Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

25 Mijdar: Dibin sîbera rejîma Îranê de tekoşîna jinan (9)

Dosya Haber
Mijdar 15 / 2015


 
Gelawêj Ewrîn/JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Îran welatek ê bi zagonên şeretê tê rêvebirin, şideta ser jinan her sala diçe zêdetir dibe. Wele Tirkiyê li hemberî polîtîkayên rejîma Îranê yên di malan de girtina tenê ji bo zarok anînê didin meşandin jî jin bi salane tekoşînê didin.
 
Civaka Îranê di her sed salekê de şahidî ji gelek raperînan re kiriye. Pergalên ku li ser nirxên şoreşa gelan hakim bûne xwe her carê ji rengek avêtine rengek din. Ji bo civakê bixapînin, biqelemûnek zîrek bûne têra xwe. Îran bi gotinek din kaniya şoreşa gelan û bi taybet jinan bûye. Dîroka tevgerên jinên Îranê ji sed salî zêdetire. Lê dema mirov li pişt xwe dinêre jinan tenê kinc û kefenên xwe yên sipî dane bin çengên xwe û ji şoreşa ku bixwe bidestê xwe kirine, xwatir xwestine.
 
Her sal em behsa şîdeta li hember jinan dikin û em awirekî bidin ser jinên Îranê ku çawa hêj kefenê wan di destan de û bê tirs piyê xwe dadinin ser cesedê mirinê û derbas dibin. Her kêliyek jiyana li Îranê ji bo jinan şîdete mixabin. Di zagona bingehîn a Îranê de dema cenîn yan pitik keç be û tu li ber xwe bibî, cezayê wê nîne lê ger heman pitik cinsiyeta wî kur be divê tu cezayê wê bidî. Cudabûn hêj tu pitikek du mehî yî, destpê dike. Hêj tu nehatiyê dinyayê qanûn ji te re diyar dike ku çawa jiyan bike. Rejîma Îranê bi gelek qanûn xwest û dixwaze şîdeta xemilandî di rastiya xwe ya şerîetê de bi jinan û civakê bide qebûlkirin. Mirov bi kêfxweşî dikare bêje ku tu caran ser neketiye. Bêguman jinan gelek êş kişandine lê tu caran bêdeng nebûne. Li gor şerîetê tu nîvê mêrî ji bo wê jî hemû liv û tevgera te ji bo wê bû ku tu bigihêjî nîvê xwe û paşê temam bibî, naku tuyê hertim nîvco û zeîfe bimînî. Şêwazê şîdeta li hember civak û bi taybet li Îranê gelekî zirave ji bo wê mirov zêde pê nahesin. Yek ji şîdeta herî eşkere ku di mafê jinan de tê kirin, mudaxeleya bêperwa ya mêr û desthilatdariyê li ser jiyana jinanê ye. Jinek divê çawa li xwe bike, çawa rabe û rûnê, çi bifikire, çawa biaxive, hemûyan bi şêwazên ku jin pê nehese û serî raneke, bi zorê didê û bi gotinek din pê jehrî dike. Jin li Îranê awayên şîdetê wek dermanek jehrî bi hêviya ku baş bibin, dixwin.
 
Zagonên Îranê li dijî jinanin
 
Zagon li Îranê li gor îslamê hatiye dariştin, gotina xwedê ye û nabe were guhertin, dibe we bihistibe gelek kesên ku ceza ji wan re tên dayîn û tên darvekirin, bi behaneya Muharebe ango kesê ku bi xwedê re şer dike, tê tawanbarkirin. Ev tê wê wateyê ku her kes li gor wê qanûna ku çend melayên nezan rûniştine û dariştine, neçe, ew dijminê xwedê ye û divê were cezakirin. Jixwe nêrîn û têgeha ji jinan re di çavê qanûna esasî de bixwe şîdeta herî mezin e. Di parvekirina mîrasan de nîvê mêre, di şahdibûnê de nîvê mêre ango du jin mêrek in. Ev heqareta herî mezin ji rastiya jinan re hey. Bav, bira û hevjîn dikarin li ser jinan serweriyek mutleq bimeşînin. Ya rast gelek tiştên ku di qanûnê de nîne jî rejîma melayan bi zorê li ser jinan ferz dikin. Wek mînak qanûna Sîxe (zewaca demkî) heye, li gor şerîeta Şîeyan ji bo pêşî li fitne û fesadiyê were girtin û mêr ji ber ku nikare pêşiya îştihaya xwe ya cinsî bigire, karê wî hêsantir bibe, dikare her jinekê ji bo rojekê heta çend mehan jî ji xwe re bixwaze. 
 
