Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Bi pêşengiya berxwedana jinan azadiya Kobanê... (1)

Dosya Haber
Çile 24 / 2016


 

 
Rabia Eto-Zahide Ahmed/JINHA
 
KOBANÊ - Parastina Kobanê bi gotina Meryem "Ez ji deriyê îxanetê re naborim", çalakiya azadkirina Miştenûr yê Arîn, ligel birîndariya xwe Gulana ku çeperên xwe terk nekiriye pêk hat. Berxwedana dîrokî yê serkeftina Kobanê a ku 4 meh dewam kir dikeve sala xwe yê duyem.
 
Navê Kobanê heya salên dawî jî nedihat naskirin. Piştî hilweşîna Împaratoriya Osmaniya, di dema Şerê Cîhanê ya 1. de Fransizan li herêma di navbera Mûrşîd û Arappinarê de bi cihbûn. Navê vê herêmê ku wek Copnanie tê bikaranîn bi demê re dema ku vedughere kurdî tê gotin ku dibe Kobanê. Navê Kobanê bi Erebî Eyn El Ereb, ev nav jî bingeha xwe ji kaniya Ereban bingeh digre. 30 Kîlometre li rojavayê Kobanê çema Firatê dibore û 80 kîlometre ji Rihayê dûre. Firehbûna Kobanê 3 hezar û 23 kîlometire. Li gorî nifûsê fermî yê sala 2000'an tê gotin ji 204 hezar û 653'ê kesan pêk dihat. Tê texmîn kirin ev hêjmar mezinbûye û gihêştiye 300 hezar. Li gorî nexşeyê Kurdistanê Kobanê wek perçeyek girêdayî Pîrsûsa Rihayê ye. Lê belê rejîma Suriyê Kobanê wek bajarek girêdayî Halebê dibîne. Li bakûrê Kobanê sînorê Suriye-Tikiyê tê dîtin, navçeya Sirîn dikeve başûrê Kobanê û Raqa jî li aliyê rojavayê Kobanê ye. Bajarên herî nêzî Kobanê Girê Spî û Cerablusê ye. Girê Miştenûr dikeve başûrê navenda bajêr. Kobanê xwedî 300 gunde û gelê wê bi xwedîkirina sewalan re mijûl dibe. Piranî niştecihê Kobanê Kurdin.
 
Hevpeymana Lozanê û perçekirina Kurdistanê
 
Piştî hevpeymana Lozanê Kurdistan hat perçe kirin û Rojavayê Kurdistanê radestî netew-dewleta dagirker yê Suriyê hat kirin. Rojava bi temamî bi têlan ji bakûr hat qut kirin. Bi vî aweyî wek perçeyê Kurdistan yê biçûk hat nasîn. Serhildanên azadiyê û serbixwe yên ku li Bakûr, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê pêk hatî, Rojava bi hêza xwe xwedî lê derketiye. Rojava hem bi xwedî derketinê hem jî di warê pêşxistina çanda Kurdan de rolek mezin leystiye.
 
Berxwedana dîrokî gav bi gav despêdike
 
Çeteyên DAIŞ'ê di serî de êrîş birin ser Musulê dûvre di 3'ê Tebaxa 2014'an êrîşê Şengal kir û jin, zarok, pîr û ciwan bi hezaran mirov bi rêbazên hovane qetilkir. Bi hezaran jinên Êzidî revandin û li bazara koleyan firotin. Şervanên PKK'ê xwe gihandin Şengalê û bajêr ji çeteyan rizgar kirin û gelê rastî fermanê hatî girtin ewlehiyê. Di 15'ê Îlona 2014'an çeteyên DAIŞ'ê dest bi dagirkerî û êrîşa ser Kobanê kirin, li hember êrîşa dagirker berxwedanek destanî yê 4 mehan hat nîşandan. Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê yê li Kobanê di 15'ê Îlona 2014'an despêkiriye û di 26'ê Çileyê de bi temamî hatî paqijkirin. Berxwedana dîrokî ji tevahî cîhanê re bûye çavkanî.
 
Gel diherike sînor
 
Di 15'ê Îlona 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê ji sê alî êrîşê Kobanê kirin. Li hember êrîşan li bajêr berxwedanek dîrokî dihat nîşandan û li aliyê din gelê Kurd ji bajarên cuda berê xwe didan sînora Pîrsûsê. Gelê ku bi armanca piştgirî bidin berxwedana YPJ/YPG'ê û êrîşê çeteyan protesto bikin, li sînora Kobanê nobeta berxwedanê girtin. Polîs û leşkerên dewletê mûdexeleyên hişk li hember gel pêk anîn. Gelê ku ligel tevahî zehmetî û mudaxeleyan cihê xwe yê nobetê terk nekirin û her roj di nava şert û mercên zivistanê yê giran berê xwe didan Kobanê silav dikirin.
 
Ên ku sînoran borandin û nemirbûn...
 
Ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê endama Hewla Partiya Azadiya Civakê (TOPG) Kader Ortakkaya jî hebû. Kader yê ku 25 roj qet xeta sînor terk nekiriye di encama mûdexeleya leşkeran de jiyana xwe ji dest da. Kader di 6'ê Mijdara 2014'an de hat qetilkirin berî ku bê qetilkirin bi du roj beşdarî Stêrk TV'î bibû û wiha gotibû, "Li cihê ku tovên azadiyê lê şîndibe, heya dilopa xwîna xwe yê dawî em amedene biparêzin. Dê têkoşîn û şerê me heya ku azadî bi dest dikeve dewam bike."
 
Sembola berxwedana dîrokî: Arîn Mîrxan
 
Di 5'ê Cotmeha 2015'an de Fermandara YPJ'ê Arîn Mîrxan li Girê Miştenûrê hember çeteyên DAIŞ'ê yên tecavûzkar çalakiya fedaî pêk anî û bala tevahî cîhanê kişand ser berxwedana Kobanê. Hêzên YPJ/YPG' piştî çalakiya Arîn daxuyanî dan û wiha gotin, "Hevala me Arîn li hember êrîşê çeteyan çalakiya fedaî pêk aniye. Çalakiya hevala me Arîn êrîşê çeteyan paşve daye û bi dehan çete hatibû kuştin. Cesaret, fedekarî û baweriya ku hevala me Arîn bi çalakiya xwe danî holî ji bo tevahî şervanên YPG û YPJ'ê ew ê bibe xeta berxwedanê. Pêwîst be tevahî şervanên YPG û YPJ'ê bibin Arîn, lê em ê destûr nedin ti car êrîşa hember Kobanê bi ser bikeve."
 
Meryem Kobanê: Ez ji deriyê îxanetê re naborim
 
Kobanê yê ku bi desteka hêzên desthilatdar hat dorpêçkirin, gelek kes çekê xwe danîn û ji Kobanê reviyan. Gotina Fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê "Ez ji deriyê îxanetê re naborim" şopê xwe li rojê dabû. Gotina Meryem Kobanê jî wiha ye, "Jina ku ji wê deriyê re derbasbibe, tê wateya ku wê koletiyê qebûl bike. Wê navberê berxwedana Serzorî hat bîra min û bi hêrsek mezin min got ez ê ji deriyê îxanetê re derbas nebim. Min dît ku, îxanet têk diçe û berxwedan wê bi serbikeve. Eger Kobanê ketiba, dilê Kurdistanê jî wê ketiba. Piştî berxwedana bi rûmet û xeta şehîdan li cihek din mayîn bê wateye. Ev gotina Rêbertiye; "Li cihê ku ketîbûn lê giranbe berxwedan li wir despêdike.' Di şexsê keçên Kobanê de, em bûn şahîdê berxwedana jin."
 
Gulan ligel ku birîndar bû jî çeperên şer terk nekir
 
Înat ji kesên ku çekê xwe hêlayî jin ne çeperên xwe terk kirin ne jî di wê deriyê ku dibêjin 'îxanet' re derbas bûn. Ligel ku berdêlên giran dan cardin hember êrîşê çeteyan çeperên xwe terk nekirin û bi tilîliyan hêviya jinên berxwedêr li dîrokê nivîsîn. Yek ji van jinan Fermandara YPJ'ê Gulan Batman bû. Gulan çend car birîndar bibû, lê ji bo ku çeperên xwe ji çeteyên DAIŞ'ê re nehêle, tedewiya xwe red dike, dema cara duyem birîndar dibe jiyana xwe ji dest dide.
 
Viyan hunera xwe bi gel re kir yek
 
Şervana YPJ'ê Viyan Peyman jî bi dengê xwe yê xweş xwe bi her kesî da nasîn. Viyan bi çeka ku xistiye destê xwe û li kolanên Kobanê yê hatî hilweşandin bi lorîna stranan cihê xwe di mejiyê mirovan de girt. Ligel nasnameya şervantiyê yê hunermendiyê jî hilda Viyan û hunera xwe bi gel re kir yek. Di 6'ê Nîsanê de di têkoşîna hember çeteyan de Viyan Peyman jiyana xwe ji dest da. Viyan çeteyan wek "ji mirovahiyê parê xwe negirtine" dabû nasîn.
 
Serkeftin li Miştenûrê hat pîroz kirin
 
Di şoreşa Rojava de mînakên berxwedanê ji Îvanayan heya Sîbelan zêdekirin jî mûmkine. Berxwedana ku li hember hêzên desthilatdar hatî nîşandan wek hêviya jiyana nû dît cîhan. Gelek mirov ji berxwedanê bandorbûn û herikîn nava berxwedana Kobanê. Parastina Kobanê yê ku veguherî hêza enternasyolîst, piştî berxwedana dîrokî yê 4 mehan di 26'ê Çileya 2015'an de hat azad kirin. Serkeftina rizgarkirina Kobanê li Girê Miştenûr cihê ku Arîn Mîrxan çalakiya fedai pêk aniye hat pîroz kirin. Tevahî cîhan yê ku dilê wê ji bo berxwedana Kobanê lêketiye, bi şêwayên cuda serkeftina Kobanê pîroz kirin.
 
Sibe: Ruken Ahmet: Plana dagirkeriyê li berxwedanê ket
 
(rc)