Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Jinên ku serhilana xwe veguherandin berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşin (5)

Dosya Haber
Adar 04 / 2016


 

 
Serhildana jinên Tirkiyê: Jinên bi parastina cewherî diberxwedanê de  
 
JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojava û tevahî Kurdistanê jin di refên pêş ên berxwedanê de cîh digirin û hêza xwe ya cewherî derdixin holê. Jinên aliyê Tirkiyê jî parastina xwe ya cewherî dikin. Bi sedan sale Nevin, Çilem, Yasemin û jinên weke wan teslîmî hişmendiya bi navê 'qederê' hatî nîşandan nebûne û gihane rewşa sembolbûnê. Gotian Çilem ya "Jinek dema bixwaze dikare xwe ji nû ve avabike" bûye sedema berxwedana jinên ji zanîngehê heya nava kolanan. Parêzera feminist Ceren Şimşek jî ji bo parastina cewherî dibêje; "Vîna jinan derxistian holê bi serê xwe serhildaneke."
 
Di roja îro de hîna mêtîngeriya ser jinê, tindî û qetilkirin tê jiyandin. Şideta mêran a bi dewletê re bûyî yek ser jinê bê navber şer daye despêkirin. Dewlet hewildide jinan di her herêmê de pasîf dike û jinên di berxwedanê de jî qetildike. Jinên Rojava yên li hember çeteyên faşist xwe û axa xwe diparêzin ji bo jinên Tirkiyê bûne hêvî. Jin di rêya ji efsaneyan ber bi heqîqetê ve pêşdediçin.
 
Parastina cewherî bertekek bi jinên ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve rastî şidetê tên re bertek çêdike. Her diçe rêxistinbûna vê hêrs û raperînê mezin dibe. Nevin a ku ji ber mêrê tecawizciyê xwe kuştiye bi cezayê muebetê tê darezandin bi nêrînên xwe yên tuj ji xwe her tiştî vedibêje. 
 
Jin dibin sembol: Nevin, Çilem Yasemin
 
Li gundê Koruyaka yê navçeya Yalvaç a Îspartayê di 29'ê Tebaxa sala 2012'an de Çilem Nurettin Gider ê 35 salî ku bi zora çekê ew tecawîzkirî kuşt. Li Edeneyê hevserê xwe yê berê Hasan Karabulut ê ku her dem şidet li wê dikir di 14'ê Tîrmeha sala 2015'an de kuşt. Dema ku rojnamegeran pirsa 'Te çima kuşt' pirsîn bersiva; "Ma dê her jin bên kuştin. Bila hinek jî mêr bên kuştin!" da. Yasemin Çalak a ku her dem ji hevserê xwe şidet didît di 10'ê tîrmeha sala 2014'an de ew kuşt. Doza Yasemîn a ku li gel zaroka xwe di girtîgehê dene bi daxwaza cezayê muebetê berdewam dike. Dema ku Yasemin ew nekuştibana, dê wî Yasemîn kuştibana.
 
Demet li hember tecawîzê bi parastina cewherî li ber xwe da  
 
Demet Y. a 19 salî ku li gundek ê navçeya Gêla Amedê dema xwest ji Zeki Ç yê berê xwe weke nezewicî nîşandida, lê derketî ku zeweciye bê berdan rastî tehdîda tecawîz û mirinê hat. Demet ji mêrê dixwet wê tecawîzbike bi derbê kêrê birîndar felitî. Mêrê ku hewilda Demet tecawîzbike li nexweşxanê mir, Demet jî girtin û avêtin girtîgehê. Demet bi gotina; "Ger hewldanên wi yên ji bo tecawîzê nebana" li hember daraza mêran tekoşîna azadiyê dide.
 
İTU: Li hember tacîza OGB û polisan jin di çalakiyan denin
 
Di 24'ê Mijdarê de jin li hember tacîz, tecawîz û şideta mêran li Kampusa Ayazaga ya Zanîngeha Teknika Stenbolê di çalakiyan debûn. Jinan bi diruşma "li hember tacîzê parastina cewherî!" diyar kirin ku ew zanîngeha têde xwendekar, akademisyen, OGB û polîsên tacîzkar, tecawîzkar û şideta mêran heyî naxwazin. 
 
Pîrabokên Kampusê di perwerda parastian cewherî denin
 
Pîrabokên Kampusê li hember şideta mêran perwerda parastina cewherî didin û bang li jinên zanîngehê dikin ji bo parastina xwe ya cewherî beşdarî perwerdê bidin. Pîrabokên Kampusê yên ku ji jinên zanîngehê hatîn avakirin li hember şideta ser jinan û qetilkirinên jinan ên her roja diçe zêde dibin dest bi dayîna perwerda "parastina cewherî" kirine. 
 
