Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Jin bi HPC'ê re serkeftinên xwe digrin ewlehiyê (2)

Dosya Haber
Cotmeh 17 / 2015


 
'Em ê bendê parastinê tu mêrî nemînin'
 
Rojda Serhat -Şevîn Şervan /JINHA
 
ROJAVA - Jinên ku beşdarî Dewreya Perwerdeya Ekîn Wan a ku ji aliyê Hêzê  Parastina Civakê (HPC) ve hatî bi rêxistin kirin bûne, xwe niha hîn bi hêztir û azad hîs dikin. Jinan diyar kirin ku li hember êrîşan ew amedene hem civak û hem xwe jî biparêzin û gotin: "Em ê li bendê tu meêrî nemînin ku bê parastina me bike."
 
Jinên ku li bajarê Dêrik a Kantona Cizîrê beşdarî perwerdeya parastina cehwerî a dewreya bi navê gerîllaya YJA Star Kevser Eltûrk (Ekîn Wan) a ku li navçeyê Gimgim ya Mûşê bi awayek hovane hatî qetil kirin bûne, perwerdeya xwe bi dawî kirin. Jinên ku di parastina şoreşa Rojava û înşakirina wê de cih girtine, ne tenê li herêm û Rojhilata Navîn li tevahî cîhanê tecrûbeyên girîng bi dest xistin. Şoreşa Rojava kevneşopî û rolên ku ji jinê re hatî diyar kirin hilweşand û hêza jin di şoreşa civakê de derxist holê. Li dijî pergala emperyalîzm û dewletên ku çeteyên faşîst xwedî kirine, pêdiviya parastina cewherî ya jinan derxistiye holê. Ji bo ku ev model baş bê fêmkirin û ji bo her çar aliyê Kurdistan û tevahî gelên Tirkiyê bibe model me bi jinên ku cihê xwe di nava HPC'ê de digre re axivî.
 
'Em ê hem jinan hem jî civakê biparêzin'
 
Ji jinên ku beşdarî perwerdeya parastina cewherî bûye Hediye Ahmet Abdullah diyar kir ku, ji bo ku jin li hember hemû pirsgirêk û êrîşan xwe biparêze HPC'e hatî avakirin. Hediye destnîşan kir ku bi sala gelê Rojava di bin dagirkerî û zilma rejîmê de jiyan kiriye û wiha got: "Wek jin me ji rejîmê gelek zilm û îşkence dît. Em wek jinên tax û gundan perwerdeya parastinê dibînin. Bi dîtina perwerdê re em ê li hember êrîşên dijî civak û jin bi rêxistin kirî bin. Em ê îşkenceyan asteng bikin û bi hevre jinan biparêzin."
 
'Li hember êrîşan parastina cewherî girîngiya jiyanê hildigre'
 
Hediye got ew îşkenceyên ku jinên Şengalê dîtine dibînin û anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê herî zêde êrîşê jinan dikin. Hediye bilêvkir ku çeteyên DAIŞ'ê jinên Şengalê ên ku revandine li bazaran difroşe û qetil dike û wiha domkir: "Li dijî van êrîşan êdî parastina cewherî xwedî girîngiya jiyanê hildigre. Di komkujiya Şengalê de me dît ku tu mêr parastina jinan nekir. Ne bira, kur, xal, ap kesek jin neparast. Me li hember vê yekê pêwîst dît ku hêzê xwe bi rêxistin bikin. Li hember êrîşên bi vî aweyî divê em amede bin. Ji bo xwe parastinê em ê bendê tu mêrî nemînin. Ji bo pêdiviyê parastina xwe em tevlî vê perwerdê bûn."
 
'Jin bi HCP'ê re hîn bi hêztir û azad e'
 
Hediye anî ziman ku ew perwerdeyên parastina cewherî bi serkeftî qedandine û got ew xwe li dijî hemû êrîşan amede dibînin. Hediye da zanîn ku ew ê tevî mêran cihê xwe di nava parastinê de bigrin û wiha pêde çû: "Hevalên me ên mêr di kîjan astê de erk digrin em ê jî heman erkê bigirin. Em wek jin êdî amede ne û vîna me gelek bi hêz bûye. Berî perwerdê me xwe kêm didît. Lê bi perwerdê re cesareta me jî pêşket. Hêzê me yê fîzîkî hebû lê me nedizanî çek bi karanîba. Lê niha em di hêza xwe parastinê de ne. Em hêvî dikin ku bighêje tevahî jinan û bikevin ferqa hêzê xwe. Ji ber vê yekê ez dixwazim tevahî jin cihê xwe di nava HPC'ê de bigre. Dijmin bila vê yekê baş zanibe her Kurdek û jinek Rojava dikare ji bo parastina welatê xwe her tiştî bike. Me li komîn û meclîsan jî derfetê xwe îfadekirinê dît."
 
