Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Bi pêşengiya berxwedana jinan azadiya Kobanê... (2)

Dosya Haber
Çile 25 / 2016


 

 
Ruken Ahmet: Plana dagirkeriyê li berxwedanê ket
 
Rabia Eto-Zahide Ahmed/JINHA
 
KOBANÊ - Endama Meclîsa Xweseriya Demokratîk û Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê serkeftina Kobanê Ruken Ahmet di duyem salvegera wê de nirxand. Ruken diyar kir ku azadiya Kobanê bi pêşengiya jinan pêk hatiye û anî ziman ku ligel şert û mercên zehmet bi pêşengiya jinan cardin Kobanê ji nûde tê înşa kirin.
 
Di duyem salvegera serkeftina Kobanê de endama Meclîsa Xweseriya Demokratîk û Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê Ruken Ahmet berxwedana Kobanê yê ku li hember êrîşan derket holê û rola jinan yê berxwedanê vegot. Ruken di serî de serkeftina Kobanê di duyem salvegera wêde pîroz kir û diyar kir ku şoreşa Rojava 5 sala li duv xwe hêştiye û got di nava 5 salan de çeteyan gelek car êrîşê Kobanê kirine. Ruken destnîşan kir ku di serî de Tirkiyê û tevahî hêzên serdest piştgirî dane çeteyan hember Kobanê û bi bîrxist ku di 15'ê Cotmeha 2014'an de ji gelek aliyan êrîş hember Kobanê pêk hatiye.
 
'Plana dagirkeriyê li berxwedanê ket'
 
Ruken bilêvkir ku çeteyan bi çekên giran êrîşê Kobanê kirine û wiha got, "Li hember êrîşên giran şervanên YPJ/YPG'ê bi mihan li berxwedan. Di şexsê hevalên jin Arîn Mîrxan, Rêwan Kobanê û Destîna êrîşê çeteyên DAIŞ'ê li Şengal û tevahî Rojava vala hat derxistin. Di şexsê Kobanê de Rojava û di şexsê Rojava de Suriyê plana dagirkeriyê têk çû. Êrîşên hember Rojava pêk hatî plana polîtîkayê têk birina gelan û kurkirina şerê Suriyê yê 100 salane. Bi êrîşan re armanc dikirin pergala xweseriya demokratîk yê ku gel li Rojava avakiribû vala derbixin û baweriya gelan yê wekheviyê bişkînin. Lê belê berxwedana gel û şervanan tevahî plana vala derxistiye."
 
'Jinan pêşengiya şoreşê kirin'
 
Ruken destnîşan kir ku rêxistinên jin ên ku di nava Rojava de xwe bi rêxistin kirine, bi şoreşê re tecrûbeyên ku ji dîroka jin wergirtine bi têkoşînek mezin xebatên xwe rêvebirine. Ruken anî ziman ku jin pêşengiya şoreşa Rojava kirine û wiha dirêjî da gotina xwe, "Di serî de Yekîtiya Star tevahî rêxistinên jin pêşengiya şoreşê kirine. Xebatkarên Yekîtiya Star, mala jin, yekîneyên jinên ciwan, xebatkarên komînan perwerdehiya parastina cewherî dîtin û li gelek qadan xebat dan meşandin. Di xebatê de armanc parastina nirxê jin û civakê bû. Jinên li Kobanê di rast pêşxistina polîtîkayê de û adeletê de xwedî kedin mezinin. Bajarê Kobanê yê ku ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê wêran bûye, bû sedema tevlîbûna gelek jinan."
 
'Berxwedana jinan yê li herdû aliyê sînor hêjayê bîranînê ye'
 
Ruken diyar kir ku di dema êrîşên ser Kobanê de bi qasî gelê sivîl, jin jî di nava şoreşê de xebat daye meşandin û wiha pêde çû, "Gelê sivîl û jin heya dawî piştgirî dan şervanên YPJ/YPG'ê. Di warê tenduristiyê de mînakê herî ber bi çav heval Zozanbû. Di dema ku gundên Kobanê ji çeteyan dihat paqij kirin şehît ket. Zozan ji Kobanê veneqetî û her dem birîndaran dermandikir. Li gorî temenê xwe yê biçûk û bejna xwe yê kin bi dehan şervanên birîndar derman kir, vîna wê yê hilgirtina hevalan heya nexweşxanê hebû û vê yekê nîşan dida. Di azadkirina Kobanê de şehît ket. Bi dehan mînakên wiha dikarim bidim. Divê para jinên wiha bi rêxistinkirî neyên jibîr kirin. Her wiha piştevaniya jinên bakûr yê li ser sînor û alîkarî dayîna koçberan jî gelek bi nirxbû."
 
'Rastiya girêdana gel bi axê re di şexsa jinê de derket holê'
 
Ruken da zanîn ji ber êrîê çeteyan gelek welatî neçar mabû  ji Kobanê koç bike û anî ziman ku piştî bajar ji çeteyan hat paqijkirin gel cardin hêdî hêdî vedigerin Kobanê û got di vê mijarê de xebatê jinan gelek girînge. Ruken balkişand ser vegera gelê Kobanê û wiha domand, "Jin dibêjin ew li cihek hilweşiyayî jî tercîha jiyanê dikin lê belê ew naxwazin dervî warê xwe cihek din bijîn ji ber vê tevî zarokên xwe vegerîne. Malbat li ser xerabe konê xwe vedan û dest bi avakirina jiyanê kirin. Rastiya girêdana gel bi axê re di şexsa jinê de derket holê. Di nava salek de ji sedî 75 jê vegeriyan ser axên xwe. Bi derfetên xwe yê kêm jiyana xwe avakirin. Jin xebatên Yekîtiya Star ji cihê ku mabû de cardin dan despêkirin. Xebatê asayîşa jin û saziyên din ji nûde xwe bi rêxistin kirin. Îro eger 15 hezar zarok li Kobanê perwerde di dibistanên hilweşiyayî de dibînin ev yek bi sayê kedê mamosteyên jinin."
 
Ligel zor û zehmetî xebatê înşakirina bajêr didome
 
Ruken di dawiyê de wiha got, "Ji bo înşakirina Kobanê gelek civîn û kongre pêk hatin, lê belê gelek rêxistinên ku soz dane alîkarî bidin ser soza xwe nesekinin. Gelê Kobanê bi derfetên xwe û piştgiriya gel yên li çar aliyê Kurdistanê xebatê înşayê didomîne. Ligel zehmetiyan cardin xebat ji nûve tê meşandin. Niha bi sedan jin li akademiya Yekîtiya Star perwerde dibînin. Rêvebera xweser xebatên jin rêvedibin. Ji bo zarokan Baxçê Zarokan hat vekirin. Ji bo jinên ku xwendin û nivîsandinê wan nîne perwerdeyên taybet yên zimanê Erebî û Kurdî hatin despêkirin. Projeyên aborî hatin amede kirin. Niha li Kobanê Dirûnxaneya Jinan tê vekirin. Derfet kême lê belê jinên Kobanê bi kedê xwe dixwazin piştgirî bidin ji nûve înşakirina Kobanê. Em dixwazin gel tev vegerin Kobanê. Bi taybet jinên ku di şert û mercên koçberiyê girande dijîn divê vegerin ser axên xwe û tevlî xebata demokratîkbûna Suriyê bibin. Bila cihê xwe di nava Meclîsa Suriya Demokratîk de bigrin. Wek jin em bibin pêşenga vê yekê."
 
(rc)