Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

25'ê Mijdar: Şîdeta li hemberî jinan li Başûrê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe (8)

Dosya Haber
Mijdar 15 / 2015


 
Newroz Dijwar / JINHA
 
SILEMANÎ - Jinên li Herêma Federal a Kurdistanê dijîn, têkoşîna xwe ya li hemberî şîdet û qanûnên heyî berdewam dikin. Jinan şîdeta li hemberî jinan ku îsal gihişt asta jor bêdengbûna hikûmetê û qanûnan rexne kirin.
 
Piştî ku di 5'ê Nîsana sala 1991'an de ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY û Mutefîkên wan ve ji bo kurdan Herêma Ewlehî bê avakirin bi biryara 668'an hat îlankirin, kurdistaniyên Başûr di 19'ê gulana 1992'yan de yekem car parlamenterên xwe hilbijartin. Herêma Başûrê Kurdistanê hikûmeta xwe ava kir û di nava demê de makeqanûna xwe ava kir.
 
Wêdemê di nava vê pêvajoyê de jinên başûrî di kudera siyasetê de cih digirtin? Jinên ku di eniyan de bi pêşmergeyan re mil bi mil şer dikirin, li hemberî hemû zordariyan sekinîn lê jinên başûrî di aliyê civakî û siyasî de qasî ku dihat xwestin pêşketinek pêk neanîn. Ji ber ku rêxistinbûyîna jinên Başûr parçeyî bû ev bû sedem ku jin bi taybetî jî di aliyê siyasetê de nebin xwediyê maf û vîn.
 
Jin her tim bûn qûrbanê siyaseta ku bi hişmendiya zilam dihat rêvebirin. Qeyrana ewlehî, siyasî û aborî her tim bandorê li ser jinan kir. Li Başûrê Kurdistanê di nava 6 mehên destpêkê de 400 jin hatin qetilkirin û 4 hezar û 661 jin jî rastî tundiyê hatin.
 
Jin dixwazin makeqanûnên zilaman bên guhertin 
 
Jinên başûrî têkoşîna xwe ya li hemberî makeqanûnên zilaman berdewam dikin. Jin, 34 parlementerên jin û kotaya jinan a di meclisê de têr nabînin û nûnertiya wekhev dixwazin. Partiyên siyasî ji ber ku pêşiya jinan venakin, jin wan rexe dikin û dixwazin makeqanûnên ku mercên kar nade jinan û li ber azadiya jinan astenge bê rakirin. Ji bo ku jinek pasaportek bigire, divê li gel wê zilamek hebe û bi tena serê xwe nikare rêwitiyê bike, ev yek jî ji aliyê jinan ve rastî bertekan tê. Her wiha di buyerekî de şahidiya du jinan jî nayê qebûlkirin û ev yek jî rastî bertekan tê. Li Başûr di dozên veqetandinê de piraniya mîras ji bo zilaman tê dayin. Jin ji bo qanûna Kantona Cizîrê ku mafê nûnertiya wekhev dide jin û zilaman dixwazin li Başûr jî ev yek pêk bê.  
 
Hinek qanûn hene lê…
 
Li başûrê Kurdistanê piştî berxwedana rêxistinên jinan, bi qanûna ku di sala 2001'an de derket, sinetbûna jinan û zewicandina olî hat qedexekirin. Lê zilamên ku jinan qetil dikin û bi her awayî tundiyê pêk tînin nayên cezakirin û tundiya li ser jinan jî her ku diçe zêde dibe. Her çiqas qanûn hebin jî dadgerên zilam ceza nadin kujeran.
 
Zilam qetilkirina jinan berdewam dikin
 
Di qeydên rêxistinên jinan de bûyerên qetilkirinên jinan hezaran derbas dike. Sala borî li bajaroka Qelediza başûrê Kurdistanê jina bi navê Kostan Mahmud bi awayekî hovane hat qetilkirin. Di ser qetilkirina wê de salek derbas bû lê hêjî kujer nehatiye dîtin û darizandin.
 
