Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

25'ê Mijdarê: Ji hunera lêkdanê, ber bi berxwedana bi çek û roja îro xweparastin (10)

Dosya Haber
Mijdar 16 / 2015


 
JINHA 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dema em li dîroka xweparastina cewherî ya ku digihije roja me ya îro dinêrin em dibînin ku jin ji bo xwe biparêzin gelek curên xweparastinê pêşxistine. Jinên ku xwe li hemberî zilaman diparêzin di heman demê de şîdet, zîhniyeta zilaman, qetlîamên jinan û talankirina jî xweparastina cewherî pêş dixin.
 
Jinên ku ji ber şîdeta li ser wan xweparastinên cewherî pêkanîn, dîtin ku ji ber taciz û tecawîzên li hemberî jinan ji her demê pêhtir pêwîstî bi xweparastina cewherî heye. Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ku rêxistinek herî hov ya pergala serdest a zilame, xweparstina cewherî ya jinan carek din nîşan da ku çiqas pêwîstî bi xweparastinê heye. Dîroka ku bi Şoreşa Rojava, Kobanê û Şengalê hat guhertin, bersiv dide pirsa "çima jin çekê radike." Dema em li dîroka xweparastina cewherî ya ku digihije roja me ya îro dinêrin em dibînin ku jin ji bo xwe biparêzin gelek curên xweparastinê pêşxistine.
 
Xweparastina cewherî cara yekem di sedsala 6'an de ji bo jin xwe li hemberî tahlukeyan bi parêzin ji aiyê jinan ve hatiye bikaranîn. Li gorî Mîtolojiyê hunera lêkdanê "Pencak Silat" jinên li Endonezyayê îcat kirine. Pençak Silat, di sedsala 6'emîn de li bajarê Rîau ya li Gireva Sumatra wekî xweparastina jinan derketiye holê.
 
Yekemîn xwe parastina jinan
 
Li gorî gotinan di versiyona gireva Bawean de Pencak Silat jinek ji bo xwe ji zilamê xwe bi parêze xweparastin îcad kiriye. Jina bi navê Rama Sukana ji bo cilan bişû dema diçe ser robar dît ku meymun ji bo xwe ji êrîşên hevdu biparêzin çawa bi lez direvin. Rama Sukana bi awayekî baldarî li meymunan temaşe dike û wê rojê direng diçe malê. Dema çû malê zilamê wê yê bi hêrs hewl da ku li Ramayê bixe û Rama ji derbên zilamê xwe bi tevgerên meymunan xwe rizgar kir. Xweparastina jina ku bi vî awayî derket, Pencak Silat, di sedsala 19'an de destpêkê li Portekîzê, piştî ku mêtîngerên Hollandî û Îngîlîz girava Endonezyayê dema xwestin dagir kirin, Pencak Silat, di berxwedana gerîlayên li colteran rolek girîng lihîst. Felsefeya Pencak Silat, ji şer revînê û dema şer destpê kir bi awayekî lez şer qedandinê nîşa mirov dike.
 
Pêngava duyemîn a xweparastina cewherî: Wîng Chun
 
Wîng Chun ku tê wateya "Strana Biharê" yan jî "Bihara bêdawî" li Çînê ku ji aliyê jinan ve wekî hunera lêkdanê ye hat îcad kirin. Rahîbek a Shaolînê ku li hemberî artêşa Qîng Wîng Chun fêrî jinek ciwan kir nirx dide lihevxistina nêzîk. Wîng Chun ji ber ku bi dirûşmeya "li cihê quwetê rêbaz" tê fêrkirin ji aliyê komên biçûk ên jinan ve tê tercîhkirin. Wîng Chun di sedsala 17'emîn de ji aliyê rahîbeya bi navê Ng Mui ve hat îcadkirin.
 
