Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Polîtîkayên sirgunkirine û agirên perçe kirinê

Dosya Haber
Cotmeh 26 / 2015


 
Sîbel Yukler/JINHA
 
ENQERE - Yek ji pratikên Tirkiyê şewat û ji talan kirinê çav girtin e.  Her wiha tirsandin, tune kirina çand, civakê, zordarî, zilm û ji erka wê durxistin yek ji polîtîkayên dewleta Tirkiyê ye. Ev sed salan e ku li ser gelê kurd ev polîtîka tên meşandin tune tên hiştin û niha jî li ser HDP'ê heman polîtîka tên meşandin.
 
Di sala 1916'an de li Enqereyê agirê herî mezîn pêk hat û di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Bivê agirê re gelek tişt hatin guhrandin û di mejiyê mirovan de cih girt. Dîsa polîtîkayên wek xwerexnekirin, hesap pirsîn, rû bi rû hatina dîrokê, guftugo , gavên ku ji bo aşitiyê tên avêtin û agirên ku tên kirin ango pê tên xistin û her wiha agirên ku niha pê re girêdayîne em bigirin dest. 
 
li gorî  hêjmara nifûsa ku di sala 1914 an de hat kirin, li navenda  Enqereyê 69 hezar û 66 Mislûman hane û 14 hezar û 500 jî Xristiyan dijîn. Di agirê ku di 13'ê îlona 1916'an de li taxên Enqereyê de derket tenê Xristiyan û Yahudî dijiyan.  Ligel vê yekê  di navbera  8 hezar û 12 hezar Xristiyan ji mal û mulkên xwe bûn. Di heman demê de bi derketina agirê û ketlîaman re di sala 1914'an de hejmara  kuştuna ermeniyan û sirgun kirina wan giha 10 hezaran. Ev jî ji bo Enqere bibe bajarê Tirkiyê û Mîsluman bû sedemek. 
 
Hevpariya derketina agiran, derxe, dest deyne serî û pak bike
 
Berî sala 1915'an û piştî wê bi taybetî di nave bera 3 salan de li rojhilatê bê nav ber  20 agir hatin pêxistin û bajêr hatin talankirin. Tiştê balkêş ev ku cihên agir lê hatin kirin heremên ku herî zêdê Rum, Ermenî, Xristiyan û Suryanî lê dijin pêk hat. Çawa ku li Enqereyê welatiyan bi zanebûn ango bê zanebûn bi tevlîbûna polîs agirê pê xistin û ketil kirin li hemû herêman heman tişt hat jiyandin.  Parastvanên bajêr bi zanebûn mûdexeleya komkujiyan nekir û destûrê dena ku îtfayîye agirên ku hatin pê xistin bi temîrine.
 
Bi şewtandina darîstanan,  valakirin, şewtandina gund û zeviyan mirovan bi zorê ber bi koçê ve bir û her wiha şewtandina pirtûkan hemû rastiyê di mejiyê mirovan de paqij dikir û ji bîra mirovan dibe. Ligel  vê yekê, mirov, mal, kargeh hatin şewîtandin û bi metingeriyê mirovan aslê xwe ji bîr kir.  Ji salên 1915'an heya roja ku HDP'ê li Enqereyê hat şewitandin dîroka civakek heye. Li aliyên din jî bi gel bi zorê tê xebitandin, rastî gefan û destavêtinê tên, li hev tên gorandin û dest datînin ser mal û mulkên wan. Ev tev di bin hişmendiya mirovan de tê tomar kirin. 
 
27'ê Tabaxa 1915'an agirê Izmîrê : Divê salê de li gelek taxên ku Ermenî lê dijiyan ji bo welatî jê derkevin û koç bibin tax hat şewîtandin. Di wê agirê de 300-400 malên Ermeniyna hatin talalakirin û bi hezaran Ermenî ji warên xwe hatin sirgunkirin.  13-18'ê Îlona 1922'an de duyemîm agirê Îzmîrê: Di  9'ê îlona 1922'an de  piştî ku orduya  Yunanan têk çû  zingila şer lê da û hemû bajêr bi  pêxistina agirên mezin hat talankirin. 
 
Di 30'ê Çileya 1923'an de Lihevhatina  Mubadeleyê: Piştî civina Lozanê Yunanistan û Tirkiyê ji bo welatiyên tirk yên li Yunanistanê dijîn û Ermeniyên ku li Tirkiyê dijîn cih biguherînin bi civina Mubadeleyê li hev hatin.
 
Di sala 1925'an de biryara Saziya Wezaretê:  Di sala 1922'an de piştî  agirê Îzmîrê  li meclisê ji bo mal û mulkên Rum û Ermeniyan wek malê Xezîneyê hat dîtin û dest danîn ser malên wan. Di 21'ê Çileyê 1929'an de li Tatavyayê agirê herî mezin derket.  Piştî agirê li ser biryara Şaredariyê  hat guhrandin û nav xistin "Kurtuluş" nasnameya semtê hat guhrandin. 
 
Di  3'ê kanuna 1933'an de agirê Sultanahmedê:  Qesra Edliyeya Stanbolê  di 3-4 Kanûna 1933'an de agir derket û Edliye bû xwelî. Di Komarê de hemû taxên Ermenî û Ruman lê dijiyan tev xistin tirk û hişmendiya tirktiyê hat avakirin.
 
Di  6-7 îlona 1955 an de Buyer: Di demên Komariyê de agirên herî mezin hatin jiyandin. bivê agirê re gelek Rum û Ermenî ji Tirkiyê goç bûn. Di 16 Adara 1964'an de bi hezanran Rum ji Stanbolê hatin sirgunkirin.
Her wiha di salên  1990'î de li Kurdistanê gelek gund hatin şewîtandin û bi hezaran kurd ji warên xwe hatin sirgunkirin. Bi destpêkirina têkoşina azadiya gelê kurd re dewleta Tirk di navbera salên 1984-2009'an de hemû bajarên ku herî zêde kurd lê dijîn bi zorê hatin vala kirin û kurd jî bi zorê goçî metrepolên tirkiyê bûn.  Bi sirgun kirina gelê kurd re dest danîn ser çand, ziman, mal û milkên wan.
 
Di sedsala 21'an de agirê herî mezin  komkujiya Madimakê bû. Di 2 tirmeha 1993'an de li bajarê Sîwasê di otela Madîmakê de 35 nîviskar sax hatin şewîtandin û jiyana xwe ji dest dan. 
Niha jî di sala  2015'an de li Enqereyê li dijî avahiyên HDP'ê êrîş tên kirin û avahî tên şewîtandin.  
 
Herî dawî di  8'ê Îlona 2015'an de li Kirşehirê Pirtukxaneya Gulê ji aliyê metingeran ve rasî êrîşê hat û pirtukxanê hat şewîtandin. Di heman demê de li Amedê heman êrîş hatin kirin û nêzî 32 kargeh hatin şewîtandin.
 
(ho/rc)