Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Bi pêşengiya berxwedana jinan azadiya Kobanê... (3)

Dosya Haber
Çile 26 / 2016


 

 
'Tevahî hêzên ku piştgirî dan DAIŞ'ê li Kobanê têk çûn'
 
Jînda Asmen/JINHA
 
ŞENGAL - Li hember êrîşê çeteyên DAIŞ'ê di encama berxwedana 4 heyvan de 26'ê Çileya 2015'an rizgariya Kobanê hat îlan kirin. Serkeftina Kobanê, wek dîroka sedsal yê berxwedanê derbasî dîrokê bû. Rizgarkirina Kobanê dewama têkoşîna azadiyê bi bingehên xurt cihê xwe avakir. Fermandara YPJ Şengal Raperîn Engîzek salvegera rizgariya Kobanê nirxand. Raperîn diyar kir ku berxwedana Kobanê nayê wateyê tenê şerê bajêr û wiha got, "Şerek li hember tevahî pergalê serdest û zîhniyeta desthilatdariyê bu. Felsefeyê jiyanê ye. Ev felsefe Rêbertî avakir. Heya roja îro gel her dem hatine dagirkirin û tundî li wan hatî kirin. Li hember vê dagirkeriyê li Kobanê têkoşîn û berxwedanek mezin li hember hember zîhniyeta desthilatdar hat dayîn. Berxwedana Kobanê ji bo tevahî gelan bû sedema bawerî û avabûna hêviyên nû. Têkoşîna 40 sal yê ku Kurd didin, ligel tevahî zehmetî heya roja îro berdewam dike, Kobanê jî wek têkoşîna bi hêz yê pratîkê derket holê."
 
'Civak tev cihê xwe di berxwedanê de girt'
 
Raperîn destnîşan kir ku di berxwedana Kobanê de tevahî civak cihê xwe girtiye û wiha berdewam kir, "Jin, zarok, mêr, ciwan, kal, pîr, dayîk û bav bi tevlîbûna berxwedanê re dîroka berxwedanê neqişandin. Ji ber vê em dibêjin Kobanê wateya wê gelek girînge. Li aliyê din erdnîgariya wê stratejîke. Ji bo Efrîn û Cizîrê rola pirê dileyze. Dijmin bi zanabûn Kobanê hedef girt, ji ber Kobanê navenda bîrdoziya Rêber Apo bû. Dixwastin Kobanê tine bikin. Ji ber nedixwastin Cizîr û Efrîn bighêje hevdû êrîşek giran li hember Kobanê pêk anîn. Çeteyên DAIŞ'ê bi van stratejiyan êrîşê Kobanê kirin û xwestin encam wiha bigrin."
 
'Zîhniyeta kapîtalîsta modern DAIŞ'ê avakir'
 
Raperîn da zanîn ku êrîşên hember Kobanê ne tenê bi hêzê DAIŞ'ê pêk hatiye û wiha pêde çû, "Bi taybet kî DAIŞ derxist holê, kî piştgirî da û kîjan zîhniyet DAIŞ'ê avakir? Her wiha çima bi ser gelê Kurd ve hatin şandin. Ev ji bo me pirsên girîngin. Ev yek tê wateya ku DAIŞ bi yek carê vê derneket holê. Zîhniyeta kapîtalîsta modern DAIŞ'ê avakir. Piştgiriya xwe ji wir girt. Ji ber dixwest bi tenê desthilatdarî li ser gelan bide meşandin. Dixwastin li rojhilata navîn û cîhanê desthilatdariya xwe bidin avakirin. Ji ber vê DAIŞ'ê avakirin. Ên ku Saddam û El Kaîdeyê avakirin jî ew pergalbû. Bi giştî bingeha vê zîhniyeta serdest kaptalîsta moderne. DAIŞ berhemê vê zihniyetê ye tenê nav cuda ye lê zîhniyet yeke. Di cewher de bihêzkirina pergala dewletê û domandine."
 