Wen-Do û R.A.D.: Rêya jinan
 
Di sedsala 20'emîn de li gelek welatan ji ber şîdeta li ser jinan gelek pergalên xweparastina cewherî hatin pêşxistin.
Di sala 1964'an de jina ciwan a bi navê Kitty Genovese li DYE'yê hat qetilkirin. Hevjînên hev ên bi navê Ned û Ann Paige ku pê bandor bûn, ji hereketên ku ji hunera lêkdanê îlham girtin, pergala Wen-Do ya xweparastina jinan îcad kirin. Wen-Do ku tê wateya "Rêya Jinan" ku ji aliyê jinan ve hat bikaranîn, bi demê re jinan hereketên xwe xistin nav.
 
R.A.D.: Xweparastina li hemberî êrîşên tecawîzê
 
Di dema modern de yek ji pergalên xweparastina jinan, ji aliyê jina bi navê R.A.D. (Rape Aggression Defense - Xweparastina li hemberî êrîşên tecawîzê) ve hat îcadkirin. Di sala 1980'an de pergala R.A.D. ji aliyê Lawrence N. Nadeau yê Amerîkî ve niqirandin, ji bo hunera lêkdanê, hereketên ku mirov stersê biavêjin îcad kir.
 
Xweparastin xwebirêxistin bihêz kir
 
Minakên xweparastina cewherî ku bi vî awayî hatin pêşxistin, jin di pêşxistina xweparstinê de bi sînor neman û xweparastin bi rêxistinê bihêz kirin. Jinan li hemberî şîdet, tacîz û tecawîzê ligelek welatan bi xweparastina cewherî ji bo jinên din bûn mînak.
Hinek mînaken xweparastinên cewherî yên cîhanê wihane;
 
Ji bo zilaman darê bambu: Gulabî Gang (Çeteyên Pembe)
 
Di sala 2006'an de li bakurê Hindîstanê ji aliyê Sampat Pal Devî ve hat avakirin. Çeteyên ku navê xwe ji rengê pembe yên ku li ber xwe dikin girtine, zilamên ku li hemberî jinan şîdetê bi kartînin bi darê bambu li wan dixin. Çeteyên Gulabî ku bi 10 jinan ketin rê di roja îro de 270 endamên wan hene. Çeteyên Gulabî di heman demê de li hemberî pirsgirêkên civakî jî li kolanan nobedê digirin.
Sampat Pal Devî ku xwe wekî çeteyên bidad binav dikin, dibêjin; "Min ne kuje, ne gire û xwestin min bêdeng bikin lê heta ku ji bo jinan kar neyên sererast kirin em ê pes nekin"
 
Li hemberî şîdeta zayendî û îstîsmara zarokan 'Red Bîrîgade (Tîpa Sor)
 
Ji aliyê Usha Vishwakarma ku ji çeteyên Gulabî veqetiya û li herêma Lucknowa Hîndîstanê di sala 2011'an de hat avakirin. Edamên Red Bîrîgade ku li ser şelwarên reş gomlekê sor li xwe dikin, li hemberî taciz û tecawîzên li hemberî zarokên keç têdikoşin. Grupa ku ji jinên ciwan ên 16-25 salîne pêk tên niha ji 200 zêyetir endamên wê hene. Vishwakarmêje: "Jinên olî wekî jinên bêhêz tên nîşandan. Em jin ku dizanin dikarin li hemberî êrîşan têbikoşin, divê em di aliyê fîzîkî û fikrî de bi hêz bin." Ji bo li tevahiya Hîndîstanên Tîpa Sor were avakirin xebat didomin.
 
Ji bo jin ji tehlîkeyan bê parastin 'Warrior Sisters (Xwişkên Şervan)
 
Ji aliyê Sam Krop di sala 2013'yan de li bakurê Amerîkayê hat avakirin.
Warrior Sisters ku ji tecrubeyên Gulabi Gang îlham girtin û hat avakirin, li herêmên cuda bi heftane civînên perwerdeyê tên lidarxistin û perwerdeya devokî û fîzîkî ya bê pere tê dayîn. Rêyên ragihandina Kombînasyon û hunera şer a Îsraîlê ji bo jin xwe ji tahlukeyan bi parêzin dibe arîkar. Jin di vê pêvajoyê de fêrî li hemberî hemû cure êrîşan xwe parastinê dibin.
 
