Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Serpêhatiyê eraf yê jinên penaber (4)

Dosya Haber
Çile 04 / 2016


 
Jinek a aşiqê pîşeyê xwe: Hanan Mouseli      
 
Ozgu Ozutok/JINHA
 
İZMİR - Ji jinên ji Suriyê ketine ser rêya penaberiyê Hanan Mousseli. Hanan a ku li Şamê hatiye dinê û mezin bûye 3 birayên wê hene. Hîna ji birayek xwe agahî negirtiye. Hanan diyar kir ku Şam cihek pir çandiye, her kes ji çandên cuda re rêzdarin.
 
Jina ciwan a bavê wê bijîşk û dayîka wê jina malan ji ber beriya şer li Şamê jiyanek wê ya xweş hebû dema qal dike hestiyar dibe. Hanan da zanîn ku ew ji her tiştî zêdetir ji xwendin û nivîsandinê hez dike, ji bo wê jî refa yekê nexwendiye, li dibistanê ew hema derbazî refa duyemîn bûye û wiha domand: "Ez ji zarokên dinê cuda û xwendekara herî jîr bûm li dibistanê."
 
Li Zanîngeha Şamê di sala 2007'an de mewzîn bûye. Hema Hanan dest bi parêzeriyê dike. Di sala 2010'an de bavê wê nexweşiya penceşêrê digire û jiyana xwe jidest dide. Hema piştî çend mehan dayîka wê jî heman nexweşiya bavê wê digire. Hanan destnîşan kir ku dayîka wê ciwan û bedew bû, ew bi mehan li gel dayîka xwe li nexweşxanê dimîne û alîkarî dide wê. Lê mixabin di sala 2011'an de dayîka wê jî bi nexweşiya penceşêrê jiyana xwe jidest dide.
 
'Em difikirîn dê şer biqede'
 
Hanan bilêv kir ku dema nû şer despêkirî li Şamê ew pir bandor nedibûn û wiha domand: "Ez qet nedifikirîm ku şer bê Şamê jî. Di dema şer de jî jiyanek min a asayî hebû. Em difikirîn ku îro sibê dê şer biqede." Hanan anî ziman ku ya wê herî zêde bi jiyanê ve dida girêdan pîşeyê wê yê parêzeriyê bûye û wiha berdewam kir: "Min nexwest ez lîsansa bilind bixwînim. Min hema xwest ez têkevim nava jiyanê. Di sala 2010'an de min ofisek biçuk a parêzeriyê vekir. Bi hevalên min ên parêzer re xeyalên min ên buroyek mezin a hiquqê vekirinê hebû. Ser înternetê her roj hevdîtinên min bi hevalên min ên Şamê re berdewam dike."
 
'Min dibistana zimanê tirkî di asta herî bilind de qedandiye'
 
Hanan, ji Şamê ber bi Beyrutê ji wê jî hatiye Stenbolê û dawiyê jî hatiye Îzmîrê. Hanan da zanîn ku 3 sal berê hatiye Îzmîrê hema çuye qursê û dest bi hînbûna zimanê tirkî kiriye û wiha dom kir: "Di encamê de ez li vêderê biyaniyekim. Ez hîna xemgînim, bêriya wê dikim, lê bi xemgînî û girî çareserî nabe. Di xebatê de her dem  feyîde heye. Her roj 4 saetan ez xebitîm û dibistana zimanê tirkî di asta herî bilind de min qedand. Bi tesadufî min ji bo Suriyeyiyan dest bi perwerdeya zimanê tirkî dayînê kiriye. Paşê derdora min hîn zêdetir fireh bû. Di şirketekê de ez wergervaniyê dikim. Ez gelek ji wergervaniya hiquqê hez dikim. Herî kêm ez ji pîşeyê xwe dur namînim." 
 
'Tiştek hînî mirovan kirin qazancek mezine'
 
Hanan, bilêv kir ku wê gelek ji Îzmîrê hes kiriye, her kes gelek alîkariya wê dikin. Hanan anî ziman ku ji ber heskirina pîşeyê xwe tenê dema ew parêzeriyê bike dikare li Tirkiyê bimîne, lê dema şer biqede daxwaza wê ya vegera Suriyê heye.
 
Hanan, ji ber ku ji birayê xwe agahî nagire gelek xemgîne. Hanan diyar kir ku ew jinek bihêze lê di hînbûna cihan de zoriyê dikêşe. Li gel bavê xwe û dayîka xwe ser hev windakiriye, di şer de gelek êş kişandiye jî tiştek ji rukeniya xwe winda nekiriye.
 
QEDIYA...
 
(zt)