Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Jin bi HPC'ê re serkeftinên xwe digrin ewlehiyê (3)

Dosya Haber
Cotmeh 18 / 2015


 
Jinên Ereb bi parastina cewherî re wê yekîtiya gelan pêk bîne
 
Rojda Serhat-Şevîn Şervan/JINHA
 
ROJAVA - Hêza Parastina Civakê (HPC) ê li hember êrîşên awerte perwerde dide hemû kesimên civakê. Jinên netewên cuda jî cihê xwe di nava perwerdeyê parastinê de girtin. Ji gelê Ereb Mardiye El Hesen û Muna Saîk El Nasir ên ku dewreyên xwe ya perwerdê qedandine diyar kirin ku, Rojava dê yekîtiya gelan nîşanî tevahî cîhanê bide.
 
Şoreşa Rojava a ku bi pêşengiya jinan pêşdikeve, bu sedema guhertina kevneşopiya hember jinan. Mêrê ku hemû qadê jiyanê xistiye desthilatdariyê xwe, bi hezaran sal mafê jiyanê ji destê jinan girtine. Jinan bi pêk hatina şoreşê re kevneşopî û rolên ku ji bo jin hatiye diyar kirin hilweşandine û niha li her qadê jiyanê jin hem xwe bi rêxistin dikin û hem jî ji bo xwe û welatê xwe biparêzin parastina xwe ê cewherî bi hêz dikin. Li Rojava şoreşa ku bi pêşengiya jina Kurd pêşdikeve bi modela jiyana nû dihêle ku jinên netewên cuda jî xwe bi rêxistin bikin. Jinên Ereb ên ku beşdarî Dewreyê Perwerdê ya Ekîn Wan a ku ji aliyê Hêza Parastina Civakê ve hatî li darxistin, ji ajansê me re axivîn.
 
'Ji bo parastina tevahî gel ez tevlî HPC'ê bûm'
 
Ji gelê Ereb Murdiye El Hesen a 50'î salî dayîka 6 zarokan e. Mardiye a ku ji Til Koçerê ye sedema tevlîbûna xwe ji HPC'ê re wiha vegot: "Ji bo parastina ax, gel û jin tevlî HPC'ê bûm. Dewletên emperyalîst û desthilatdar ji bo gelan bikin dijminê hev herdem di nava hewldanê de ne. Lê Şoreşa Rojava vê xeleka dîrokî bi têkoşîna xwe şikand. Em perwerdê ji bo tevahî gelê ku li ser vê axê dijî biparêzin dibînin. Ferq di navbera gelê Ereb, Kurd û Suryaniyan de nîne. Em hemû wekhevin. Divê em bi hevre vê axê biparêzin. Jiyana nû a ku bi felsefeya Rêber Apo li Rojava tê înşa kirin em wek jin û mêr di nav de dijîn."
 
'Şoreşa Rojava yekîtiya gelan bi hêzkir'
 
Muna Saîk El Nasir a 41 salî ji pêkhateya Erebe û dayîka 7 zarokane. Mune anî ziman ku ew bi perwerdeya parastina cewherî re cara yekê ye çek hildaye û diyar kir ku ev perwerde sûdek mezin daye wan. Mune da zanîn ku perwerdeya parastina cewherî ji her aliyê jiyanê ve girînge û wiha domkir: "Ez ji vê perwerdê gelek tişt hînbûm. Min perwerdeya bikar anîna çek dît û tevgera jin naskir. Felsefeya jiyana Rêber Apo hînbûm. Perwerde ji bo mirovahî xwedî kîjan girîniyê ye ez fêrbûm. Şoreşa Rojava yekîtiya gelan bi hêzkir. Ji bo em tevî gelê Kurd axê xwe biparêzin tevlî vê perwerdê bûm. Em ê yekîtiyê gelan nîşanî tevahî cîhanê bidin."
 
Qedî..
 
(rc)