Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Ji komploya 17 salan re 'bûyîna kûlîlka zinaran0' (3)

Dosya Haber
Sibat 13 / 2016


 

 
Janet Biehl: Pêdiviya me bi lezgînî ji fikrên Ocalan re hene
 
JINHA
 
NAVENDA NÛCEYAN - Zanyar û nivîskarê ekolojîyê Janet Biehl, destnîşan kir ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de aştî hatiye tecrîd kirin û wiha got: "Niha bi lezgîn pêdiviyên me bi dengê wî heye. Herî zêde niha pêdiviya me bi wî heye. Bêdengiya Ocalan perçekirina hêz û potansiyeliya wî ye."   
 
Zanyar û nivîskarê ekolojiyê yê Enstîtuya Ekolojîk a Civakî ku li  DYA'yê li ser azadiya ekolojiyê xebatê dimeşîne Janet Biehl, niha wekî hunermendê dîtbariyê li eyaleta Vermontê dixebite. Janet, di sala 2014'an de li gel heyeta akademisyenan çû Rojava. Ji bo di navbera 14 û 17'ê sibata 2016'an de biçe Îmraliyê li gel akademisyenan seri li Wezareta Dadê da û xwest bi Ocalan re hevdîtin bike. Janet, der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şerê AKP'ê ku li bakurê Kurdistanê xistiye meriyetê ji ajansa me re axivî. 
 
*Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komploya navneteweyî hat girtin û anîn Tirkiyeyê. Li ser Abdullah Ocalan tecrîdek giran heye. Hûn vê tecrîdê çawa şirove dikin? 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di Adara 2013'an de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêvajoyek nû da destpêkirin. Du salan diyalog pêk hatin û heviya ji muzakereyan pir zêde bû. Lê piştî HDP'ê di 7'ê Hezîranê de benda ji edî 10 derbas kir û ket meclisê AKP'ê ji bo otoriteya xwe ev yek red kir û paşve kişiya. AKP'e piştî vê pêvajoyê dawî li aştiyê anî bajarên kurdan bi leşker û polîsan degirkir. Ji bo şer pêş bixe li maneyekê geriya. Ciwanên diçûn Kobanê li Pirsûsê qetil kir. Li Serêkaniyê 2 polîs hatin kuştin. Piştî vê yekê her tişt hat guhertin. Li dijî kurdan kolan qedexe kirin û biryara "Lê bide" stendin. Li dijî kurdan kampanya terorê dan destpêkirin. 
 
'Pêdiviya me bi dengê Ocalan heye'
 
AKP'ê Îdîa kir ku pêvajoya aştiyê bi dawî bûye û sucdarê vê yekê PKK'ê ye. Di 28'ê Çile de Cigirê Serokweîr Yalçin Akdogan, îdîa kir ku ne AKP'ê PKK'ê 'Îxanet' li pêvajoya aştiyê kiriye. Ji ber vê yekê Cîgirê Serokdewletê DYA'yê Joe Biden, Tirkiye ziyaret kir. Di vê ziyaretê de Biden hat îknakirin ku PKK rêxistina terorê ye. Dibe ku li DYA'yê kuştina polîs û leşkerekî sûcekî hîn girantir e. Ger ku hevdîtina bi Ocalan re bidomiya dê ji bo aştiyê hêzek mezin bûya. Niha bi lezgîn pêdiviya me bi dengê Ocalan heye. Herî zêde pêdiviya me niha bi Ocalan heye. Bêdengkirina Ocalan perçekirina hêza aştiyê ye. 
 
*Hûn dorpêç û ablukaya li Bajarên Kurdistana Bakur çawa şirove dikin? 
 
Bi qasî ez dizanim Dewleta Neteweya Tirk pir navendî ye. Ocalan fam kir ku ev hişmendî tu carî pirsgirêka kurd û tirkan çareser nake. Ji ber vê yekê pergala xweseriya demokratîk pêşniyar kir. Xwest rêveberiyên herêmî biryara xwe bidin. Pêşniyara Neteweya demokratîk pêş xist. Di civîna KCD'ê ya 15'ê Tirmehê de jî ev encam derket. 
 
