Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

25'ê Mijdarê: Li parzemînan rojeva jinê... (2)

Dosya Haber
Mijdar 12 / 2015


 
JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYENA - Di sala borî de li hemû parzemînê cîhanê jinan rêxistinên xwe avakirin, xwedî li rêgezên xweparastina cewherî derketin û xwedî li jiyana xwe derketin. Ji 200 hezar jinên ku li Arjantînê yên kul i hemberî qetlîamên jinan derketin kolanan heta têkoşîna jinan a ji bo azad kirina Ferhunde ya li Afkanîstanê jin li hemberî terora zilaman li ber xwe didin.
 
Di nava salekê de li gelek parçeyên cîhanê jin li hemberî şîdetê têkoşîna xwe bi çalakiyan bilind kirin, ligel vê rojeva jinan a hevpar xweparastina cewherî bû. Meşa Jinan a Cîhanê ku her çar salan carekê tê li darxistin îsal jî li navçeya Nisêbîna Mêrdînê destpêkir. Meşa Jinê ya Jinê îsal diyarî şervanên YPJ'ê yên ku li hemberî çeteyên hov û tecawîz kar têdikoşin hat kirin. Bi sedan jinên ku ji gelek cihên cuda hetine Nisêbînê, berxwedana şervanên YPJ'ê hat silavkirin. Piştî Meşa Jinên Cîhanê li Tirkiyeyê hat li darxistin, di meşên li welatên din de şervanên YPJ'ê û xweparastina cewherî ji jinan re hat vegotin. Li welatên din jî rojeva jinan şîdeta li hemberî jinan û xweparastina cewherî bû. Li jêr agahiyên ku me ji rojeva jinan a li parzemînan komkirine hene.
 
ASYA
 
Femînîstên Çînê, Ferhunde, Çeteyên Gulabî û Tîpa Sor a Lucknow 
 
5 jinên femînîst ên Çînê, bi hinceta amadekariyên çalakiya 8'ê Adarê kirine hatin binçavkirin û 37 rojan dibin çavan de hatin girtin. Piştî li cîhanê çalakî ji bo wan hatin li darxistin serbest hatin berdan. Li Çînê li hemberî parêzvanên mafê jinan dozek dijwar didome. Grubên xweparastina cewherî yên jinan Çeteyên Gulabî û Tîpa Sor a Lucknow li Hîndîstanê rêgezên xweparastina cewherî xistin meriyetê, perwerdeya xweparastinê dan bi sedan jin û keçan û jin birêxistin kirin.
 
Li Afkanîstanê jî  jina bi navê Ferhunde Malîkzade ji aliyê grubek zilaman hat qetilkirin bû sembola berxwedana jinan. Di doza Ferhunde de sûçdar serbest hatin berdan, jinan bi şanoyên li kolanan navên zarokên xwe Ferhunde bêmirin kirin. Jinên li Kurdistanê jî ji bo axa xwe û xwe ji çeteyên DAIŞ'ê biparêzin çek girtin û bûn îlham ji bo jinên cîhanê.
 
AFRÎKA
 
Çeteyên Boko Haram keç revandin û jin jî her roj di çalakiyan de ne
 
Li Chîbok a Nîjeryayê ji aliyê çeteyên Boko Haramê ve 279 xwendekarên keç hatin revandin, jinên ku bi dirûşmeya "BringBackOurGirls" (Keçên me bînin) dest bi têkoşînê kirin û ji 14'ê Nîsana 2014'an heta niha li bajarê Abuja hatine jinan a gel hev didome. Li Afrîkaya ku tu dewlet nikarin bi awayekî baş mudaxele bikin, têkoşîna gel a li hemberî çeteyên Boko Haramê di pêşengiya jinan de didome. Ji ber têkoşîna li hemberî zewicandina di temenê biçûk te li Malawî yê zewaca di temenê biçûk de hat qedexekirin.
Li Komana Navîn a Afrîkayê îstîsmara zayendî ya leşkerên hêza aştiyê yên NY ên li hemberî zarokên keç skandalek mezin ava kir, Li Sudana Başûr ji ber şerê ji sala 2013'yan ve didome îstîsmara zayendî ya li hemberî zarok û jinan hat belgekirin.
 
