Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Jinên ku serhilana xwe veguherandin berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşin (2)

Dosya Haber
Adar 01 / 2016


 

 
Jinên ku saltanata serdestiya zilam hilweşandin: Tevgera Jinên Tirkiyeyê
 
JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji jinên ku pirtûk nîvîsin û mecbûr man bi navê zilam derxînin heta jinên ku ji ber partiyek siyasî vekirine bi cudakeriyê hatine sûcdarkirin…. Ji meşa jinan a li hemberî lêdanê ya bi strana "Jin Hene" hata Mor Çatiyê… Ji jinên gotin "Laşê me yê me ye" heta jinên bi kom ji bo ji hevjînên xwe veqetin daxwazname dan… Tevgera Jinên Tirkiyeyê ku li hemberî zîhniyeta zilamê serdest bi gotina Fatma Nesîbe Hamin a "Heke di dema zikmakî de lepek hesin û dilek hişk dabana min, destpêkê minê serê zilaman parçe bikira" hat avakirin.
 
Li gorî daxuyaniyên fermî yên Komarê, mafê wekheviya jin û zilam ji jinên Tirkiyeyê re hatiye dayîn, bi awayekî ji jor ji jinan re maf hatiye dayîn. Na. Tevgera jinên Tirkiyeyê berovajî gotinên fermî dîrokek wan a ji wê zêdetir heye. Di dema dawî ya Osmaniyan de ku di sala 1870'an de  têkoşîna jinan a polîtîk dest pê kir di destpêka pêlên dîroka cîhanê de cih digire. Di dema ku hebûna wan jî ne dihat pejirandin de jinên ku gotin "gotinek me heye" ji bo mafên xwe yên perwerdê, kar, miras û hevberdana dest bi têkoşînê kirin. Gelek çavkaniyên wê demê vê bûyerê wekî "merheleya ketina jinan a nava civakê" pênase kirin. Jinan îtaet ne dikirin. Jinên ku pirtûk nîvîsin û mecbûr man bi navê zilam derxînin, êdî kovarên xwe derdixistin, bi civînên li dardixistin pergala serdest a zilam rexne dikirin û komele ava dikirin.
 
Di cîhana zilaman de mafên jinan vegotin
 
Dema li Ewropayê pêlên femînîst dihat nîqaşkirin, jinên Osmanî jî der barê mafên xwe de nîqaş didan meşandin. Di encama civînên ku wekî "Konferansên Spî" derbas dibû de nêzî 30 komeleyên jinan û nêzî 40 kovarên jinan hatin avakirin. Kovarek bi navê "Cîhana Zilaman" derxistin û ji zilaman re mafê jinan vegotin.
 
Fikraya Jinan a Gel bi "nijatperestiyê" hat sûcdarkirin
 
Di sala 1914'an de piştî mafê perwerdeyê yekemîn zanîngeha jinan hat vekirin. Bi îlan kirina Komarê re jinên ku xwe bi rêxistin kirine digotin "êdî dora parlementoyê ye." Beriya kesên ku îdia dikirin ku "mafê dengdayîn û hilbijartinê ji jinan re hatiye dayîn": Di sala 1923'yan de Fikraya Jinan a Gel a Nezîhe Muhîddîn hat avakirin.Ev tenê partiya ku ji jinan pêk dihatibû. Fikraya Jinan a Gel ku dixwest mafê jinan biparêze û nûnertiya wekheviyê bike, ji ber Fikraya Gel a Komarê ya bi zîhniyeta zilam dihat avakirin bi nijatperestiyê hat sûcdarkirin: "Heke jin bi karên xêrê ve mijûl bibin dê baştir bibe."
 
Jinên Pêşketî, bi Jinên Şoreşger re xwe birêxistin kirin
 
Di sala 1935'an de Rêxistina Jinan a Yekîneyên Jinên Tirk hat avakirin. Di sala 1960'an de li Rojava zayenda civakî, beriya sala 1980'an li Tirkiyeyê jî femînîzm wekî cudaker dihat dîtin. Jin dê çawa tevbigerin ji aliyê zilaman ve dihat diyarkirin û ji zayenda xwe dihatin durxistin. Herî dawî jinan Komleya Jinên Pêşketî ava kirin. Di sala 1975'an de dema komele hat avakirin 14 hezar endamên wê hebûn. Piştî Jinên Pêşketî, komeleyên sosyalîst ên wekî Komeleya Jinên Şoreşger, Yekîneyên Jinên Demokratîk, Yekîneyên Jinên Kedkar hatin avakirin.
 
Yekemîn rêxistina fermî ya femînîst: Derdora Jinan
 
Li gorî nivîsa Başak Ozcan, bi salên 1980'an re gelek mijarên ku veşartî bûn bibûn rojeva gel: Zayendî, yekemîn car jiyana tayebet bû meseleya gel û keşfa meseleya jinbûnê. Di pêvajoya heyî de darbeyan jî jin ne çewisandin û di sala 1983'yan de yekemîn rêxistina fermî ya femînîstan ji aliyê femînîstan ve hat avakirin. Derdora Jinan. Piştî avakirina Derdora Jinan, di sala1987'an de Femînîst, di sala 1988'an de jî kovara Kaktus hatin derxistin.
 
