Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

25'ê Mijdarê: Li Tirkiyeyê jin di xweparastinê de ne (4)

Dosya Haber
Mijdar 13 / 2015


 
Sîbel Yukler / JINHA
 
ENQERE - Çîlem, Nevîn, Yasemîn... ew "jinên ku ji bo wan kêr gihiştiye hestî ne." Wekî ku Çîlem jî gotiye; 'Ma dê her tim jin bên qetilkirin. Bila hinek zilam jî bimirin' jinên ku qîr dikin. We jinên ku dibêjin; 'Ez ê ji nûve dayik bibûma dema dihizirîn ku ez mirîme."
 
Li Tirkiyeyê di nava salekê de taciz, recawîz û şîdeta li hemberî jinan di asta herî jorde berdewam kir. Îktîdara ku gotin û polîtîkayên xwe yên li hemberî jinan ne guherand, pêşî li taciz, tecawîz û şîdeta li hemberî jinan vekir. Ji siyasetmedar heta nivîskaran, ji sporvanan heta hunermend û kesên di îktîdarê de ne bigirin jin bûn hedefa wan. Di dozên qetil kirinên jina de bi biryarên hatin dayîn êrîşên li ser jinan ne hatin kêmkirin û jinan li hemberî vê li gelek qadan xweparastina cewherî birêxistin kirin û têkoşîna xwe domandin.
 
Jinên helbetvan Bîrhan Keskîn û Asli Serîn, li ser navnîşana www.anitsayac.com ji bo balê bikişînin şîdeta zilam a li hemberî jinê dest bi nivîsandina helbestan kirin. Beşa dawî li ser Ozgecan Aslan a ku bi awayekî hovane hat qetilkirin hat nivîsîn. Bîrhan û Asli di 16'yê Sibatê de ev tişt nivîsîn: "Em ji tu mezinên dewletê û ji tu qesran dadê naxwazin. Em Dîdem Madaka ku dibêje; 'Jin şervanin' silav dikin. em dizanin ku qetil kirinên jinan polîtîkin. Lê bila ji bîr nekin ku qad û kolan ên me ne."
 
Ev qas navên jinan besin!
 
Bîrhan dibêje: "Asli ez ji hemû jinan re pêşniyar dikim ku bila ji îro pêde xwe baştir bi parêzin"
 
Nevîn Yildirim wiha dibêje: "Li pişt min paşgotinî kirin û berî ez bimirim xistin gorê, ji bilî kuştina ku zilamê tecawîzî min dike û bi çetê gefan li min dixwe tu rêyek min a din ne mabû." Nevîn ji ber zilanê ku tecawîzî wê kir kuşt cezayê muhebetê girt. Nevîn di sala 2012'yan de dema Nuerttîn kuşt 5 mehî ducanî bû û ne dixwest vî zarokê ku bi tecawîzê çêbûye bîne dinê. Ji ber lênêrîna dewletê ya "tu bîne dê dewlet mezin bike" ku tecawîzê ji nedîtî ve tê bêy xwesteka xwe zarok anî dinê.
 
Çapemeniya ku gotinên der barê zilamê ku jina xwe qetil kir de "zilam cînet derbas kir" ku zilam diparêze bi kar anî, Nevîn wekî cinawirekî da nîşandan.
Ger Yasemînê ne kuştiba dê hatiba qetilkirin
 
Yasemîn Çakal, di 10'ê Tîrmeha 2014'an de ji bo xwe ji şîdeta ku bi awayekê sîstematîk li ser wê dihat meşandin bi parêze hevjînê xwe kuşt. Yasemîna ku bi zaroka xwe re di girtîgehê de ye doza wê ya ku der barê wê de cezayê muhebeta giran tê xwestin didome. Ger Yasemînê ne kuştiba dê hatiba qetilkirin.
Yasemîn dibêje: "Piştî jin piştgirî dan doza min hem rewşa doz û jiyana min a girtîgehê hat guhertin. Ez ji her tiştî pir ditirsiyam lê êdî ez natirsim. Jinên ku min nasnakin j imin re name nivîsin û min bi sedan name girtin."
 
Çîlem: Heke jin bixwaze dikare xwe bi afirîne
 
Çîlem di 14'ê Tîrmeha 2015'an de ji ber şîdeta hevjînê xwe yê berê Hasan Karabulut li Edeneyê hevjîne xwe kuşt. Çîlem bersiva nûçegihanên ku pirsa "Te çima kuşt" wiha dide; "Ma dê her tim jin bên qetilkirin. Bila hinek zilam jî bimirin" da.
 