Bi tindiyê her roj bi dehan jin tên tecawîz kirin
 
Niha li Îranê 20 hezar zarokên bê bav û dayik tenê li bajarên mezin hene ku tê gotin ev zarok ji sîxê çêbûne. Her çend di zewaca Sîxê de pêwîste mafê zarok bê parastin lê jixwe kar ji destpêkê ve heta dawiyê ne qanûnî ye, wê demê dor nagihêje rewşa zarokê. Fuhûşa eşkere ya melayan ku di bi navê sîxê te tê kirin, rastî nerazîbûna gelek kesan bi taybet jinan tê. Lê belê rejîm jinekê ji ber ku zina kiriye, darve dike lê bi sedan mêrên ku her roj jinekê qaşo bi îmzeya melayan sîxe dikin, tiştek ji wan re nabêjin. Bajarê Meşhedê ku gora Îmam Riza li wire, yek ji bajarên ku tê de Sîxe bi eşkere li kêleka cadeyan tê kirin. Mela li ber dîwarê ziyaretgehên pîroz rûdinên û pankartekî li wir didin û dibêjn werin ji xwe re jinan sîxe bikin. Jinan difroşe mela! Lê hema li ser wê cadeyê ger keç û xurek ciwan destê hev girtibûn û bimeşin, yan jî jinek hinek makyaja wê zêde be, polîsên bi navê îmam zehra û zeyneb pêşiya wan digirin û wan hişyar dikin. Yan jî gelek caran wan binçav dikin.
 
Rejîma bi zanebûn li girtîgehan fuhuş û bikaranîn madeyên hişber bikar tîne, gardiyanên girtîgehan erka wan ewe ku her kesê ket zindanê ku ji sedî 70 mirovên li Îranê jiyan dikin tama çûyîna zindanê kişandine, madeyên hişber bi zorê bidê de. Kesên ketin xefikê êdî rêya wan ya vegerê nîne. Herî zêde jî di girtîgehên jinan de vê karesatê dimeşînin. Li gor bîlançoyên fermî ku gelek caran rejîm bîlançoya vedişêre, ji milyonek û 325 hezar kesên madeyên hişber li Îranê bikar tînin, ji sedî 9.3 ji wan jin in. Jinên di navbera 15 heta 64 salî de û ji van ji sedî 60 jinên zewicî, ji sedî 40 jî jinên ne zewicî ne. Bi giştî ji sedî 44 di bin temenê 30 saliyê de ne. Du şêwazên şîdeta di nav malê û şîdeta ji aliyê rejîmê ve dibe sedem jinan di bêdengiyek tirsnak de ber bi bikaraîna madeyê hişber dibe. 
 
Tekoşîna jinan a lixwekirinê
 
Şîdeta ku rejîma Îranê piştî hatina ser desthilatdariyê bi taybet piştî şoreşa 1979'an li ser jinan dide meşandin, sergirtina bi zorê ye. Bi hatina rejîma Xumeynî kesên ji şoreşê re pêşengî kiribûn, li dawiyê hatin hiştin. Di rewşekê ku di dema Rizah Şah de, Şah bi zorê kefî li serê jinan vekir, Xumeynî jî bi darê zorê jin neçar kir ku xwe bi çarşeva reş bipêçin. Wer lê hat ku êdî jin di nava çand û nasnameyên cuda de man. Nêzî 40 sale jinên Îranê bi zorê serê xwe digrin. Her hikûmeta ku hatiye ser desthilatdariyê bi caran soz daye ku wê hinek reforman di xwekirina cilan de çêbike lê derew li jinan kirine. Herçend li gelek welatên derve ji bo wan mijara lixwekirina cilan mijarek normal a jiyanî û taybet be lê ji bo jinên Îranê wek qadeke tekoşîna li hember rejîmê  ye. Gelek caran jin bi behaneya ku porê wan derketiye hatin girtin û rastî şîdetê hatine. Ji bo wê jî ev du salên dawî jinan bi wêrekî li ser torên civakî dest bi kampanyayekê kirin. Kampanya bi navê 'Azadiya Veşartî' di nava du salan de elaqeyek mezin dît. Jinên li Îranê wêne û dîmenên xwe yên servekirî danîn ser torên civakî û xwestin ku siyaseta 'Hicaba bi zorê' were rakirin.  
 
