Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Ji komploya 17 salan re 'bûyîna kûlîlka zinaran' (1)

Dosya Haber
Sibat 12 / 2016


 

 
Hesabê deshilatan li Îmraliyê xirabû
 
JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komploya 15'ê Sibatê ya ku weke xalek reş derbazî dîroka kurdan bûye, di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi berxwedana gelê kurd di nava 17 salan de vale hatiye derxistin.
 
Di 15'ê Sibata sala 1999'an de bi komployek navnetewî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyê kirin. Gotina Serokwezîrê Demê yê Tirkiyê Bulent Ecevit a "Ez tênegihiştim çima Apo teslîmî me kirin" armancên komployê derxist holê. Di kampanyaya "Kes nikare Roja me tarîke" de gelek çalakiyên rewa hatin kirin. Çalakiyên di kesayeta Taylan û Bêrîtan, Totinda û Kurdê, Evrim Deniz û Mahsum Karaoglan û Esen Aslanan de hatin pêşxistin bûn mertalên demê. Gelê ku bi pêşengiya jinan li derdora Abdullah Ocalan kilîtbûn û bi komkujiyê re ru bi ru man, nirxê azadiyê gihandin ronahiyê.
 
'Hunê çawan bimilyonan mirovan di nava odeyek teng de bigirin?'
 
Hinek gotinên Abdullah Ocalan ê sedema hêvî û azadiya gelê kurd ên ji bo komployê wiha ne; "Hunê çawan bikarin bi milyonan mirovan di nava odeyek teng de bigirin? Bi rastî weke Rêberê Netewiyê Kurdan di ketina girtîgehê de min xwe aniye rewşa senteza milyonan. Gel jî wiha dizane."
 
Hesab li Îmraliyê vala derket
 
Komploya navnetewiya di dîrokê de nehatî dîtin di kesayeta Abdullah Ocalan de ser tevgera azadiya kurd û gelê Kurdistanê kirin. Ji hesabên ABD'ê heya hesabên AB, welatên ereban, Îsraîl û Rusyayê hesabên gelek hêzên siyasî di komploya di kesayeta Abdullah Ocalan de ser deskeftiyên tekoşîna gelê kurd ya salan de hebûn. Abdullah Ocalan dibin şertên giran ên tecrîda li Îmralî 17 salin berdewam dike de bi helwest, sekin û jiyana xwe hemû hesabên hêzên navnetewî vala derxist.
 
'Armanc despêkirina şerê tirk-kurdane'
 
Hevseroka Konseya Rêveberiya KCK'ê Besê Hozat di nirxandinên xwe yên sala 2014'an ser komployê de wiha gotibû; "Di rastiyê de komploya 15'ê Sibatê li hemberî Tirkiyê hatiye kirin. Dê bandora vê komployê bi sed salan berdewam bike, ev darbeyeke. Dema ku hêzên navnetewî nikarîn Rêber Apo bi fîzîkî tinebikin, vêcarê jî teslîmî Tirkiyê kirin. Tenê armancek a hêzên navnetewiyên komplogerên CIA û MOSSAT ê serkêşî dikirin hebû, ew jî despêkirina şerê sed salan nava kurd û tirkan debû. Di heman demê de ev komplo li hemberî tirkan hat pêşxistin."
 
Berxwedanê komploya berdewam dike vala derxist 
 
Nirxandinên Besê Hozat ên sala 2014'an ser komployê tam jî van rojan îfade dike. Komploya ku di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dan despêkirin îro li çar aliyê Kurdistanê bi êrîşan berdewam dike. Dema ku di çarçoveya komployê de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Rojava kirin û li wê derê bi berxwedana kurdan planên wan valaderket, piştî 7'ê Hezîranê jî li Bakurê Kurdistanê polîtîkaya şer dane despêkirin. Ev polîtîkaya şer jî gav bi gav Tirkiyê ber bi şerê navxweyî ve dibe. Hêzên dewletê li hemberî kurdan hemû qayîdeyên şer binpêkirine û bi hovane êrîş dikin. Ev êrîş li Cizîr, Nisêbîn, Sur û Silopî rastî berxwedana gel a bi pêşengiya jinan tê û vale hatiye derxistin.
 
'Jin di azadiya Rêber Apo de kilît bûne'
 
Endama Koordinasyona KJK'ê  Ayten Dersim jî di 16'emîn salvegera komployê de ev nirxandin kirine; "Çemên azadiya kesan û gelan avdidin ên diherikin di okyanosa Rêber Apo de gihane hev astengiyan nasnakin û tekoşînê hîn mezintir dikin û bênavber diherikin. Di serî de gelê kurd û hemû gelên dinê bi pêşengiya jinan di azadiya Rêber Apo de kilîtbûne. Belê ev wiha di demek kin de pêknehat. Rêberê me yê bûyî bersiva dîroka gelanû daxwazên wan dema ku di vê oxurê de tekoşîn da û bê navber meratona tekopînê bê teredut berdewam kir."
 
Berxwedan berdewam dike
 
Di bejayiya Mezopotamya ya ku herikîna çemên Dicle û Fıradê diyarkirî de kurd bi salan mehkumî çewisandinê hatine kirin. Li hemberî wê çewisandinê çanda tekoşînê bi kurdan re pêşketiye. Kevneşopiya berxwedana gelê kurd di rupelên dîrokê de pêvajoyên berxwedanê jiyan kirine. Îro jî bi wê kevneşopiya berxwedanê di denê xwe li cîhanê dayîna bihîstin de serketiye.
 
(zt)