'Daxwaza xweseriya demokratîk mafê kurdan e'
 
Navendîbûna Amed ne ew qas pergalek mirov bitirse. Li gelek welatan rêveberiyên herêmî pêş ketine. Li Almanyayê û DYA'yê jî heman pergal heye. Mafê kurdan jî heye vê pergalê daxwaz bikin. Selahattin Demirtaş ji ber ev pergal parast niha bi îxanetê tê tawanbarkirin. Ji berk u kurdan ev pergal daxwaz kir dewletê ew wekî cudakar sucdar kirin. Ev yek li hesabê Erdogan jî hat. 
 
*Em bûn şahîd ku di jêrzemînên avahiyên li Cizîrê de bi dehan kes hatin qetilkirin. Berteka we ya li hemberî vê yekê çiye?
 
Niha her tişt ji kontrolê derketiye. Niha dewlet raste rast li ser kurdan hovîtiyê dike. Li ser kurdan konsepta îmhayê xistiye meriyetê. Li hemberî  vê yekê kurd çima di ber xwe nedin. Ger ku kurd li hemberî vê yekê di ber xwe nedin dê bên kuştin. Birîndar li nêzî nexweşxaneyan terkî mirinê tên kirin. Mamoste Ayşe di bernameya Beyazit Ozturk de got "Bila mirovên din neyên kuştin' hat linçkirin. Niha tirkiye xetimiye. Divê hemû cîhan bertek nişanî vê yekê bide. Divê welatên NATO û YE li dijî vê helwesta Tirkiye derkevin. 
 
*Em dibînin li Kurdistana Bakur her kes dibe hedefa dewletê. Herî zêde jin dibin hedef. Çima herî zêde jin li Kurdistanê dibin hedefa dewletê?
 
Raste hêzên dewletê 3 jinên siyasetmedar Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar qetil kirin. Ez dizanim jin ji mêran bêtir dibin hedef û qetilkirin. Ji ber jin êdî li hemberî pergala serdestiyê serî radikin. Ji ber ku êdî jin xwedî vîn in û li dijî zilmê serî natewînin. Tirkiye xwedî pergala baviksalar e. Jinê kurd li dijî pergala baviksalar e. Jinê kurd, hevşaredarên kurd, şervanên YPS-Jin li dijî vê pergalê têdikoşin. Ji ber vê yekê dibin hedef. Ez hewldanên JINHA yên ji bo jin di rojhilata navîn de pêş bikevin pîroz dikim. 
 
*Li gorî we çima PYD'ê tevlî civîna Cenevreyê nekirin? 
 
Pir zelal Tirkiye nexwest PYD'ê tevli civîna Cenevre bibe. Tirkiye wekî endamê NATO gotina dawî got. Lê kurdan di pergala Rojava de gavek pir mezin avêt. Êdî neqebûlkirina kurdan şerm e. Kurd bi sedsalan in hatin înkarkirin û yekem car di qada cîhanê de cihê xwe digirin. Cîhan dibînin ku kurd serî li hemerî zilmê natewînin. Kurd demokrasi, edalet, wekhevî û aştiyê dixwazin. 
 
Niha li Sûriyê şerê navxweşî heye. Di navbera rejîmê û hêzên muxalif de şerek heye. Di navbera Tirkiye, Erebîstan, îran û Katarê de şerê taşaronê heye. Niha hêza şerê sar DYA û Rusya derket. DYA piştî şerê kobanê êdî piştgiriya hewayî dide YPG/YPJ'ê. Ji 30'ê îlonê û şûnde Rusya êrîşên hawayî pêk tîne. Erdogan şaşiyek mezin kir ku balafira Rusyayê xist. 
 
*Herî dawî tiştê ku hûn bixwazin bêjin heye?
 
Ez wekî welatiyekî DYA'yê tevgera hikûmeta DYA'yê ji nêz ve dişopînim. Gelek caran DYA'yê xeyalên kurdan şikandin. Gelek caran îxanet li kurdan kiriye. Obama mirovekî hestiyar e. Ji ber vê yekê ez wate nadim Erdogan mutefik qebûl dike. Ez wate nadim ku li hemberî hovîtiya li hemberî kurdan bêdeng dimîne. 
 
Emîreqayên zane dizanin ku kurd li dijî DAIŞ'ê bi çekên biçûk şer dike. Ez hevî dikim ku dê rojekê DYA piştgiriyek rast bide kurdan. 
 
(mae/rc)