Firûx: Armanca min a herî sereke azadiya jinane
 
Mijarek din jî tevlîbûna jinên Îranê di nava qadên siyasî û civakî de ye. Rejîm ji bo deng û rengê jinan veşêre serî li her rêbazî dide. Çawa ku tê zanîn Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê çandî û hunerî de xwedî civakek gelekî dewlemende. Jinên Îranê di qadên çand, huner, sînema, şano û mûzîkê de xwedî hestên pak û sade ne. Helbestvana Îranê Firûx Ferxuzadku gelek caran helbestên wê hatin sansnorkirin, li gel hemû zilm û zextan gotina dilê xwe hertim anî ziman. Frûx di wesîyeta xwe de dibêje; 'Daxwaza min ya herî mezin azadiya jinên Îranê ye, ez derdê jinên welatê xwe dizanim ku rastî şîdeta mêran tên.' Gelek caran konserên ku jinan xwestine pêşkêş bikin, betal kirine. Ji ber ku li gor şerîetê nabe navê jinan tenê derbikeve. Lê li gel van hemûyan jî jinên Îranê di qada çand û hunerê de xwe paşde nedane. 
 
Qadek din jî ku şîdet û cudahiyek tê de heye qada siyasî ye. Jin ji sedî tenê 3 dikarin xwe di meclîsê de îfade bikin. Ji ber ku parlamento di bin serweriya bê şert û merc a rêberê Îranê Elî Ekber Xamineyî de ye. Hilbijartinên parlamento di 3'ê Adara 2016'an tê lidarxistin. Jin ji bo ku dewlet bixwe nûneran hilnebijêre, dest bi kampanyayekê kirin. Kampanya bi navê 'Werin em rûyê parlamentoya mêran biguherînin' ji aliyê jinan ve hat organîzekirin û rastî elaqeyek mezin hat. Jin sê armancên wan hene; Di serî de jin dixwazin bi kotaya jisedî 50 di nav parlamentoyê de cih bigrin, jin dibêjin armanca wan ne ewe ku desthilatdariyê bigirin dest, ew dixwazin qanûna tarî ya ku tu caran mafê jinan nabîne, biguherînin. Yek ji armancên din ê kampanyayê ewe ku jin bixwe namzedên xwe hilbijêrin. Ango beriya hilbijartina giştî jin nûnerên xwe di nava jinan de hilbijêrin. Kampanya herwiha armanc dike ku bi semînar û civînan jinan agahdar bikin ku dengê xwe nedin namzedên mêr ên ku li dijî mafê jinan in. Beşdarbûna jinan di nava parlamentoyê de bêguman gavek girîng û erênî ye. Lê belê şoreş û beşdarbûna hemû pêkhate û jinan dikare siyasetên rejîmê bê wate bike. Îran xwedî wê potansiyelê ye ku di rewşa niha de li dijî pergala hişk û teokiratîk rabe, bester û zemîn ji vê re amade ye. 
 
Dema ku Ferinaz hewilda xwe ji êrîşên zayendî rzgar bike jiyana xwe jidest da 
 
Li Îrana ku navendên jiyanê li jinan hatî tengkirin her roj jin rastî êrîşên zayendî tên. Yek ji van êrîşan jî dema jina kurd Ferinaz Xosrowanî di Otela Tara ya Mahabadê de dixebitî rastî êrîşên zayendiyên îstexbarata Îranê hat. Dema ku Ferinaz hewilda xwe rizgarkirinê da jiyana xwe jidest da. Rejîma Îranê bi salane li ser kurdan polîtîkaya tindî û darvekirinê dide meşandin yek ji wan jî plana tecawîzê ya xwestin li ser Ferinaz Xosrawanî bidin meşandin derket holê. Di 4'ê Gulanê de bûyera tecawîzê ya xwestin ser Ferinaz bidin meşandin, ji ber ku bi berxwedana Ferinazê pîlanê wan û faîl derketin holê, 3 rojan li kolanan raperîna gel berdewam kir. Dema ku gelê Mahabadê bûyer hînbûn agir berdan Otela Tara yê. Ji ber ku rejîm ji raperîna gel tirsiya êdî OHAL îlan kir. Li gel welatiyên Mahabadê li gelek deverên cîhanê gel derketin kolanan.
 