Jina diyar kirin ku dê Çîlem bi tenê nemîne û ji roja setpêkê heta niha bi tenê ne hiştin. Çîlem bi van gotinan bersiv da jinan: "Heke jin bixwaze dikare xwe bi afirîne.  Heke jin bixwaze dikare li serê çiyayekê jî xwe ser piyan bigire. Dikare têbikoşe û ji nûde dest bi jiyanê bike."
Nermîna 44 salî di 3'yê Çileya 2015'an de li Ornektepeya Beyogluyê ku rastî tecawîza Eyup Altinparmek hat, Altinparmak kuşt. Nermîna ku teslîmî polîsan bû piştî karûbarên li midûryeta polîsan sewqî dadgehê hat kirin. Di derketina ji dadgehê de Nermîn bi van gotinan bersiv dide rojnamegeran: "Her kes tiştê ku heq dike dibîne." Jina bi navê Damla ku di 22'yê Tebaxê de li Kocaelî yê dijiya ji ber rastî şîdetê dihat hevjînê xwe Fîkret kuşt.
 
Jin xwedî li jiyana xwe derdikevin
 
Têkoşîna xweparastina jinên ku rastî şîdetê tên, Kolektîfa Femînîst a Stenbolê (ÎFK) bi rapora "Jin xwedî li jiyana xwe derdikevin" dozên jinên ku bi xweparastinê li dijî şîdeta zilaman disekinin radigihîne çapemeniyê. ÎFK'ê di mehên destpêka 2015'an de jinên ku rastî şîdet û tacawizê hatine û bi xweparastinê zilam kuştine kir rapor. 
 
Zilaman di 10 mehan de 236 jin qetil kirin
Zilaman di 10 mehên 2015'an de 236 jin qetil kirin, 112 jin tecawîz kirin, bi zorê li 157 jinan fuhuş hat ferzkirin, 319 jin birîndar kirin û 179 jin tacîz kirin.
 
Profîla zilamê qatil û şîdetkar: Hevjînê berê, hevjînê nû û hezxkirî
Piraniya zilamên ku jinan ji bo parastina xwe ew kuştin, hevjînê berê û yê nû û hezkirî bûn. Ji zilamên hatin birîndarkirin 17'yan tenê 5 ne nasbûn. Zilamên ku jinên şev ji kar derdiketin ew dişopandin û dixwestin bi zorê bikevin mala jinê yan jî li kolan û qadan xwestin jina tacîz bikin jinan xwe li hemberî wan parastin.
 
Dadgera jin: Heke jinê got "na" her tişt diqede
 
Li Artvînê di doza midûrê ku mamosteya di heman dibistanê de tecawîz kir ku di 7'ê Gulanê de hat ditîn ji ber gotinên midûr ên "di parvekirinên tora civakî de tiştên ji min ro gotine hene" dadgera jin ji midûr pirsa "te ji vana ji bo xwe peywir derxist?" kir.
 
Midûr got: "Hevalek me yê baş heye, şev bi min re karî di haman wesayîtê de bigere û bi şer dikarî derkeve derve." Dadgera jî vê carê pirsa: "Tu dixwazî bêjî dema zilam şev derdive ne pirsgirêk lê dema jin derdikeve pirsgirêke? Ez ji we pirsa hûn çi jiyan dikin nakim, dema jinekê got 'na' her tişt qediyaye. Dema got 'na' te tacîz kir an na?" kir.
 
Li ser vê yekê hat dîtin ku destên sûçdar dilerizin. Midûrê dibistanê ya tacîzker vê carê bi gotinên: "Em hevalin, hevalê ku ez nirx didimê ye, ji ber wê min jêre gul şandin" hewlda xwe bi parêze. Dadgera jin: "Ne min û ne jî dadgerî bi tiştên ku we jiyane eleqedar dike. Tiştên ku ne bi jinikê kirine ve bêje ne ku tiştên te kirine. Ger piştî jinê gotibe na te israr kiribe ev tacîze."
 
Kirinên bêemsal ên dadgeriya zilam: Ji ber hezkirina dildarî bandora bi hestiyar
 
Orhan Munîs ê ku di sala 2014'an de hunermenda TRT'ê Hatîce Kaçmaz qetilkir û bi cezayê muhebetê hat darizandin ji ber "bê plankirî kuştiye" dadgeriya cezayê wî kêm kir û di hincetên biryarê de nirxandinên skandal hatin kirin.
 
Parêzer Ceren Şîmşek diyar kir ku dadgeriya zilam tiştê li gorî pêdiviyê kiriye, ligel qatilan cih girtiye û wiha got: "Ji ber biryarên wiha yên dadgehê dê ji qatilên jinan re texilker nebe. Ev biryarên dadgehê yên wiha tê wateya 'ger jê hez dike dikare bikuje.'"
 
Dozên di meha Îlonê yên parêziya meşrû
 
* Y. K. a di destpêka zewaca xwe de rastî şîdetê hat, ji aliyê hevjînê xwe bi rastî gefa dê zaroka te bikujim hejvînê xwe kuşt. Rûniştana 7'emîn a dozê di 16'ê Îlonê de hat dîtin. Ji ber rapora ku jin rastî şîdeta pîskolojîk û fîzîkî tê nehat doz taloqî 1'ê Kanûnê hat kirin.
 