Dîsa di ser qetilkirina Sînor a 21 salî ku li Parka Dayika Silêmaniyê hat qetilkirin de salek derbas bû lê hêjî kujer nehatiye darizandin. Ji bo di bin sîwana parlamentoyê de komîsyonek qetilkirina jinan bê avakirin, tê daxwazkirni.
 
Di 6 mehên sala 2015'an de şîdeta li er jinan zêdetir bû
 
Piştî 6 mehên sala 2015'an di rapora Komîsyona Mafê Mirovan a Başûrê Kurdistanê hat weşandin zêdebûna şîdeta li ser jinan hat xuyakirin. Di raporê de wiha tê gotin: "Di 6 mehên dawî de li tevahiya Başûrê Kurdistanê, 57 jinan xwe şewitand, 24 jinan xwe bi çek an jî amûrên birînê xwe întîhar kirin û 65 jin rastî tacîz û tecawîzê hatin."
 
Li Hewlêrê 12 kirin, 12 kuştin, 41 xwe şewitandin, 3 jin rastî êrîşa zayendî hatin û ji ber êrîşên zayendî hezar û 255 doz hatin vekirin. Li Silêmaniyê 11 întîhar, 6 jin hatin qetilkirin, 24 jin ji aliyê hinekan ve hatin şewitandin, 17 jinan xwe şewitandin û 29 jin rastî êrîşa zayendî hatin û ji ber êrîşên zayendî 616 doz hatin vekirin.
 
Li Duhokê 23 jin hatin şewitandin, 4 jina hatin kuştin, 8 jinan xwe întîharkirin, 10 jinan xwe şewitandin, 21 jin rastî êrîşa zayendî hatin û ji ber êrîşên zayendî 964 doz hatin vekirin.
 
Li herêma Germiyanê 6 jin hatin qetilkirin, 2 jinan xwe întîhar kirin, 7 ji aliyê kesan ve hatin qetilkirin, 8 jinan xwe şewitandin, 12 jin rastî êrîşa zayendî hatin û ji ber êrîşên zayendî 440 doz hatin vekirin.
 
Sunet kirina jinan jî zêde bû
 
Li herêmê ligel şîdeta li ser jinan suneta jinan jî zêde bû. Hat ragihandin ku di lêkolînên li herêmê hatin kirin de bi taybetî li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê suneta jinan ji sedî 60 zêde bûye.
 
Maxdûrên mezin ên şîdeta zilaman "Jinên Êzidî" ne
 
Di 3'yê Tebaxa 2014'an de bi ketina çeteyên DAIŞ'ê ya Şengalê bi hezaran jin li aliyê çeteyan ve hatin ravandin. Ligel hêjmara ku baş nayê zanîn lê ku tê texmînkirin 7 hezar jinên Êzidî li bazarên Musil û Sûriyeyê wekî kole tên firotin. Hinek jinên Êzidî ji destên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û bi hezaran jî di destê çetayan de ne. Jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de rastî hemû cure şîşkenceyan hatin û bi zorê gelek jin tecawîz kirin.
 
Jinên Şengalê li hemberî şîdeta zilaman xwe birêxistin kirin: YBŞ
 
Piştî pêşmergeyên PDK'ê ji Şengalê reviyan û gelê Êzidî di destê çeteyên DAIŞ'ê de hiştin, ji bo gelê Êzidî rizgar bikin gerîlayên HPG'ê û YJA-Starê ketin Şengalê û gelê Êzidî ji qetlîaman rizgar kirin. Bi demê re gelê Êzidî xwe bi parêzin û Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin YBŞ ava kirin. Êzidiyên ku gotin em ê xwe bi xwe biparêzin gelek deverên Şengalê ji destê çeteyan rizgar kirin.
 
Ligel vê jinên Şengalê ji bo xwe ji şîdeta zilam bi parêzin piştî qetlîamê yekineyê xwe yên xweparastinê ava kirin. Di 5'ê Çileya 2015'an de YPJ-Şengal hat avakirin û bi sedan şervan cihê xwe di nava YPJ-Şengalê de digirin. YPJ-Şengal ku hêza parastinê ya jinên Êzidiye, armanca wan ew e ku jinên di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne rizgar bikin. YPJ-Şengal li çiyayên Şengalê parastina jinên Êzidî dikin.
 
(mb)