Girtiya siyasî Zeynep Celaliyan nayê tedawîkirin
 
Dibin şertên giran ên girtîgehên Îranê de hemû awayên îskencê li girtiyan tên kirin û di derbarê gelekan de biriyara dardekirinê didin. Yek ji wan jî Zeynep Celaliyan e. Zeynep dema ku ji bo tekoşîna kurdan xebatên siyasî dikir li bajarê Kirmanşah bi îdiaya endama PJAK'ê ye hat girtin. Di 14'ê Çileya sala 2009'an de di Dadgeha Şoreşê de bê parêzer bi 7 deqîqeyan parastinê cezayê dardekirinê dan Zeynep. Dema ku dosiyayên wê şandin Saziya Cezayê Înfazê dardekirin hat dayîn. Di kanuna sala 2011'an de cezayê wê vegiriya muebetê. Zeynep 7 salin di Girtîgeha Dizel Abad de îskenceyên herî giran dibîne. Zeynep li hemberî wan bi dehan caran ketiye gireve birçîbûnê. Zeynep ji ber îskenceyên giran nexweşiyên giran pêre çêbûne. Herî dawî ji ber pinakên sipiyên ser zimanê wê derdiketin Zeynep hewilda biçe nexweşxanê, lê ew nebirin. Bi hevdîtina li gel mabata xwe kirî re Zeynep diyar kir ku her diçe ronahiya çavê wê kêm dibe û dibe ku kor bibe.
 
KJAR hat avakirin 
 
Jinên Rojhilatê Kurdistanê li hember tindiya rejîmê tekoşîn dikin. Rêxistinbûna jinên kurd li her çar aliyê welat li Rojhilatê Kurdistanê jî hat nîqaşkirin û bû sedema ew jî rêxistina xwe avabikin. Di sala 2004'an de Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (YJRK) hat avakirin. Rêxistina jinan bi 4 konferansan rêxistina xwe bihêz kirin û bi navê KJAR'ê ji nû ve xwe birêxistin kirin. Di danezana avabûna Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan hat diyarkirin ku di bernameya wan de ne tenê jinên Rojhilatê Kurdistanê jinên Îranê jî hene û wan Îranek demokratîk û Kurdistanek xweser hedef kirine. KJAR bi pergalek konfederal li her deverê xebatên xwe bi awayê komun û meclisan berdewam dikin û wan xebatên xwe bi pergala hevserokatiyê didin meşandin. 
 
Li Îranê cara yekê HPJ
 
Jinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo ku xwe di hemû navendên jiyanê de birêxistin bikin pêdivî bi hêza parastinê jî dîtin. Beşê PJAK'ê yê leşkerî HRK rêxistina tayîbet ya jinan KJAR  jî beşê xwe yê leşkerî HPJ avakir. HPJ xwe weke girêdayî KJAR'ê "Hêza Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê" didin nasîn û tarzê tekoşîna gerila didin meşandin. Berpirsên HPJ'ê li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê tekoşînê didin, ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, di heman demê de li aliyê Îranê jî ji bo jinan yekem hêza parastinê ye.
 
Jinan li parlementoyê ji bo nûneriya wekhev kampaniya dan despêkirin
 
Li Îranê ji sedî 3 jin dikarin di nava siyasetê de cîh bigirin. Hemû berpirsyariya parlementoyê di destê Ali Ekber Xamineyi dene. Ji bo hilbijartina ku tê payîn di 3 yê Adara sala 2016'an de bêkirin jinan kampaniyeya 'Werin em di parlementoyê de ruyê mêran bidin guhertin' kirine. Sê daxwaz û armancên jinên Îranê hene. Jin dixwazin di parlementoyê de koteya ji sedî 50 bigirin, bibin deshilat û zagonên azadiya jinan nasnake bidin guhertin. Armanca din a kampaniyayê jin bi vîna xwe bikarin nûnerê xwe hilbijêrin. Di çarçoveya kampaniyayê de jin semîneran didin û banga bila jin di parlementoyê de deng nedin mêrên li hemberî azadiya jinan dikin. Jin tenê biketina nava siyasetê dikarin dikarin rejîma Îranê bidin guhertin.
 
(zt)