'Zîhniyeta AKP-DAIŞ yeke'
 
Raperîn êrîşê DAIŞ'ê yê li ser Şengalê bi bîrxist û anî ziman ku çete li Şengalê jin, zarok û ciwanan qetilkir û gelek gelê Êzidî jî dîlgirt. Raperîn bilêvkir ku armanca êrîşê DAIŞ'ê bingehê civakê belav kirine û wiha dirêjî da gotina xwe, "Di encamê de qirkirina civakê bû êrîşên ku pêk hatiye. Bi vê tabloyê re em fêmdikin hêzên serdest dixwazin çibikin. Ji xwe ev zîhniyet li gelek welatên rojhilata navî xwe bi cih kiriye. Mînakê wê jî li Suudî Arabîstan, Qatar û Tirkiyê ye. Êrîşên ku AKP'ê li bakûrê Kurdistanê pêk tîne jî encama zîhniyeta DAIŞ'ê ye. Zîhniyeta AKP-DAIŞ yeke û ferqa wan ji hev nîne. Piştgiriyê didin hev her dem. Li Şengalê hin belgeyên wan ketin destê me. Di wan belgeyan de AKP'ê û navê hêzên cuda derbas dibe. Piştgiriya AKP'ê ji DAIŞ'ê re li Rojava, bakûrê Kurdistanê û ji êrîşên ser Şengalê derket holê."
 
'Berxwedana Kobanê zîhniyeta serdest şikand'
 
Raperîn diyar kir ku dixwazin bi yek zîhniyetê berxwedana gel bişkînin û ji holê rakin û wiha got, "Dema em tevahî êrîş digrin berçavan, em dibînin berxwedana Kobanê zîhniyeta serdest şikandiye û bûye mîrateya berxwedanê. Li bakûr hîna êrîşê dijmin didome. Lê ez vê bi zelalî bêjim. Qederê zîhniyeta desthilatdariyê li Kobanê, Kerkûkê, Şengal û tevahî Rojava çibe dê li bakûrê Kurdistanê jî heman encamê bide. Ji ber yê ku li berxwedidin gele, civake, jine û zarokin. Ligel tevahî şert û mercên giran gel berxwedide. Em ji bîr nekin li Kobanê kevir ser kevirê nemabû. Lê li berxweda û dev ji çanda xwe yê berxwedanê berneda û bi serket. Dema ku êrîş hember Kobanê pêk hat ti hêz nekarîbûn mudaxele bikin. Gelê Kurd bi xwe mudaxele kir. Li her derê Kurd ji bo Kobanê berxwedan. Dewletên biyanî dema ku dîtin Kobanê li berxwedide û berxwedan wê neşke piştî 22-23'ê roj hin dewlet ketin nava tevgerê."
 
'Birçû û bê xew man lê dev ji berxwedana xwe bernedan'
 
Raperîn bilêvkir ku gel di berxwedana Kobanê de birçî û bê xew mane û wiha domkir, "Her gav pevçûn hebû. Ji ber vê nekarîn bêhna xwe vedin û gelek şervan wiha şehît ketin. Dijmin li hember vê hêzê her dem xwe nûdikir. Bi tang û topan êrîş dikirin. Li hember çekên giran, bi kêm derfet û çekên biçûk gel û şervanan li berxwedan. Berxwedanek wiha bi çend gotinan mirov nikare bilêvbike. Ji ber ligel her zor û zehmtî bi mehan berxwedan çêbû. Herî zêde gelê bakûr Kobanê bi tenê nehêşt. Li sînor gelek ciwan û jin wek Kader şehît ketin. Lê berxwedan berdewam kir. Dema mirov li kolanên Kobanê bigere û ji gelê wir berxwedan guhdar bike dê wateyê berxwedanê baştir bê fêmkirin. Berxwedana Kobanê felesefeya Rêbertî li tevahî cîhanê mayînde kir û bu sembola berxwedanê. Ev yek bi kedê şervanên PKK'ê YPJ û YPG'ê pêk hat. Şervanan xwe bi berxwedana felsefeya Rêbertî avakirin û heya bihnê xwe yê dawî çeperên şer terk nekirin. Li Kobanê ne tenê zîhniyeta DAIŞ'ê di heman demê de li hember berxwedanê zîhniyeta dagirkeriyê jî têk çû."
 
