan dixwend. Di nava hevalên xwe de cihek wê yê teybet hebû. Ji ber wê jî dema şehîd bû hevalên wê gelekî bandor bûn."
 
'Herî dawî dest bi karê wergerê kiribû'
 
Nazenîn da zanîn ku Peyam ji xwe bawer dest di avêt her karî, herî dawî dest bi karê wergera pirtûkan kiribû û wiha dom kir: "Heval Peyam hemû meylên xwe yên kesanî danî aliyekê, rê û rêbaza PKK'ê bi bawerî şopand. Piştî perwerdeya 40 şervanên nû li Qeredaxê, rojek ji bo serdanê hat malê. Dema hat, min dît ku pir guheriye. Wê demê pirtûka Çawa Bijîn ya Rêber Apo pê re bû û dixwest ji Erebî wergerîne Kurdî. Destpêka wê nîşanî min da gelekî baş wergerandibû."
 
'Hîna PDK heman siyasetê dike'
 
Nazenîn ji bo polîtîkayên PDK'ê yên ji wê demê heya niha ber dewam dike jî wiha got: "Pir dixwest rojekê biçe Hewlêrê. Hertim digot; 'Pêwîstiya Hewlêrê bi me heye.' Di demek kurt de li Hewlêrê di nava dilê hevalên xwe de cihek taybet girt. Kesayetek wê ya şoreşgerî hebû. Lê belê komkujiya Hewlêrê, xalek reşe di dîroka Kurdan de, cihê şermezariyê ye. Ez daxwaz dikim ku zorî li PDK'ê were kirin ku herî kêm bila hestiyên me bidin. Ew siyaseta ku PDK niha birêve dibe, Herêma Kurdistanê ber bi wêraniyê ve dibe. Ev siyaset tenê xizmeta dijmin dike."
 
'Bandora peyam û hevalên wê li ser jinên başur'
 
Nazenîn destnîşan kir ku bandora Peyam û rêhevalên wê, li ser jinên Başurê Kurdistanê û her çar aliyê Kurdistanê tê dîtin. Nazenîn derbirî ku niha jin bi keda Peyam û hevalên wê xwe  di her qadên jiyanê de rêxistin dikin û wiha pêde çu: "Em îro berhemên destê wan li Başûr dibînin. Di kesayeta wan de îro li Başûr gel bi hesreta dîtina hevalan in."
 
Sibê: Portreya Nahîde Heme Salih a di Komkujiya Hewlêrê de jiyana xwe jidest dayî 
 
(zt)