Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Serpêhatiyê eraf yê jinên penaber (2)

Dosya Haber
Çile 02 / 2016


 

 
Piştî ketina riya koçberiyê, yên li paş man...
 
Ozgu Ozutok/ JINHA
 
ÎZMÎR - Wela Ahmet Mahmut, hîna 20 saliye. Piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê qewimî gelek çîrokên jinên ku xwedî xewin û xeyalên xweşbûn hemû jiyana wan cemidî. Lê Wela ji bo xewin û xeyalên xweş carek din bi dest bixe hêviya xwe winda nekir û kenê li ser rûyê xwe jî kêm nekir. Wan baş dizanibû ku ji xeynî berxwedanê tu şansê wan tune û tu rêya wan tê de biçin nîne. Yek ji van jinan jî Wela Ahmet Mahmut de. Çîroka Wela jî wekî şerma mirovahiyê çawa ku em di cîhaneke hevpar de dijîn şêqamekî li rûyê mirovan dixe. 
 
Wela, şerê li Sûriye yê, bêhna mirinê yê sar ji kurahiya dilê xwe hîsdike, bîranîna zaroktiyê xwe, mal, dibistan û tevahî heskiriyên xwe li şûna xwe dihêle û tevî 5 xûşk, bira û dayîka xwe koçî Îzmîrê dike. Lê li şûna xwe ji bîranîn û xeyalên xwe bi êştir bavê xwe hêştine... Bavê Wela, ji şerê navxuyî derbasî Tirkiyê ango welatek din nebûye... Rewşa giran, malbat texmîn dikin ku bavê wan li Sûriyeyê ye, lê bi tu aweyî agahî jê nayê standin. Dexwazê Wela yê herî zêde, dîtina bavê xwe ye. Welatiyên Sûriyeyê piraniya wan ji ber şer ji malbatan wendahî çêbûye.
 
'Şer, xeyalê min a dibistanê ji min girt'
 
Wela bilêvkir ku berî şer despêbike ew jiyanek hêsan jiyan dikirin. Wela yê ku li Humusê ji dayîkbûye û li wir mezin bûye, diyar kir ku şerê herî gerim li wir pêk hatiye. Wela da zanîn ku ew heya lîseya 2. xwendiye û ji ber şer nekariye xwendina xwe bi dawî bike. Malbat ji wir koçî Şam û Lûbnanê dikin, gotin di cih de, jiyanek bi koçberiyê re tê kelepçekirin... Wela anî ziman ku ew li Lûbnanê karê sekreteriyê dikir û heqê destê xwe kêm distand, tevî malbata xwe cihê dawî li Tirkiyê rawestiya ne. Wela wiha qala hatina xwe ji Sûriyê ber bi Îzmîrê kir:
 
"Tevî xûşk û dayîkê xwe em li keştiyê siwar bûn û despêkê hatin Mêrsînê. Keştiya ku em lê siwar bibûn, nexweş, birîndar, welatiyên ku ser hişê xwe ve diçûn û ên qeyrana dil derbas kirin hebûn. Rêwîtiya me bi tehlûke bû, pêlên derya ên mezin hebûn û di nava deryayê de têkiliya me ji cîhanê qût bû. Dema ku em hatin pasaportên me girtin û demek dirêj me ragirtin. Li Mêrsînê bi navê ku xetê telefonê yê navneteweyî ye em xapandin û gelek pere ji me girtin. Hevalê bavê min berê me ji Mêrsînê da Basmanê ya Îzmîrê. Ji mera got li Basmanê gelek welatiyên Sûriyê lê dijîn, cih û pêdiviyên jiyanê ne buhaye. Ji ber dayîka min jî nexweşe em hizirîn ku li vir tedewî bikin."
 
'Em heya niha nizanin ka bavê me li kure'
 
Her çiqas bîranîn, hizir û yê herî girîng hestê agahî ji bav negirtin giran be, zehmetiya bi çandên cuda re bûyîna yek dijî û wek jinek her çiqas vegotin giran were jî wiha behsa çîroka xwe dike: "Em nizanin ka bavê me li kure. Îhtîmalek mezin di girtîgehê de ye. Di demên dawiyê de me tevî apê xwe jiyan kir. Apê min wekî em kesên biyanîne dinêrî. Xûşka min a biçûk pirsgirêk lingê wê de heye. Me demên zehmet jiyan kir. Niha li Îzmîrê jiyanê me hîn hêsantir bûye. Salek û nîve em li virin. Dema em nû hatin, li malê hevalê bavê xwe em demek man. Ji bo karê terzî ez û dayîka em derketin û li kar geriyan. Me kar nedît, an jî me peyda nedikir. Demek di otelek de xebitîm lê ne bi ewlebû. Xûşka min a 17'e salî li tekîstîlê kar dît. Cihên ku me kar dikir heqê destê me nedidan. Ji ber xûşka min tiliyê dest û lingê wê werimîn niha li mal e. Ez jî di wê otela ne bi ewle de du hefte xebitîm. Karsazê me qet guhdarê me nedikir. Piştre min serî li komeleya alîkariya Sûriyan da. Min girtin kar. Niha li komeleyê dixebitim û her kes wek heval nêzî min dibe."
 
'Bi hêviya ku dawî li şer bê û em biçin welatê xwe dijîm'
 
Ji hawira şer dûrketin û kar peyda kirin kêmek be jî Wela li gorî pêvajoya despêkê rihet kiriye. Wela derbarê wek jinek li Tirkiyê jiyan kirinde jî wiha got: "Ez li Tirkiyê xwe wek mirovek biyanî nabînim. Piştî atmosfera şer yê Sûriyê û Lûbnanê vir hindek din ji min re baştir hat. Welatiyên Sûriyê ên ku hatine Basmanê em hevdû nasdikin û bi hevre dibin heval. Niha cihek baş tê evder. Dexwazê min tenê dîtina bavê mine. Bi hêviya ku dawî li şer bê û em biçin welatê xwe dijîm. Niha nebûna bavê min me gelek xemgîn dike. Ez dixwazim bavê xwe bibînim û vegerim welatê xwe."
 
Sibe: Amar û Menal yên ku di temenê biçûk de hatine zewcandin
 
(rc)