Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

25'ê Mijdarê: Jinên ji parçeya 'biçûk' bi îradeya xwe dikarin cîhanê biguherînin (6)

Dosya Haber
Mijdar 14 / 2015


 
JINHA
 
ROJAVA - Ji Slavan, Arînan, Ivananan, Gulanan, Sîbelan heta Peymanan bi hezaran jinên Rojava li hemû cîhanê bûn sembola berxwedana jinan. Jinên ku bi berxwedanê destkeftiyên xwe parastin, li Rojava xwe bi rêxistin kirin, ji bo hemû cîhanê modela jiyana nû afirandin û îmze avêtin bin gelek serkeftinan. 
 
Berxwedana jinên ku wekî berxwedana 30 salên di dîrokê de mezin û bi wateye. Ji Zafîryena bigire hata Lelya Qasim, Sakîneyan, Zîlanan, Bêrîtanan, Slavan, Arînan, Viyan û Peymanan dîroka berxwedana jinên kurd mezinbû û berdewam kir. Mînaka vê ya herî dawî rojavayê Kurdistanê ye. 
 
Jinên ku li hemberî çeteyên hov ên DAIŞ'ê bi tîliliyan li ber xwe didin, pêşengiya berxwedana rojavayê Kurdistanê dikin. Jinên kurd bi berxwedana li Rojava ji bo jinên cîhanê bûn hêvî. Berxwedana şervanên YPJ'ê li hemû cîhanê belav bû û bû gerdûnî. Dema em li berxwedana Rojava ya ku bi pêşengiya jinan tê meşandin ligel ku jinan gelek berdel dane jî berxwedana xwe mezin dikin û jiyana ekolojîk û demokrat dixin meriyetê.
 
Di pêşengiya jinan de şoreşa pêş dikeve
 
Kurdên ku li Sûriyeyê dijîn, bi salan di bin zextên Rejîma Baasê de jiyan û niha jî şoreşa herî mezina ya dîrokî dijîn. Kurdên Rojava ligel hemû zextan bi biryarin ku pergala xwe ava bikin û di 19'ê Tîrmeha 2012'yan de bi bingeha Xweseriya Demokratîk dest bi xebatên avakirinê kirin. Kurdên Rojava li aliyekê ji bo rûmeta mirovahiyê şer dikin li aliyê din jî xebatên avakirinê bi israr didomînin. Li gelek bajarên Rojava jinan jî dest bi avakiria asayîş, emeclîsên gel, kooperatîf, wexfên jinan, komunên jinan, rêxistinên jinan, dadgeh, malên gel, malên çand û hunerê, malên ciwanan, wezaretên jinanû akademiyên jinan kirin.
 
Gelê Ermenî, Asurî û Suryanî jî ku cihê xwe di nava van saziyan de digirin dest bi xebatên avakirinê kirin. Pergala ku bi pêşengiyan jinan hat avakirin li hemû cîhanê wekî "Şoreşa Rojava Şoreşa Jinan e" belav bû.
 
Li Rojava hemû gel di bin banê YPJ'ê de kom dibin
 
Li Rojava di 2'yê Kanûna 2015'an de Yekîneyê Parastina Jinan hat avakirin û jinan di salekê de rêxistina xwe mezin kirin. YPJ'ê kongreya xwe ya yekemîn li bajarê Dêrikê li darxistin û li her sê Kantonên Rojava yekîneyê xwe ava kirin. YPJ'ê navên jinên jiyana xwe ji dest dane li yekîneyên xwe kirin û di Akademiya Şehîd Şîlan de gelek şervan gihandin. YPJ ku li hemû bajarên Rojava xwe bi cih kirin, li hemû bajaran navendên xwe ava kirin. Li navendên YPJ'ê jina hatin perwerdekirin û tevlî şoreşê hatin kirin. Jinên Ermenî, Erep û Suryanî jî hatin perwerdekirin û tevlî refên YPJ'ê bûn. Şervanên YPJ'ê ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin di sala 2015'an de li gelek bajarên Rojava çeteyên DAIŞ'ê paşxistin.
 