'Hêza jin a ku mezin dibe dijmin jî ditirsîne'
 
Hediye got: "Dijminê me bila baş zanibin li kur jinek hebe ew ê êdî bi hêsan nekevin wir. Dijmin ew ê di xewna xwe de jî nebîne ku ketine Rojava. Hêza jin a ku mezin dibe dijmin jî ditirsîne." Hediye bilêvkir ku ew wek jin şervanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalanin. Hediye destnîşan kir ku ew bi perwerdê re gelek xwe bi hêz hîs dike û wiha pêde çû: "Di heman çeperan de tevî hevalên xwe ên mêr em şer dikin. Em ji wan ne kêmtirin. Em ê xwe bi rêvebibin û bibin xwedî vîn."
 
'Wek jin em soza azadiyê didin'
 
Hediye da zanîn ku ew berê tenê karmendê malê bû û dawiyê de wiha got: "Niha em hem zarok xwedî dikin hem perwerdeyên xwe dibînin û hem jî erkên xwe parastinê bi cih tînin. Demên borî mêr jin biçûk û lewaz didîtin û bawerî nedidan ku jin di civakê de xebatek bide meşandin. Lê niha jin bi berxwedana xwe hebûna xwe nîşan da. Di tevahî saziyan de jin êdî heye. Em ê azadiyê xwe bi dest bixin û bendê tu mêrî jî nemînin. Di nava tevahî civakê de em ê azadiya xwe bi dest bixin. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Azadiya jinan wê azadiya Serok be. Ji ber vê em wek jin soza azdiyê didin."
 
'Em bi xwe bawerin'
 
Necah Muhammed diyar kir ku ew Fermandara Taximê ya HPC'ê ye û heman demê de xebatkara Yekîtiya Star e. Necah anî ziman ku ew wek jin ji xwe bawerin û destnîşan kir ku divê tevahî jin cihên xwe di nava parastina cewherî de bigirin. Necah da zanîn ku jin tenê dikarin hev biparêzin û wiha got: "Piştî vê perwerdê pêdiviya kîjan çeperê hebe em amede ne ku biçin. Êdî em ji xwe bi bawerin. Em xwe û rûmeta xwe diparêzin. Em hêz û cesaretê ji jinên YPJ'ê digrin. Di nava 15'e rojan de me perwerdeyên xwe parastinê dît. Li gel perwerdeyên leşkerî me perwerdeyên bîrdozî jî dîtin. Em felsefeya jiyana Rêbertî esas digirin û wek jin pêşengiya şoreşê dikin. Em wek jin bi vîna xwe yê cewherî hem em ê di parastinê de hem jî em ê di înşakirina civakê de cihê xwe bigirin."
 
'Bi rêxistinbûnek hîn bi hêztir em ê welatê xwe biparêzin'
 
Necah diyar kir ku bi şoreşa Rojava re vîna jin hîn bi hêztir bûye û wiha got: "Em dixwazin tevahî jin dengê me bibhîsin û beşdarî perwerdeyên parastinê bibin. Perwerdeyên leşkerî ji bo pêşerojê em dibînin. Ji bo parastinê me jî cihê xwe girt. Gelek hevalên me di çeperan de şehîd ketin. Bi sayê şehîdan îro vîna jin bi hêz bûye. Divê êdî jin netirsin. Em ê hesabê şehîdan bixwazin. Em ê li dijî dijmin bi hêztir derkevin û welatê xwe biparêzin. Ji ber vê divê hemû jin werin û tevlî HPC'ê bibin. Jin bi tevlîbûna xwe ne tenê li dijî dijmin dikarin xwe biparêzin, her wiha li dijî şîdeta ser jin jî dikarin parastina xwe bikin."
 
Sibê: Ji gelê Ereb Mardiye El Hesen û Muna Saîk El Nasir tevlîbûna xwe ya HPC'ê vedibêjin.
 
(rc)