Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Sê jiyan, sê çand, sê nifş; Sê Jinên Azad (1)

Dosya Haber
Çile 02 / 2016


 

 
Ruhê berxwedêr ê Sakîne, Fîdan û Leylayê bi hezaran jinan re didome
 
JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Em dikevin sala 4’emîn ku siyasetedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’ya de li Parîsê hatine qetilkirin. Darbeya ku dixwestin di şexsê Sê Jinên Azad de li têkoşîna azadiyê ya jinan bixin; Jinan li Koban, Şengal, Nisêbîn, Sûr û Cizîrê ku têkoşîn dewr girtin bi ruhê berxwedanê darbe vale derxistin.
 
Yek ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansız (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), Endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî), di 9’ê Çileya 2013’yan de li paytexta Fransayê Parîsê li Buroya  Enformasyona Kurdistanê hatin qetilkirin. Sakîne, Fîdan û Leyla, berpirsyariya çanda û têkoşîna kurd a dîasporad û nasindana têkoşîna gel û jinan girtibûn ser milê xwe. Yek ji sê jinan Sakîne Cansiz di sala 1958’an de li Dêrsimê, yek ji 8 zarokê malbatek Elewî  hat dinê. Sakîne ku di temenê zaroktiyê de têkoşîna gelê kurd naskir, di dema lêgerina xwe ya şoreşê de PKK nas kir.
 
Rêgeza wê li hemberî bêmafî û zilmê sekinîn bû
 
Yek ji avakara PKK’ê Sakîne, di 1’emîn Kongreya Jinan a Neteweyî ya YAJK’ê de bi awayekî aktîf cihê xwe girt û ji bo navenda tevgera jinê hat hilbijratin. Sakîne di berpirsyarî û erkên xebatên navenda jinan de xwedî ked bû, di têkoşîna 40 salan de, ji bo gelê bindest azad bibe, jin azad bibin, çiyayan û şer têkoşîn da û jinekî rikdar bû. Ji bo wê rêgeza herî bingehîn a mirovahiyê li hemberî bêmafî û zilmê têkoşîn bû. Li hemberî bêmerhametiyê, bêdadiyê, newekheviyê, derewan tucarî serî ne tewand, paşde gav ne avêt û têkoşîna xwe berdewam kir.
 
Ji bo jinan çavkaniya hêzê bû
 
Sakîne, bûpêşenga têkoşîna azadiya jinan û tevgera PKK’ê. Sakîne bi kesayetiya xwe ya berxwedêr rê da lêgerîna azadiyê û ji bo têkoşîna azadiya jinan her tim çavkaniya hêzê bû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Sakîneyê wiha dibêje: “Têkoşîna jinan a azadiyê têkoşîna Sakîneyê ye.” Sakîne ji bo jinan, dîroka azadiyê, bûna hişê rêxistinkirin û têkoşîna jinan moral, hêz, îdia û bingeha jiyanê bû. Ji be vê yekê têkoşîna Sakîneyê wekî dîroka têkoşîna tevgera azadiyê ya jinan tê pejirandin. Sakîne ku mîrasa jinên wekî Besê, Zafîre, Leyla Qasin, Rosa û Clarayan ku gelek bedel dane girt, têkoşîna wê bû ne tenê ji bo malê gelê Kurdistanê, bû malê gelên Rojhilata Navîn û bû gerdûnî.
 
Destpêkê parastina siyasî kir û îmze avêt bin yekaneyekê
 
Rolê wê di têkoşîna azadiya kurd de, ku îro li Rojava û hemû Kurdistanê serdikevin û rabûna jina ya serpiyan de diyarkere. Di derketina berxwedanek wiha de, berxwedana Sakîneyê ya di zîndanê de diyarkere. Sakîne ku bi mîsyona pêşenga jinan bi têkoşîna xwe ya li hemberî îşkenceyan ku ji bo hemû jinan bûye mînak, di sala 1980’an de dema ji ber endama navendî û avakar dihat darizandin, li vir îmze avêt bin yekaneyekê kurd a ku parastina siyasî dike û navê xwe li dîrokê nivîsand.
 
