Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Ji komploya 17 salan re 'bûyîna kûlîlka zinaran' (4)

Dosya Haber
Sibat 13 / 2016


 

 
'Em ji Rêber Apo hînbûn, jiyan berxwedane' 
 
Şevîn Şervan/ JINHA
 
QAMIŞLO - Di pêvajoyên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rojava bû gelek jin ji nêzve dîtin û tevlî perwerdeyê wî bûn. Yek ji wan jinan Necah Gulo ye. Necah got, "Em ji rêbertiyê xwe hînbûn ku jiyan berxwedane. Serkeftin wê ya gelê Kurd be. Tecrîda li hember Rêber Apo ez ne tenê şermezar dikim, lenet jî dikim. Heya dilopê xwîna xwe yê dawî em ê doza Rêbertiyê xwe bişopînin."
 
Derbarê salvegera 17. a komploya navnetewî yê li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan me bi Necah Gulo yê Rojavayî re axivî. Necahê ku tevlî perwerdeya Abdullah Ocalan yê li Rojavayê Kurdistanê bûye, bîranînê xwe yê wê demê bi mera parve kir. Necah diyar kir ku piştî perwerdeyê ku Abdullah Ocalan daye wan ew di nava xebatê de çalak bûye û wiha got, "Dema ku Rêber Apo bi komployek xayînê dîlgirtin û radestî dewletê Tirkiyê hat kirin, min mirina xwe hîskir. Min bawer nekir û hema televîzyonê vekir. Piştî min dît êdî min nekarî rondikê çavê xwe bigrim."
 
'Dema ku min Rêber Apo dît gelek bi heyecanbûm'
 
Necah wiha qala hevdîtina yekem ya ligel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir, "Dema ji min re gotin tunê Rêber Apo bibînê min bawer nedikir ku ewqas bi hêsanî bibînim. Min Rêber Apo di sala 1990'an de dît, wê demê 15 hezar kes ji bo dîtina wî hatibû. Me heyecanê dîtina wî jiyan dikir, ew heyecan li gel wî jî hebû. Ji bo ku ez bi dîtina xwe bawer bim, min ji hevala kêleka xwere got destê min biştîne. Rêber Apo li ser Kurdbûnê peyivî. Kurd kîne, çine û divê çawan bibin xwedî vîn û hêz, li ser van mijaran ji mera civîn pêk anî. Civîn 4 saetan domkir. Piştî civînê yek bi yek re mijûl bû û axivî."
 
'Min hîskir ku wek jinek dikarim her tiştê bikim'
 
Necah anî ziman ku Abdullah Ocalan bi malbatê kesên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane hevdîtinek taybet kiriye û wiha pêde çû, "Rêber Apo xwast bi malbatê şehîdan re hevdîtinek taybet pêk bîne. Ez jî yek ji wan malbatan bûm. Em tev li qadê kom bûn. Dema ku Rêber Apo hat tevahî jin bi tilîlî û çepik pêşwazî kirin. Rêber Apo ji mera got karê jinan ne tenê zarok xwedî kirine divê bi aweyek çalak cihê xwe di nava xebatê de bigrin. Rêber Apo ji mera got 'eger tiştek ji destê we neyê di nimêjê de dua bikim û kesên li deriyê we dan paşde venegerînin.' Ez heftiyek li ba Rêber Apo mam. Wê demê min wate da hebûna xwe. Min hîskir ku wek jinek dikarim her tiştê bikim."
 
'Coşek mezin dida me'
 
Necah da zanîn ku piştî dîtina Abdullah Ocalan ew xurtir tevlî xebatê bûye û wiha berdewam kir, "Şansek bi destê min ket û di sala 1997'an de ez dubare çûm ba Rêber Apo. Bi çûyîna xwe ya duyem re Rêber Apo xwast ku ez tevlî perwerdê bibim. Ez û kurê xwe di heman akademiyê de man. Di wê perwerdê de Rêber Apo li ser îxanet û berxwedaniyê rawestiya û divê em axên xwe çawan biparêzin ji mera vegot. Rêber Apo qala hevjînê min yê şehîd kir û ji min re got 'divê kes te bi navê wî nasneke û neyne bîra xwe. Ewqas sal tu di nava xebatê deyî û kardikî divê her kes te bi navê te nasbike.' Ez di perwerdê de 4 heyv mam. Ez kîjan hevok ji bo Rêbertî sazbikim dê kêm bimîne. Raman, bîrdozî, şêwayê dayîna perwerdê wî, gelek cûdaye. Ne kesek wek wî bê ser rûyê cîhanê ne jî dê bê. Hevaltiyê Rêber Apo ya li gel mirovan dihêşt mirov pê were girêdan û jê coşek mezin bigrê. Li ser perwerdehiya jinan gelek disekinî û digot 'eger jinek ranebe ser piyan, ew civak jî nikare rabe ser piyan."
 
'Dema min dîlgirtina Rêber Apo bihîst, min mirina xwe hîskir'
 
Necah bilêvkir ku piştî perwerdê ew ji Şamê veqetiyane û wiha dirêjî da gotina xwe, "Me piştî demek bihîst ku Rêber Apo ji Şamê derketiye û me nezanî kuve çûye. Rêber Apo ji bo me her tişt bû. Dema ku Rêber Apo bi komployek xayînê dîlgirtin û radestî dewletê Tirkiyê hat kirin, min mirina xwe hîskir. Min bawer nekir û hema televîzyonê vekir. Piştî min dît êdî min nekarî rondikê çavê xwe bigrim. Me li Qamişlo kon veda û dest bi grevê kir. Tevahî malbatên welatparêz li wir hatin ba hev, ji bo em agahî bistînin her me pirs dikir. 15'ê Sibatê ji bo me rojek reşe. Rêber Apo ji tinebûnê hebûn avakir. Hebûna Rêber Apo tê wateya hebûna mirovahî û gelê Kurd. Di şexsê wî de me Kurdbûna xwe naskir."
 
'Kes nikare me ji Rêbertî qut bike'
 
Necah bertek nîşanî pêk anîna tecrîda li ser Abdullah Ocalan da û wiha dawî li gotina xwe anîl, "Rêber Apo projeyê aştî û demokrasiyê danî holê. Lê belê AKP'ê polîtîkayên xwe ên komkujiya Kurdan xist dewrê. Kurd bi komkujiyan wê tine nebin. Em ji Rêbertiyê xwe hînbûn ku jiyan berxwedane. Serkeftin wê ya gelê Kurd be. Tecrîda li hember Rêber Apo ez ne tenê şermezar dikim, lenet jî dikim. Heya dilopê xwîna xwe yê dawî em ê doza Rêbertiyê xwe bişopînin."
 
Sibê: Endama Koordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Dêrsim û Hevseroka Kongreya Netewên Kurd Nilûfer Koç nirxandina 15'ê Sibatê.
 
(rc)