Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

25'ê Mijdarê: Şîdeta li ser jinan bîrdoziye, parastina cewherî mafe (3)

Dosya Haber
Mijdar 12 / 2015


 
Berîtan Canozer/JINHA
 
AMED - Di temaya îsal a 25'ê Mijdarê de jin dibêjin; "Şîdeta li ser jinan bîrdoziye, parastina cewherî mafe" dê bi çalakiyan ragihînin ku şîdeta li hemerî jinan pirsgirêkek pergalê ye. Jinê dê diyar bikin ku ne kesên mexdûr kesên ku li ber xwe didinin.
 
Kongreya Jinên Azad (KJA), temaya îsal a 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Jinan a li Hemberî Şidetê ya Navneteweyî bi sernava "Şîdeta li ser jinan bîrdoziye, parastina cewherî mafe" diyar kir. 25'ê Mijdarê ku dê bi bingeha parastina cewherî were destgirtin diyarî jinên Êzidî yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşin hat kirin. Endama Koordînasyona KJA'yê Sara Aktaş, der barê parastina cewherî ya jinan de axivî. Sara diyar kir ku têkoşîna ku jin didin wekî maxduryetekê dîtin ne raste, ev yek nayê qebûl kirin û ew bawer dikin ku bi têkoşîna ku jin didin dê berxwedana jinan berfireh bike.
 
Sara, da zanîn ku jinên rastî êrîşên îdeolojîk tên mafê wan ê xweparastinê heye û wiha got: "Belê em dibêjin ku şîdeta li hemberî jinan îdeolojîke, ji ber ku di dîroka pergala kapitalîst de îdeolojiya zilamê serdet her tim polîtîkayên qirkirinê li ser jinan dane meşandin. Şîdeta li hemberî jinan pirsgirêkek a pergalê ye. Divê bê diyarkirin ku ev pirsgirêkek civakiye, her wiha pirsgirêkek ji ber nakokiya di navbera zayendan  û pirsgirêkekî ji ber pergala zilamê serdetse."
Sara, destnîşan kir ku şîdeta li hemberî jinan ji aliyê zîhniyeta zilam ve hatiye hilberandin û wiha pêde çû: "Di roja me ya îro de her roj, her deqe ji dîrokê bigire heta niha şîdeta li hemberî jinan bi şêweyên cuda tê dîtin. Di dîroka şer û şîdetê de her tim jin û zarok hedef hatine girtin."
 
'Êrîşên li hemberî jinan îdeolojîke'
 
Sara, anî ziman ku qirkirina jinan a li Rojhilata Navîn dema xwe ya herî hov dijî û wiha axivî: "Me ev yek li Rojhilata Navîn di êrîşên bi zîhniyata zilamê serdet a li hemberî jinan de û di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Rojava de dît. Li wir jî hedefa sereke jin bûn û em difikirin ku ev êrîşên li hemberî jinan îdeolojîkin. Em difikirin ku ev polîtîkayên ku bi mejiyê zilan û dewletê tên kirinin. Em dibînin k udi van polîtîkayan de qirkirina jinê esas tê girtin."
 
'Êrîş û wehşet ne tesadûfin'
 
Sara, diyar kir ku êrîşa di kesayeta Ekîn Wan a li hemberî bedana wê di rastiya xwe de ne tenê êrîşa li hemberî bedena jinê ye û wiha axivî: "Di şexsê bedena jinan de êrîşî têkoşîna rêxistinbûna jinan dikin. Divê em vê wisa bigirin dest. Li gelek bajarên ku xwerêvebirin lê hatin îlankirin, li hemberî jinan polîtîkayên taybet tên meşandin û di vê çarçoveyê de êrîş dikin. Em dihizirin ku ev êrîş û polîtîkayên bi zîhniyeta barbar hatine girtin ne tesadûfin. Sedema bingehîn a van êrîşan têkoşîna rêxistinkirî ya jinane."
 
'Me starda xwe ya 25'ê Mijdarê da'
 
Sara, bal kişand ser çalakiyên 25'ê Mijdarê û axaftina xwe wiha domand: "Ji ber êrîşên ku bi awayekî îdeolojîk ên li hemberî jinan tên me şandin me got xweparastine mafe. Ji ber vê wekî Kongreya Jinên Azad (KJA) me starta xwe ya çalakî, meş û program ên ji bo 25'ê Mijdarê bi ser navê "Şîdeta li ser jinan bîrsdoziye, parastina cewherî mafe"  da. Divê çarçoveyê de li hemû qadê ku rêxistinê me hene, li hemû herêman, din ava herû saziyan bi awayekî berfierh programên me yên zengîn hene û em ê bi tevlîbûnek girseyî çalakiyên xwe li darbixin."
 
'Jin wekî mexdûr dîtin nayê qebûlkirin'
 
Sara, da xuyakirin ku dema ku bi awayekî stratejîk lê bên nêrîn rola ku mexdûreyên klasîk a ku li bejna jinê hatiye fesilandin tê dîtin ku hatiye serûbinkirin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Wekî KJA'yê di têkoşîna ku em didin meşandin de nîşandana jinan a wekî mexdûreyên klasîk qebûl nakin. Jin li hemberî vê yekê, wekî hêza dînamîk dikarin qedera xwe bi xwe diyar bikin, parastina xwe ya cewherî bi dest bixin û em bawerin dikarin bi têkoşîna xwe vana bidest bixin. Di xebatên me yên îsal de bi şîdeta îdeolojîk ya li hemberî jinan, bi lêv kirina me ya parastina cewherî mafe ji ber vê ye."
 
(mb)