Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Ji komploya 17 salan re 'bûyîna kûlîlka zinaran' (2)

Dosya Haber
Sibat 12 / 2016


 

 
Eren Keskîn: Tevî tecrîdê dixwazin aloziyê kûr bikin
 
Sarya Gozuoglu/JINHA
 
STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployek navnetewî di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyê. 17 sal ser komploya 15'ê Sibatê re bihûrî. Parêzer Eren Keskîn pêvajoya komployê nirxand û got, "Tirkiyê bandora Abdullah Ocalan ya li ser Kurdan dizane û ji ber polîtîkayên xwe yê bi aloz, naxwazin Abdullah Ocalan bidin axaftin."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployek navnetewî ji paytexta Kenya Nairobî anîn Tirkiyê. Ser komploya navnetewî 17'e sal dibore. Ji 5'ê Nîsanê ve destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan bi Heyeta Îmraliyê re hevdîtin pêk bîne û di şertên tecrîda girankirî de tê girtin. Piştî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployek radestî Tirkiyê hat kirin, 17'e salin gelê Kurd ji bo azadiya Abdullah Oclalan çalakî pêk tîne û li berxwe dide. Parêzer Eren Keskîn pêvajoya komployê nirxand û diyar kir ku bi girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Tirkiyê û Kurdistanê tundî û şîddet belav bûye û wiha got, "Gelek ji me 6 heyv nekarî biçe malên xwe, li kolanan em rastî êrîşan hatin. Pêvajoyek giranbû û li gorî me wê demê Girtîgeha Îmraliyê girtîgehek taybet bû. Li gorî rêgezê hiqûqê Tirkiyê hatibû amede kirin û ne li gorî hiqûqên hûndirîn dihat rêveberin."
 
'Girtîgeha Îmraliyê ji serî ve xwedî biryarê mekanîzmayê milîterbûnê ye'
 
Eren bi bîr xist ku piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployek rêkirin Girtîgeha Îmraliyê, ti agahî ji dozgere girtîgehê ne hat girtin û wiha berdewam kir, "Li gorî hiquqê nivîskî, dozgerê berpirsyar digot 'em ne berpirsyarin'. Dema ku me dipirsî kî berpirsyare kes agahî ne dida me. Di serî de bi aweyek vekirî diyar bû ku Girtîgeha Îmraliyê xwedî bingeh û biryarên mekanîzmayê milîterbûnê ye." Eren da zanîn ku ew ji serî de ferq kirine ku Girtîgeh xwedî bingehek mîlîtarbûnê ye û wiha pêde çû, "Bê guman pêvajoyên piştî wê jî di nava aloziyên mezin re borî. Lê belê dewlet vê yekê baş dizane; Pirsgirêka Kurd bêy Ocalan û PKK'ê çareser nabe. Ji ber vê pêvajoyek a aştî jî hat despêkirin. Kengî ev pêvajo hat xitimandin alozî û şer despêkir."
 
'Kurdistanê ku hat perçekirin dest bi hesap pirsînê kir'
 
Eren bilêvkir ku bi pêvajoya anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyê re, gelê Kurd bûn xwedî hêzek li Rojhilata Navîn û wiha dirêjî da gotina xwe, "PYD'ê ji tevgerek hindir zêderit nûnertiya hêza gelê Kurd yê navnetewî dike, ev yek jî Tirkiyê gelek bi hêrs dike. Ji ber vê serî li ewqas şîddetên mezin dide. Lê belê Kurdistanê ku hat perçekirin dest bi hesap pirsînê dike. Ewqas bê mafî pêk hat û gelê Kurd kirin netewek bindest. Xwestin ser axê wan bi xwîna wan paqij bikin." Eren diyar kir ku ligel her êrîşê gelê Kurd ser piyane û got encama têkoşînê îro ji vê berxwedanê digre.
 
'Tecrît her dem hebû'
 
Eren destnîşan kir ku tecrît di 17. salê xwe de, di şertên giran de dewam dike û wiha pêde çû, "Divê em pêvajo ji anîna Ocalan a Tirkiyê û pêde binirxînin. Ji ber ku tecrît her dem hebû qet bi dawî nebûye. Astê wê hat guhertin lê her dem tecrît hebû. Tirkiyê bandora Abdullah Ocalan ya li ser Kurdan dizane û ji ber polîtîkayên xwe yê bi aloz, naxwazin Abdullah Ocalan bidin axaftin."
 
'Di komkujiyan de Ewropa û NY'î berpirsyare'
 
Eren anî ziman ku li gel Tirkiyê, Ewropa û Netewên Yekbûyî bi îmzekirina hevpeymanê bûne alîgirê suçê û wiha domkir, "Ji ber ku roja îro pazariyê li ser canê koçberan dikin û dengê xwe ji Tirkiyê re dernaxin. Halbûkî Tirkiyê li gorî hevpeymanên netewî a ku îmzeyê xwe li bin avêtine tev nagere û li Kurdistanê suçê mirovahî pêk tîne. Komkujiyê ku li Cizîrê tê jiyan kirin li ber çavê tevahî cîhanê diqewime û qet kes di raya navnetewî de nabêje 'bese'. Ez difikirim ku tevahî cîhan li hember gelê Kurd deyndare."
 
'Hember DAIŞ'ê Tirkiyê û tenê hêza ku Kurdistanê diparêze tevgera Kurde'
 
Eren diyar kir ku polîtîkayên tecrît û komkujî wê encam nede û wiha got, "Dewlet dixwaze balê her kes bikşîne ser Kurdistanê û PKK'ê wek rêxistinek terorê nîşan bide. Her wiha dixwaze bide gotin ku 'PYD'ê aliyek a PKK'ê ye û ew jî terorîste'. Lê belê ti tişt wê bi dexwazê Tirkiyê rêve neçe. Ji ber ku jiyan bi nêrînê Tayyîp Erdogan ve dewam nake û cîhanek din jî heye. Îro pêşbirê me rêxistinek hov yê DAIŞ'ê heye, halbûkî PYD'ê mirovên ku li Tirkiyê dijîn jî ji hovîtiya DAIŞ'ê diparêze. Li hember DAIŞ'ê a ku di rastiyê de gelê xwe diparêze tenê hêzê PYD'ê ye. Tirkiyê jî vê yekê baş dizane. Ji ber vê şûna aciziya xwe bîne ziman, rêxistina PKK'ê li Kurdistanê wek rêxistina terorê bi nav dike û dixwaze her kes wiha bihizire."
 
Sibê: Nivîskara Ekolojî Janet Bîehl: Pêdiviyê me bi ramanê Ocalan heye
 
(rc)