A.U: Jinan hişmendiya DAIŞ'ê tine kir 
 
Di mehên derbasbûyî de jinên kampusa Cebeci ya Zanîngeha Enqerê li hember komek sempatizanên DAIŞ'ê yên ji 20 kesan pêkdihatin ve rastî êrîşê hatin. Jinan li hember êrîşê parastina cewherî pêkanîn û ew derxistin ji derveyî kampusê.
 
G.U: 20 jinan li hember  êrîşên 150 mêran parastina xwe kirin û ew paş de dan 
 
Jinên endamên Kolektifê ku di salên derbasbûyî de her dem li zanîngehê ji aliyê mêrên faşîst ve rastî tacîz û êrîşan dihatin li zanîngeha xwe biriyara dayîna daxuyaniya çapemeniyê girtin. 20 jinên li hember nêzî 100 mêrên dijî jinan parastina xwe ya cewherî bikaranîn û ew paşde dan. 
 
İ.U: Jin li hember tacîza OGB yê bê deng neman
 
Berî çend mehan jinên Zanîngeha Stenbolê ji aliyê endamê hêzên taybet Emrullah Beyaz ve rastî tacîzê dihatin. Her wiha peyîwirdarê OGB yê jinên xwendekar bi çekê tehdîdkirin û gotin; "Divê hun ji kesê re nebêjin." Xwendekarên jin li ser wê li dibistanê çalakî kirin peyîwirdarê tacîzkar deşifre kirin û çalakiya dengderxistinê kirin.
 
D.U: Li hember tacîzê bi hezaran kes kombûn
 
Xwendekarên konservetatuarê yên Zanîngeha Dicle ku li yurda KYK yê dimînin dema ku bi şev vegeriyan yurda xwe rastî tacîzê hatin. Xwendekarên li hember tacîzê kombûn, ber girtin wesayîta xwendekar tacîzkirî. Paşê jî bi sedan jin kombûn û meşiyan.
 
Li hember jinên parastina xwe ya cewherî dikin pergala daraza mêran  
 
Yasemîn di her qadan de gelek jinên rastî êrîşan hatî bihişmendî kiriye û rêxistinkiriye. Yasemîn li hemberî pergala deshilatiya mêran serî netewand niha jî rastî daraza mêran hatiye. Jinên rastî tecawîza mêran tên cezayê muebetê digirin, ji bo mêrên tecawîzkar jî bi têgihên weke 'sekna birêz, tehrîka bêmaf' cezayê wan kêmdike. Parêzera Feminist Ceren Şimşek helwesta darazê nirxand û diyar kir ku Tirkiye ji bo jinan her roja diçe tê rewşa welatê têde neyê jiyankirin. Ceren da zanîn ku êdî şidet û cînayetên jinan ketiye rewşek rutîn, cînayet, tacîz, tecawîz û şideta fiziki her roj berdewam dike. 
 
'Divê beşê hiquqi yê parastina cewherî bêpêşxistin'
 
Ceren destnîşan kir ku ji bo jin bikarin xwebiparêzin dibê beşê hiquqiyê parastina cewherî bêpêşxistin û wiha domand: "Parastina cewherî ji bo gelekê bi xwe rêveberiya xwe kirine. Ji bo wê jî vegera civakî û rêxistinbûnek bingehîn pêwîste. Parastina cewherî însiyatîfek civakiye ji bo hemû sivîlan."
 
'Vîna jinê derxistina holê bi serê xwe serhildaneke'
 
Ceren bilêv kir ku vîna jinan derxistina holê bi serê xwe serhildaneke û wiha dom kir: "Mêrên şidetê li jinan dikin dema tên darezandin daraz kêm dimîne. Jin li hemberî şideta mêran makanîzmayên cuda bikartînin. Parastina rewa hem li hemberî şideta mêran hêzê dide jinê û hem jî hêza wê ya cewherî pê dide hîskirin. Pêşxistina qadên rewabûnê bandorê ser mêran dike. Mînaka herî balkêş jî Şoreşa Rojava û Kobanêye. Di Rojava de pêşxistina hêzên parastina jinane. Jinên Rojava li hember çeteyên DAIŞ'ê yên tecawîzkar tekoşîna azadiyê dan û biserketin."
 
(zt)