Sakîne her wiha wekî “Jina ku tu kiriye rûyê Esat Oktay” ji aliyê gelek kesî ve dihat naskirin. Sakîneyê ku di berxwdana xwe têkneçûyîna berxwedana zîndanan ava kir, ji bo hemû berxwedêran bû moral, hêz û hêza têkoşînê di wan de ava kir. Ruhê berxwedêr ê Sakîneyê, xeribiya wê ya ji bo aştiyê, dildariya ji bo azadiyê, baweriya wê ya bi biratiya gelen, di kesayetiya berxwedêr a li Rojava û bakurê Kurdistanê de hemû jinên cîhanê anîn gel hev û di têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê de kirin hevpar.
 
Sakîneyê bi kesayetiya enternasyonal, mutewazî, himbêzker tevgera azadiya jinan bi jinên cîhanê re anî gel hev û bi hevparkirina tecrûbeyan û di pêşketina têkoşîna jinan a gerdûnî de bûye xwedî rolek girîng.  Beramberî keda xwe, kombûna tevgerên jinan cîhanê yên derdora xwe ya 9’ê Çileyê girt. Qetlîama 9’ê Çileyê di şexsê Sakîne, Fîdan û Leyla gule li têkoşîna jinan xistine. Bi vê qetlîamê xwestin darbeyê li Têkoşîna Azadiya Jinan bêxin û xwestin îradeya jina azad bişkînin. Sakîne ku “Jiyanê wê her tim şer bû” heta nefesa xwe ya dawî jî ji bo nirxên ku bê bawer şerê xwe domand.
 
Fîdan di qada dîplomasiyê de îmze avêt bin serkeftinên girîng
 
Yek ji jinên bi Sakîneyê re hat qetilkirin û hevaltî pê re dikir, Nûnera Kongereya Navneweteyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) bû. Fîdan ku bi serkeftina xebatên xwe yên li qada dîplomasiyê de baldikişand, di 17’yê Çileya 1982’yan de li navçeya Elbîstanê ya Gumgumê hat dinê. Fîdan ku li Fransayê bi malbata xwe re dijiya, di qada ciwan, jin û dîplomasiyê de bi awayekî aktîf têkoşîn dida, 9’ê Çileya 2013’yan di nava refên bêmirin ên têkoşîna jinên kurd û gelê kurd de cihê xwe girt.
 
Leylayê bawerî û azadî di temenê xwe yê ciwan de bicih kir
 
Leyla Şaylemez di 1’e Çileya 1989’an de li Mêrsînê hat dinê ji navçeya Licêya Amedê ye. Leyla ji ber zextên dewletê beriya 17 salan mecbûr ma ku bi malbata xwe re koçî Almanyayê bike û li vir di têkoşîna neteweyî ya gelê kurd rolek aktîf girt. Leyla ku eleqeyek mezin nîşanî xebatên çandê dida, di xebatên dîlanê yên Komeleya Çanda Kurd de cih digire û gelek caran derdikeve ser dikê. Leyla piştî xebatên xwe yên demdirêj ên di qada çandê de sala 2010 tevli refên PKK’ê dibe. Piştî 2 salan ji ber nexweşiya xwe vedigere Almanyayê, ligel temenê xwe yê ciwan bênavber têkoşîna xwe ya demokrasiyê didomîne. Leyla ku di xebatên Tevgera Ciwanên Kurd a Almanyayê de cihê xwe digire, ligel herdu hevalên xwe yên jin ên siyasetmedar li Parîsê hat qetilkirin.
 
Sibe:  Jinên Dêrsimê û şahid: Sakîneyê hêvî û berxwedan fêrî me kir
 
(mb/rc)