'Jin li Kobanê bûn sembola berxwedanê'
 
Raperîn rolê YPJ'ê di berxwedana Kobanê de nirxand û anî ziman ku jina Kurd her dem di nava berxwedanê ye lê têkoşîna jina Kurd yê li Kobanê nasnameya berxwedanê li tevahî cîhanê qezenç kir. Raperîn da zanîn ku jin li Kobanê bûn sembola berxwedanê û wiha dirêjî da gotina xwe, "YPJ'ê ji bo tevahî jinan pêşengiya têkoşînê kiriye. Jin vê berxwedanê bi pratîkirina felsefeya Rêbertî re pêk anî. Berxwedana Kobanê bûye çand, divê her kes çanda berxwedanê ji xwere esas bigre û têkoşîn bide. Em wek YPJ Şengal berxwedana Kobanê ji bo xwe wek mîrate dibînin û wek tecrûbe ji bo xwe bingeh digrin. Ji ber ne tecrûbe ne jî zanistiya ku jin rêvebibe di me de lewaze. Em ne bi rêxistinkirîbûn. Ji ber vê em rastî komkujî û qirkirinê hatin. Me êşê wê jiyan kir û em dijîn hîna jî. Rizgarkirina Kobanê hêvî, berxwedan û baweriya me bihêzkir."
 
'Çalakiya Arîn Mîrxan tevahî jinên cîhanê anî ba hev'
 
Raperîn destnîşan kir ku gelek jin ji bo azadiyê canê xwe feda kirine û ev bûye sedema gelek jin li hev bicivin. Raperîn got felsefeya ku YPJ'ê avakiriye felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalane. Raperîn diyar kir ku ev hevdîtin bi xeta têkoşîna Sakîne Cansiz ve pêk hatiye û wihapêde çû, "Şehîtên YPJ'ê Ozgûr, Gûlhat, Gulan, Arîn Mîrxan û gelek jinên şervan bûn sembola berxwedanê. Berxwedana jin li ser mîrateya çalakiyên dîrokî yê Zîlan û Bêrîtan mezinbûye û pêşketiye. Bingeha çalakiya Arîn Mîrxan ji vir digre. Ji ber vê çeteyên DAIŞ'ê ji têkoşîn û rihê berxwedana jinan tirsiya ye. Her wiha heval Arîn jinên cîhanê li hev civand. Berxwedana Kobanê giştiye lê çalakiya heval Arîn Mîrxan sembola berxwedanê îfade dike. Tevahî dil kir yek. Ferqa xeta berxwedanê ji îxanetê bi fedakariya xwe yê şênber danî holê. Ji ber vê Arîn ji bo me jinan bû ronahiya jiyanê. Ji bo YPJ Şengal pîvanê têkoşînê diyar kir."
 
'Berxwedana Kobanê ji bo me mîrateyek dîrokiye'
 
Raperîn bi van hevokan dawî li gotina xwe anî, "Me fêmkir ku dervî riyê azadiyê a ku Rêber Apo nîşan kiriye ti rê ji me re nîne. Ji ber vê divê tevahî gel dest bide destê me û em bi hevre têkoşînê mezin bikin. Carek din ez dibêjim berxwedana Kobanê ji bo me mîrateyek dîrokiye. Paradîgmayê ku Rêbertiyê me diyar kiriye dê bibe xilasiya tevahî gel. Di vê çerçoveyê te têkoşîn girînge û serkeftin dê yê mebe. Ez şehîdên berxwedanê bi rêz bîrtînim. Ev berxwedan ji bo me wek têkoşînvan dê mayînde bibe. Berxwedana bakûrê Kurdistanê jî em ji bo xwe wek pîvan dibînin û silav dikin."
 
QEDÎ
 
(rc)