Wezaretên Jinan
 
Di îbareya Peymana Civakî ya Rojava de, di maddeya 27'emîn de "Mafê jinan ên siyasî, civakî, aborî, çandî û yên din heye", di maddeya 28'emîn de jî "Jin xwedî mafê xweparastinê ye, dikare cudahiya zayendî rake û qebûl neke ye" cih girtin.
Li Kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanê Wezaretên Jinan hene. Wezaret ji 5 beşên wekî darayî, mafê zarokan, proje, mewzûat û peywendiyên devre pêk tê. Muçeya wezaretan ji aliyê kantonan ve tê nîşankirin. Hemû xebatkarên wezaretê ji jinan pêk tên. Wezaretên jinan bi rêxistinên jinan re tevdigere.
 
Jin bi Yekitiya Star bihêztirin
 
Yek ji rêxistinên girîng ên Rojava Yekitiya Star e. Gelek xebatên ji bo jiyana jinan di bin banê Yekitiya Starê de tên meşandin. Hemû saziyên jinan ên li Rojava tevlî Yekitiya Star dibin. Yekitiya Star armanca wê jin ji malan derxistin û xistina nava jiyanê ye di salekê de gelek xebatên girîng dan meşandin. Yeketiya Star gelek saziyên jinan ên wekî malên jinan, akademî, komun û kooperatîf ava kirin.
 
Li Rojava asayîş ji jinan tê pirsîn
 
Ev 3 salin xebatên avakirina asayîşê li Rojava tên meşadin, jin wekî di her qadên civakê de di qada asayîşê de xebatên xwe didomînin. Di pergala kantonan de jin di her qadên jiyanê de cih digirin. Yekîneyên asayîşê ên ketin, derketin û nokteyên stratejîk jin parastinê dikin û li Rojava asayîş ji jinan tê pirsîn.
 
Vina çareseriya jinan: Malên Jinan
 
Di bin banê Yekitiya Starê de li Kantonên Efrîn, Koban û Cizîrê yên Rojava melên jinan hatin avakirin. Li her kantonekê navendek ya mala jinan heye. Di her malên jinan de rêveberiyek ji sê yan jî pênc kesan pêk tê heye. Di malên jinan de jin pirsgirêkên xwe çareser dikin.
Pirsgirêkên ku malên jinan ne karîn çareser bikin, sewqî dadgehan tên kirin. Ji ber vê yekê jin di rêveberiyên dadgehê de jî cih digirin. Ligel rêveberan di malên jinan de 12-15 jin cihê xwe digirin. Ji ber vê yekê sê komîsyonên wekî Komîsyona Çareseriyê, Komîsyona Zanist Komkirinê û komîsyona Arşîvan hatine avakirin. Her komîsyon bi karên xwe ve mijûl dibin.
 
Li Rojava cara yekem: Wexfa Jinên Azad
 
Li Rojava yekemîn xebatên avakiriya wexfê di pêşengiya jinan de hat destpêkirin. Li Rojava ku beriya 6 mehan Wexfa Jinên Azad hat avakirin, ligel k udi demek kurt de hatiye avakirin xwe gihand gelek jinan. Wexfa ku ji 5 komîteyan pêk tê bi pirsgirêkên perwerdeya jin û zarokan, tendirûstî û pirsgirêkên civakî re mijûl dibe. Wexfa ku di her qadê de jinan perwerde dike, di heman demê de jinan di qada aborî de jî pêşdixin.
 
Li her nokteyên Rojava komunên jinan hatin avakirin
 
Yek ji xebatên jinan ên girîng xebatên ava kirina komunan bû. Jinên li bajarn, gund, tax û kolanan geriyan, civîn li darxistin û komunên jinan ava kirin. Komunên jinan ên li hemberî êrîşên çeteyan hatin avakirin ji bo gelê Rojava xebatek girîng bû. Bi saya van komunan jin dê bikaribin xwe ji êrîşan bi parêzin. Jin bi hilbijartinan dikarin rêvberiyên komunan hilbijêrin.
 
Bi Akademiya Jinan, jin dibin xwedî zanist
 
Xebatên jinan ên ji bo avakirina akademiyên jina berdewam dikin. Akademiyên jinan ên bi pêşengiya Yekitiya Star li hemû bajarên Rojava hatin avakirin armanc dike ku perwerdeyên bi zanistbûnê didin jinan.
 
