Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Ji komploya 17 salan re 'bûyîna kûlîlka zinaran' (6)

Dosya Haber
Sibat 14 / 2016


 

 
'Divê hemû gel li derdora projeya netewa demokratîk bicivin'
 
JINHA
 
BEHDÎNAN - Ji Koordinasyona PAJK'ê Bêrîtan Dêrsim komploya navnetewiya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî kirin nirxand. Bêrîtan diyar kir ku îro li hemberî komployê alaya berxwedanê li Cizîr, Silopî, Gever, Sur û her çar aliyê Kurdistanê diheje û bang li her kesê kir ku li derdora netewa demokratîk bicivin.
 
Ji Koordinasyona PAJK'ê Bêrîtan Dêrsim komploya navnetewiya di 15'ê Sibata sala 1999'an de ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî kirin ji ajansa me re nirxand. Bêrîtan destnîşan kir ku komplo mudaxeyela Rojhilata Navîn bûye û wiha domand: "Ev planek li gorî berjewendiyên hêzên deshilatiyê ser herêmê bûye. Bêguman di berxwedana 17 salan de komplo vale hatiye derxistin. Bi guherînên staratejik ên Rêbertiya me li Îmralî despêkirî projeya netewa demokratîk li herêmê bûye hêza herî bi bandor. Armanca komployê astengkirina vê bû, lê biserneket û vale derket."
 
'Li hemberî komployê tekoşîn berdewam dike'
 
Bêrîtan da zanîn ku rola herî giring di valederxistina komployê de Abdullah Ocalan û di xeta fedayîbûnê de yên çalakî kirin û bêmirin bûn girtin ser milê xwe û wiha berdewam kir: "Alaya tekoşînê îro li Cizîr, Silopî, Gever, Sur û her çar aliyê Kurdistanê diheje. Berxwedana ku di sala 99'an de li hemberî komployê pêşket û asta ku tekoşîna me gihayê, deskeftiyên me îro li Bakurê Kurdistanê, Rojava û Şengalê gihane serketinê. Îro yên li hemberî berxwedana gelê kurd bêdeng mayîn, heta yên alîkariya TC'ê dikin, yên di komploya 15'ê Sibatê de rol girtine. Li ber çavê hemû cîhanê bi awayê dermirovane gladyoya AKP'ê kurdan qetildike, yên li hemberî vê bêdeng dimînin dê sibê dema serketina kurdan de şermê jiyan bikin. Hesabê wê nakin, di qetilkirina kurdan de hevkariyê dikin."
  
'Dê AKP hesabê komkujiyê bide'
 
Bêrîtan bilêv kir ku ji 24'ê Tîrmehê heya niha li hemberî êrîşan berxwedan mezin bûye û li ser welatparêzan komkujiyan dikin, yên li hemberî van komkujiyan çavê xwe digirin û bê deng dimînin hevkarê wanin û wiha dom kir: "Herî dawî di nava 3 rojan de 72 mirovên me weke Hîtler bi ser Yahudiyan aniyî bi hovane qetilkirin. Hevala me ya jin qetilkirin û bedena wê tazî kirin. Bi van nêzîkatiyan gladyoya AKP'ê dixwaze çavê jinan û gelê kurd bitirsînin. Lê dê AKP hesabê vê qat bi qat bide. Divê yên vê êşê bi gelê me dayî jiyankirin ji hêrsa jin û ciwanan a tolhildanê bitirsin."
 
'Em berxwedana Cizîrê ya topyekun silav dikin'
 
Bêrîtan derbirî ku weke sala 99'an li Cizîr û Surê gelê kurd û jin bi bihayê wê canê xwe didan li ber xwe dan û wiha pêde çu: "Em berxwedana Cizîrê silav dikin. Em hevalên xwe û welatparêzên di vê berxwedanê de şehîd ketine bi minet bibîrtînin. Şehîdên me yên berxwedanê perspektîfa tekoşînê ye ji bo me. Ya milîtanên vê tevgerê bigire dest rêya tekoşînê ye. Dê tola wan hevalên me bên hilanîn bi misîlemeyê. Divê her kes vê bi vî awayî bizane. Dê êrîş weke îro despêkirî sibê jî berdewam bike. Em weke tevger bi ceribandin û tecrubeyên xwe yên çil salan emê li hember êrîşan li ber xwe bidin û em xwediyê hêza gihana serketinê ne, ji her demê zêdetir. Em civakek bihêz a xwediyê tecrubeyên serhildanê ne. Em dizanin ku gelê kurd bi vîn û xwediyê giyana serhildanê ye. Dê li hember tiştên tên jiyankirin bêdeng nemîne. Divê her kesên ku ji xwe re dibêjin em mirovin di vê pêvajoyê de bi rehetî di mala xwe de razanê heram bikin."
 
'Heya bidestxistina statoya xwe tekoşîn berdewame'
 
Bêrîtan da zanîn ku tekoşîna li Rojava û Bakur tê meşandin tekoşîna mirovahiyê ye û wiha axivî; "Ji niha û şon de hêvî û îdiaya her kesê ya serketinê heye. Beşek mezin komploya navnetewî vala hatiye derxistin, lê em nikarin bêjin bi giştî vala hatiye derxistin. Ji ber li herêmê şerek giran heye. Şerê Cîhanê yê 3'emîn dikare bê gotin û navenda şer jî kurdin. Hêza kurdan a diyarker ji aliyê her kesê ve tê pejirandin. Her kes hesabên cuda ser kudan dikin, lê me weke xeta sêyemîn xwe daniye holê. Em heya niha bi ti hêzan re tevnegeriyane, emê tevnegerin, me heya niha xeta xwe ya bê alî parastiye. Xeta sêyem, xeta gelan, şatî û demokrasiyê ye. Heya dawiyê jî dê ev bi vî awayî be. Xweserî û nêzîkatiya me ya li konfederalîzma demokratîk stratejîke ne textîkiye. Ji bo wê jî heya çareserî neyê lidarxistin û stato neyê pejirandin dê tekoşîna me berdewam bike."
  
'Divê hemû gel li derdora projeya netewa demokratîk bicivin'
 
Bêrîtan herî dawî wiha got; "Di rastiyê de em îro dikarin bi rehetî bêjin komplo valehatiye derxistin. Ji ber asta ku gelê kurd gihayê nîşan dide ku komplo vale hatiye derxistin. Lê divê projeya netewa demokratîk li her deverê bê avakirin. Ji bo wê jî divê hîn zêdetir tekoşîn mezin bibe û bê belavkirin. Hemû gelên tên perçiqandin, mêtînger kirin û weke yên dinê tên dîtin li dora vê projeyê bicivin. Gavên giring hatin avêtin. Deskeftiyên giring hatin bidestxistin. Lê heya ev proje li her derê serwer debe dê tekoşîna me berdewam bike."
 
QEDIYA
 
(zt)