Zanist ûwêrekdayîna jinan Arming Sisters (Xwişkên bi Çek)
 
Komeleyeke ku perwerdeyê dide jinên herêmî yên li Amerîka û Kanadayê yên rastî êrîş û tecawizê tên. Patricia Stein, ji grubên parastinê yên jinan ên ku li Qada Tahrîra Misirê bi bandor bûne biryar dane ku komeleyek bi vî rengî ava bikin. Armanca wan ew e ku jinan biwêrek bikin, ji bo xwe bi parastina Cewherî ji êrîşan bi parêzin pêşbixine.
 
MSA Sisters' Self-Defanse (Xwişekên Misliman Xweparastina Cewherî)
 
Xebateke ku ji aliyê Fatîma Garsî ve ji bo jinên Misliman hatiye destpêkirin. Dersên boks/Muay Thai, bi dar têkoşînê û hunera lêkdanê bê pere didie jinan. Bi van perwerdeya armanc dike ku jinan di aliyê fîzîkî û zîhnî de bi pêş bixin.
 
Primer Comunicado de la Célula Armada de Putas Histéricas-CAPH (Kolektîfa Kevaşên Çilginên bi Çek) 
 
Di dîmenên ku nayê zanîn raste yan na kolektîf banga têkoşîna radîkal a femînîstan dike. Di dîmenan de ku wiha tê gotin: "Ma tirs? Na! We her tim li ser me zext dan meşandin. Êdî em na tirsin. We em sîqilandin! Niha dema têkoşînê ye. Êdî çekên me û hêza me ya çapemeniyê heye. Êdî em ê bi çekên wan li wan bixin" gelek çalakiyên li bajarê Sevîlla ya Îspanyayê hatin li darxistin girtin ser xwe.
 
Ji jinên berxwedêr ên Dêrsimê 'Destşivikên Sor'
 
Ji bo jin xwe li hemberî qirkirina cins a jinan biparêzin hatiye avakirin. Jinek ku li Dêrsimê rastî lêdana hevjînê xwe hat serî li Destşivikên Sor da û zilam li mala wî bi lêdanê hat cezakirin. Jinên ku li Dîlokê jî bi heman rêbazan çalakiyên cezakirinê li darxistin, diyar kirin ku dê tacizker û tecawîzker ji darên wan xilas nebin û bang li jinan kiirn ku tevlî refên wan bibin.
 
Tîmên Parastina Jinan a Arîn Mîrkan 
 
Piştî Ozgecan bi awayekî hovane hat qetilkirin li gelek cihên welat çalakî hatin lidarxistin. Tîmên Parastina Jinan a Arîn Mîrkan ji aliyê jinên ciwan ên ji Şoreşa Rojava bi bandor bûn ve li Amedê hat avakirin. Jinên ku zilamên wan ser şîdetê bi kartînin hişyar kirin wiha dibêjin: "Ji tiştên ku  bên serê we em ne berpirsyarin."
 
Yekîneyên Parastina Jinê-YPJ 
 
YPJ ji bo destkeftiyên jinan ên li Rojava bên parastin û li hemberî êrîşên li dijî Rêveberiyên Xweser hat avakirin. Şervanên jin ên ku 19-20 salî ku di refên pêş de li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, li hemberî zîhniyeta zilam civaka polîtîk diparêzin. Tê zanîn ku 5 hezar jinên ku piştî perwerdeya leşkerî tevlî refên YPJ'ê bûne hene. Ji Fermandarên YPJ'ê Narîn Efrîn wiha dibêje: "Yek ji fermandaran peywira min a sereke ku bi jinan bidim zanîn ku xwedî vînin. Jinên ku perwerdeyên me bi serkeftî derbas kirin dide diyar kirin ku gotina; 'jin nikarin şer bikin' derewe."
 
(mb)