AMERÎKAYA BAKUR
 
Qetlîamên jinan li her derî hene
 
Li Bakurê Amerîkayê ku gelek deverên wê ji aliyê çeteyan ve tên birêvebirin, li herêmê dewlet izin dide qetlîamên jinan. Li Hondurasê parêzvana mafê jinan Gladys Lanza hat girtin. Li Meksîkayê seroka xweparstina cewherî Nestora Salgado hêj girtiye, serbestberdana Yakîrî Rubîo Aupart  a ku tecawîzkarê xwe kuşt ji bo xweparastina cewherî serkeftinek bû. Tevgera jinên reşik a DYA'yê, ji ber mirina jina reşik a bi navê Sandra Bland  di bin çavan de hat qetilkirin li hemberî şîdeta polîsan çalakî li darxistin. Li Kanadayê ji ber hezar û 200 jinên winda tu lêkolîn ne hatin kirin, ev yek ji aliyê NY'yê ve wekî binpêkirina mafê jinan hat rexnekirin û hikûmeta nû soza lêkolîna aqûbeta jinan da.
 
AMERÎKAYA BAŞÛR
 
Ji bo kurtaj bê bi qanûnkirin jin di çalakiyan de bûnn
 
Li Arjantînê zaroka bi navê Chîara Paez a 14 salî piştî hezkirinê wê fêrbû ku ducaniye ji aliyê hezkiriyê xwe ve hat qetilkirin. Piştre di 3'yê Hezîranê de #200 hezar kesên ku tevli meşa NiUnaMenos bûn, li hemberî qetlîamên jinan dengê xwe bilind kirin. Li Peruya ku kurtaj lê qedexe ye, zarokek 13 salî hat tecawîzkirin, ducanî bû û piştre jî ji bo zaok bîne dinê zext lê hatin kirin. Jinên ku ji bo mafê kurtajê têdikoşin li Lîmayê bi polîsên ku êrîşî wan kirin re şer kirin.
Meclîsa Peruyê destûr da ku kurtaj biqanûnî bibe, di serî de li Şîlî û Bolîvyayê li gelek welatên Başûrê Afrîkayê jina ji bo mafê kurtajê xistin rojevê.
 
AVRUPA
 
Greva giştî ya jinan bi tevlîbûna hezaran jinan pêk hat
 
Meşa Jinan a Cîhanê piştî li Kurdistan û Tirkiyeyê,jin ji bo 5'emîn çalakiya navneteweyî li welatên Avrupayê geriyan û piştgirî dan têkoşîna jinên herêmî. Meşa Jinan a Cîhanê ku ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê destpê kir li Portekîzê bi dawî bû. Kerwana Feminîstên Avrupayê yên girêdayî Meşa Jinan a Cîhanê, çûn Yunanîstan, welatên Balkanan, Avusturya, îtalya, Îspanya û gelek welatên din.
 
Li Avrupayê têkoşîna parlamenteran, pêşkeftina jin û partiyên femînîst li Norveçê bi avakirina Partiya Însiyatîfa Femînîsrtan hat bihîstin. Li Barselonayê Vaga de Totes ku grev û çalakiyên jinan bi rêxistin dikir bi tevlîbûna hezaran jinan bi greva giştî ya jinan, kedxwarina jinan hedef girt. Jin û zarokên ji ber helwestên NY'yê yên li hemberî penaberan rastî şîdet û îstîsmara zayendî hatin. Li gorî Rêxistina Koçberiya Navneteweyî di sala 2015'an de 1,5 mîlyon koçber dê bên Avrupayê.
 
AVUSTRALYA
 
Ji ber tecawîza li kampên ku koçber lê tên girtin çalakiyên protestoyê hatin lidaxistin
 
Jinên Avrupayê yên li hemberî newekheviya aboriyê ya ji bo jinan, baca bilind a ji bo paçên jinan hat nîşandan protesto kirin û baç rakirin. Jinên koçer ên ku ji aliyê Avustralyayê ve destûr ne hat dayîn ku bikevin welat, li kampa koçberan a li Komara Nauruyê hatiye avakirin rastî tecawîzê hatin, ket rojeva jinên Avustralyayê û li gelek deveran hat protestokirin.
 
(mb)