* Li navçeya Saricakaya ya Eskîşehîrê, N. B. ya di meha Adarê de hevjînê xwe F.B. kêr kir, N. B. di doza ku 17'ê Îlonê de hat dîtin  13 sal û 4 meh ceza girt.
 
* Li Çorumê Y.S. ya ku di 10 salên zewaca xwe de rastî şîdeta hevjînê xwe hat ji ber hevjînê xwe K.S. di Nîsana 2014'an de kuşt cezayê heta hetayê girt.
 
Xwendekarên jin tacîz teşhîr kirin
 
Xwendekarên jin ên li Zanîngeha Akdenîzê zilamên ku hevalan wan tacîz kir bi xweparastina cewherî di nava kampusê de teşhîr kirin. Jinên zanîngeha Akdenîzê li ser serlêdana jina ku hat tacîzkirin li hev kom bûn, civînek li darxistin û bi wêneyê zilamê bi navê Selîm Dîlmen ku hat gotin tacîzker li nava kampusê meşek li darxistin.
 
Li kampusan yekîneyên parastina cewherî
 
Jinek ji Yurda 1'emîn a jinên Zanîngeha Baogazîçiyê di 8'ê Tebaxê de rastî êrîşa zayendî ya zilamê ku bi pêpilîskan ket yurdê hat.  Bûyera ku di berbanga sibehê de pêk hat, tacîzker bi cilêta di destê xwe de li odeyan geriya û êrîşî jina ku bi tena serê xwe di odeyekê de bû kir. Li ser vê yekê jinên ku li kampusê kom bûn ji bo bûyerê bidin bihîstin li yurdan û li xwaringehan dest bi çalakiya deng derxistinê kirin.
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê Kuluba Lêgerînên Jinan hat dayîn de û di forumên hatin dayîn de pêşniyara bila di kampusan de yekîneyên parastina cewherî bên avakirin hat kirin. Jinên Bogazîçiyê, bi gotina "Em tenê dikarin bi têkoşîna hevpar tacîz û şîdetê paş bixin" bang li hemû jinan kirin ku li hemberî tacîzê deng derbixin û banga mekanîzmayê xwe yên parastina cewherî avakirinê kirin.
 
Jin di aştiyê de bi israrin
 
Jin li hemberî şer, qetlîam û zayendiya nêr dengê xwe bilind dikin. Bi bangen Ji bo Aştiyê Hewla Jinan di rojên borî de starta çalakiyên "Deng derbixe" naveroka wê hat berfirehkirin û li hemû bajaran belavbû. Jinan li 14 bajaran çalakiyên "Şer bi zilamtiyê didome. Li hemberî bihêzbûn, berxwedan û jiyana jinan dîwar ava dikin, bila çek bêdeng bibib aştî bi axive" li darxistin. Jinên ji bo Aştiyê, ji bo Cizîra ku qedexeya derketina derve lê hat îlankirina meşek li darxistin. Jinên li Zanîngeha Bolu Abantê jî ji bo xwendekaran zanîngehê ya bi navê Dîlay ku hat qetilkirin şalakî lidarxistin. Jinên ku daxwazên xwe yên ji bo aştiyê qêriyan li ber meclîsê çalakî li darxistin û gotin "Jin di aştiyê de bi israrin." Jinên li Amedê gotin ku "Jin şer naxwazin" û ji bo aştiyê çalakî li darxistin.
 
Ji bo Ozgecanê hemû jin li ser piyan bûn
 
Darbest xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan a ku ji aliyê ajokarê minubusa ku pê diçû mal ve hat qetilkirin, ji aliyê jinan ve hat rakirin. Li tevahiya Tirkiyeyê jin derketin kolanan. 
 
Jinan vegot: #Tujîvebêje
 
Piştî Ozgecan Aslan li Mersînê hat qetilkirin lîstîkvan Beren Saat jî li ser tora civakî bûyera ku rastî şîdetê hatibû vegot. Jinan li ser Twîtterê bi sernava #Tujîvebêje şîdet û tacîza kul ê rast hatine parvekirin.
 
Bijî pişetevaniya jinan: #Ferîdelikuderêye
 
Yek ji jinên Kolektîfa Jinên Zanîngehê ya Muglayê Ferîde di 18'ê Hezîranê de dema diçû mala xwe hat revandin. Ligel ku êrîşkar tê zanîn û hevalên wê dîmenên dema revanê bidest xistin jî bi hinceta "daxwaza wê heye" polîsan mudaxeleyî bûyerê ne kirin. Ji ber demek dirêj ji Ferîdê agahî ne hatin girtin jinan bi sernava #Ferîdelikuye li ser tora civakî kampanya da destpê kirin.
 
Gruba muzîkê ya ji jinên pêktê melodîKA, sala borî strana bi navê  'Belaya Namûsê' ji nûve sererast kirin. Jinan diyar kirin ku guhertina gotina ku bi wan tê nasîn û ew nasnakin ji bol i hemberî şîdetê rawestin ketiye li ser milê jinan.
 
(mb)