Jin bi HPC'ê destkeftiyên xwexistin bin garantiyê
 
Di konferansa Adara 2015'an de ya li Rojava hat li darxistn Hêzên Parastina Civakî hat avakirin û jinan destkeftiyên xwe xistin bin garantiyê. Bi konfransê biryar hat girtin ku HPC li hemû kantonan bên avakirin û li Kantona Cizîrê perwerde hat destpêkirin. 
Perwerdeyên xweparastinê ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelên Rojava tê dayîn. Gelên Suryanî, Erep jî tevlî HPC'ê bûn. Tevlîbûnên jinan ên nav refên HPC'ê bi hemû hêza xwe berdewam dike. Gelek jinên ku perwerdeya xwe temam kirin cihê xwe dinava yekîneyên parastinê de girtin.
 
Li Kobanê jinan qanûnên xwe nîşandan
 
Jinan piştî Kaontona Kobanê ji çeteyan hat rizgarkirin lez dan xebatên xwe û di 27'ê Cotmehê de qanûnên jinan ragihandin. Di civîna ku rêxistinên jinan tevlîbûn de Rêvebera Kantonê Emîne Bekîr axivî. Emîne, diyar kir ku xebatên wan ên qanûnên jinan ên bi bingeha xweseriya demokratî tên kirin berdewam dikin û wiha got: "Me beriya êrîşên çeteyan ev biryar girtibû. Ji ber êrîşan çeteyan gelek welatî mecbûr man ku koçber bibin. Ji ber koçberiyê me ne karî biryar û pergala xwe bixin meriyetê. Me wekî rêxistina jinan biryara zewicandina zarokên di temenê biçûk de qedexe kir. Ligel vê li herêmê hevguhastin û du zewac hat qedexekirin. Jinan der barê mafê jiyanê de û dê kîjan qanûn werin danîn gelek nîqaşên girîng kirin. Em ê şopdarên biryarên xwe bin."
 
Ji YPJ'ê ji bo jinên Nepallî name
 
Fermandariya YPJ'ê bi nameyekê bersiv a jinên ANWA yên li Nepalê. Beşek a nameyê wihaye: "Tevlîbûna jinên Nepalê yên ji bo şoreşê hêz dide me. Ji ber hun ji têkoşîn, tecrûbe û destkeftiyên me yên li Kurdistanê hêz digirin ev yek me keyfxweş dike. Divê em pirên din ava Nepal û Kurdistanê de bi hêztir bikin û em têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê bilind bikin. Hûn jî em jî gelên çiyayî ne. Gelên çiyayî birane. Em ji çiyayên herî bilnd ên Kurdistanê silavên xwe yên şoreşgerî ji bo jinên Nepalî yên li Çiyayê Hîmalayan dişînin. Em bi hêviya k udi welatê me de hevdu bibînin, em ê bi hatina we ya li Kurdistanê keyfxweş bibin."
 
Gelê El-Şehba dibin pêşengiya gel de xwe birêxistin dikin
 
Meclîsa Rêveberiya Herêma El-Şehba ya di 12'yê Îlna 2015'an de hat avakirin faaliyetên wan heta rojvanayê Rojarê Firatê yê Efrînê digire nava xwe. Li dinava herêma herî girîng a Mezopotamyayê El-Şehba de ji bilê gundên li derdora Helebê, heta Ezaz, Minbic, Cereblûs, Bab, Sifîrê û Çiyayên Semanê herêmên Kurd, Erep û Turkmenan cih dirigin. Yek ji rojevên herî girîng ên meclîsê parastina mafên jin û zarokan e. Di nava meclîsê de konseyên jin û malbatê jî cih digirin. Peywira van konseyan di bingehê de azadiya jinan a civakî xistina meriyetê û rengê jinan dana diyar kirine. Meclîsa ku xebatan ji bo pêşîlêgirtina şîdeta li ser jinan dimeşîne, bi awayekî rêk û pêk semîneran li dardixe û armanc dike ku reng û dengê jinan derxine pêş.
 
(mb)