Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Jinên ku serhilana xwe veguherandin berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşin (6)

Dosya Haber
Adar 05 / 2016


 

Teşiya jinê vê carê jî bo jineolojiyê dizîvire
 
JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi jineolojiya ku zanista jinê ye û  bingeha xwe ji têkoşîna jinên kurd ya 30 salan digire wê mirovahî û jinbûn ji nû ve zindî bibe.  Jineolojî nirx û tecrûbeyên jinên hemû civakan yên ji destpêka dîrokê ku jinan bi têkoşîn û kedeke mezin gîhandine heta roja me ya îro ji nû ve şîrove dike.   
 
Jineolojî (Zanisata jinê) ku  dîrok, zanista civakî, psîkolojî û hemû zanistan ji nû ve digire dest û  şîrova dike,  ku bi kurtasî mirov dikare bibêje dîrokê ne bi zimanê mêrane ji bo ku heqîqetê bibêje li ser daxwaza  Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan hat niqaşkirin.  Jineolojiya ku ji bo ji nû ve hişmendiya azadiyê ya jinê ji nû ve pênase bike pêdiviya herî girîng e, ji bo kesên ku dixwazin jîneolojiyê pênase bikin pirtûka bi navê ' Destpêka Jineolojiyê' ku wekî alfebeya jineolojiyê ye di demên dawîn de li pirtûxaneyan cihê xwe girtibû.   Pirtûka Destpêka Jineolojiyê,  wekî ku serdemên şoreşê yên jinê ji bo xwe referans digiere di qapaxa pirtûkê de jî ji îcadên jinê ya yekem teşî girtiye naveroka xwe.  Pirtûk bi keda hevpar ya jinên xebatkarên Akademiya Jineolojiyê der ketiye holê.  Niha jî em ê ji pirtûkê dest pê bikin û bibêjin çima jineolojî?
 
Dê mirovahî û jinbûn ji nû ve zindî bibe
 
Beriya bi salan pîrikên me di demên herî zahmet de şoreşa gundîtiyê ku berdewamiya mirovahiyê û jiyanê misoger dike pêk anîn. Em jî wekî neviyên wan bi îmkanên zêde yên heyî Jineolojiyê pêş dixin. Em li ser koka xwe mêjiyê xwe, ruhê xwe û hêza xwe ya hestiyar û ramanên xwe, mirovahiya xwe, jinbûna xwe ji nû ve zindî bikin.  Sedema jineolojiya ku ji Rojhilata Navîn bi destê jinan tê hûnandin ji ber girêdana bi koka xwe ve ye.  Ev axa pîroz ku jinan li ser hemû îcadên xwe pêk anîne, di heman demê de ji têkbirina hêza jinê û ji destgirtina erka wê re jî şahidî kiriye.
 
Jineolojî bi têkoşînê pêşve diçe
 
Mekanê ku jin hatiye ser textê xudawendiyê û ji ser vî textî daketiye jî ev erdnîgarî ye. Her wiha jinê li vê derê hiqûqa dayiksalarî li vê der bi pêş xistiye û li ser vê erdnîgariyê dîsa hiqûqa dayiksalarî hatiye têkbirin û li ser vê erdnîgariyê baveksalarî bi pêş ketiye.
 
Dê jineolojî rûhê şoreşa jinê bide jiyîn
 
Her zanist û ramana ku nû pêş dikeve  rûhê dema ku tê de bi pêş dikeve digire. Jineolojî jî ji berk u di serdema 21'emîn de bi pêş dike wê rûhê serdema xwe bigire. Wê hem rûh bide şoreşa jinê ya vê serdemê hem jî xwe jî xwedî bike û jê hêzê bigere.  Ji bo derketina jinelojiyê gelek çavkanî hene.  Wê zanisa jineolojîyê ya ku dîrokê digire nava xwe van çavkaniyan yek bi yek bigire dest û analîz bike. Ji van çavkaniyan yek jî li ser vê erdnîgariyê pêşketina çanda xudavendiyê ye ya din jî têkbirina şoreşa jinê ye.  Dema ku em mijara dîroka nêz jî bigirin dest  em ê, tevgerên feminîst, jinên têkoşer yên ku di nava têkoşîna neteweyî de cihên xwe girtine, jinên ku gerîlayetî kirine û jinên ku di nava tevgerên civakî ya muxalîf de cihê xwe girtine  bigirin dest. 
 
Wê gavên mejin bi têkoşîna jinê bide avêtin
 
Jineolojî bingeha xwe ji têkoşîna jinê ya 30 salan digere. Jineolojî wê hemû dînamîkên civakî derxîne holê li gorî rûhê demê tevbiger. Wê bêyî ku civakê kategroîze bike civakê veguhrîne ji bo ku ji pêkhateyên xwe re xizmetê bike. 
 
Teşiya jinê vediguhere jineolojiyê
 
Jinên ku bi lêkolîna bi sedan pirtûk û çavkaniyan bi kedeke hevpar Pirtûka Destpêha Jineolojiyê derxistin holê di beşa encamê de wiha dibêjin: " Beriya bi salan çawa ku civaka exlaqî û polîtîk li daroa jinê û bi keda wê hat birêxistinkirin wê di sedsala 21'emîn de jî  şaritstaniya demokratîk; bi jina ku dibe rewşenbîr,  birêxistin dibe û bi jina ku ji bo azadiya xwe têkoşîneke bê hempa dibe bi pêş  bikeve.  
 
(mk)