Ji meşa li hemberî lêdanê "Jin hene"
 
Di doza jina ku li Çorumê ji ber ji zilamê xwe lêdan xwar vekirî de, dadger got: "Li ser pişta jinê dar û ji zikê wê zarok kêm neke" û daxwaza ji heveqetinî red kir. Li ser vê yekê jin daketin kolanan. Ev meşa jinan piştî 12'yê Îlonê yekem meşa fermî bû. Jinan di sala 1987'an de li hemberî lêdanê kampanya da destpê kirin, nûnera femînît Fîlîz Kerestecîoglu ku niha li parlamentoyê ye mudaxilê dozê bû, piştre ji bo wê meşê strana "Jin hene" nivîsand. Ev meşa ku 2 hezar 500 jin beşdar bûn de, di xwestin stargeha jinan bê avakirin.
 
Mor Çati û Weqfa Piştevaniya Jinan
 
Di kampnayaya "Bedena me ya me ye, ji tacîza zayendî re na" ya di sala 1989'an de li Enqere, Îzmîr û Stenbolê dest pê kir deng veda. Ev kampanya di Sibata 1989'an de aliyê "Femînîstên Dawiya Hefeteyê" ku kom bibûn ve hat birêxistinkirin. Di 1988'an de li Stenbolê Hewldana Mor Çati hat avakirin. Piştre di sala 1991'an de jî ji jinên ku rastî tundiyê hatine ji bo piştgiriya zagonî, derûnî û aborî bidin Weqfa Piştevaniya Jinan a Enqereyê hat avakirin.
 
Çalakiya Radîkal: Daxwaznameyên hevberdana komî
 
Piştî Cemîl Çîçek têkildarî "Qanûna Parastina Malbatê' got; "Flort qehbet e" femînîstan di sala 1990'an de daxwaznameyên hevberdanê bi awayekî komî dan û çalakiyek radîkal pêk anîn. Di van salan de Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Zanistê ku dê ji bo pêşveçûnên akademîk bibe bingeh, di bin banê Zanîngeha Stenbolê de Navenda Lêkolînên Jinan hat vekirin. Di salên 1990'an de jinên femînîst ên di nava Tevgera Azadiya Gelê Kurd jî kovarên Roza û Jujîn derxistin.
 
Ji bo parastina jinan a ji tundiya nava malê qanûna parastinê
 
Yek ji destkeftiyên tevgera jinan, di sala 1998'an de ji bo jinên di nava malê de rastî tundiyê tên bên parastin bi qanûna hejmar 4320 a "Qanûnên Parastina Malbatê" û di sala 2001'an de bi kampanyaya tevgera jinan Qanûna Medenî hat qebûlkirin. Li Tirkiyeyê yekemîn saziya dewletê ku di majara wekheviya jin û zilaman de xebatan dimeşîne ya bi navê Midûryeta Pirsgirêkên Girtî û Statuya Jinan jî di wê demê de hat damezrandin. 
 
KA.DER û EŞÎT-ÎZ hatin damezrandin
 
Di sala 1997'an de Komeleya Pişgirîdayîna Jinan û Perwerdeyê (KA-DER) hat damezrandin. Di sala 1998'an de jî bi bangewaziya Mor Çatiyê her sal li bajarên cuda Lijneya Stargeha Jinan hatin gel hev û li ser tundiya jinan bi rêxistinên jinan re niqaş kirin. Di sala 1999'an de EŞÎT-ÎZ (Platforma Şpondina Wekheviyê) hat damezrandin. Femînîst Polîtika, Amargî, ji bo azadiyê însiyatîfa jinan di salên 90'î de di lûtkeya herî jor de bû. 
 
Li meclisê temsîliyeta herî bilind
 
Piştî di salên 2000'î de êdî jin, polîtîkayên li ser LGBT'îyan di dîrokê de temsîliyeta herî mezin di hilbijartina 7'ê Hezîranê 2015'an de bi cihgirtina 98 parlamenterên jin hat bidesxistin. Ji ber ku jin piştî qanûna di sala 1935'an de hilbijêrîn û hilbijartina jinê 9 sal li parlamentoyê cih negirt. Di 22 serdemên hilbijartinan de Temsîliyeta jinê ji sedî 3,61 bû. Hemû encam nîşan dide ku 26 serdem in ku temsîliyeta jinê kêm e û meclis bi zîhniyeta baviksalariyê hatiyê û tê birêvebirin.
 
Ji Fatma Nesîbe Xanim ber bi pêşerojê ve
 
Di civîna Konferansên Spî de Fatma Nesîbe Xanim hevokek bi kar anî û wiha got: "Tirkiye enerjiya Tevgera Jinê pêk tîne. Heke di dema zikmakî de lepek hesin û dilek hişk dabana min, destpêkê minê serê zilaman parçe bikira" 
 
Sibe: Ji dîrokê heta roja îro têkoşîna jinên kurd
 
(mb/rc)