Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Jin bi HPC'ê re serkeftinên xwe digrin ewlehiyê (1)

Dosya Haber
Cotmeh 16 / 2015


 
'Civaka ku xwe neparêze civaka têk çûye'
 
Rojda Serhat-Şevîn Şervan/JINHA 
 
OAMIŞLO - Hêzê Parastina Civakê (HPC) li dijî êrîşên awerte, jin zarok, ciwan, mêr û hemû kesimên civakê perwerdeya parastina cewherî dide. Fermandara HPC'ê Bêrîvan Herekol diyar kir ku civakek bêy parastin civaka miriye û destnîşan kir ku pergala parastina cewherî di heman demê de ewlehiya serkeftinên jinan e.
 
Çanda berxwedana dîrokê di roja me ya îro de gelê Kurd li her çar aliyê Kurdistanê berdewam dike. Gelê Rojava ên ku felsefeya jiyanê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan esas digre, rastî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ên hov di dîrokê xwede tê. Li dijî êrîşên hov gel parastina xwe yê cewherî di her qadê jiyanê de bi rêxistin dike. Hikûmeta AKP'ê ên ku li hember serkeftina Rojava bê tehmûle, piştgiriya ku daye çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê tevahî cîhanê ve tê zanîn. Piştî serkeftina hilbijartina 7'ê Hezîranê hikûmeta AKP'ê raste rast konsepta xwe yê şer li hember gelê Kurd xist dewrê. Di serî de gelê bakûrê Kurdistanê û tevahiya gel ên ku ewlekariya jiyanê wan nemaye, pêşxistina parastina xwe yê cewherî weke pêdiviyê bingehîn dibîne û li gorî wê tevdigere. Bi tecrûbeyên şoreşa Rojava re parastina cewherî hebûna xwe li her qadê diparêze. Fermandara Hêzê Parastina Civakî (HPC)'ê Bêrîvan Herekol derbara konferansa avakirina (HPC)'ê ku di Adara 2015'an de hatî li darxistin de nirxandin kir. Bêrîvan li ser girîngî û pêdiviyê parastina cewherî ji bo jin, civak û her wiha rêbazên perwerdê nirxandinên girîg kir.
 
Ji bo pergalê HPC'ê bê rûnişkandin perwerdeyên bingehîn tên dîtin
 
Bêrîvan behsa gavên despêkê ên avakirina HPC'ê kir û diyar kir ku, berî HPC'ê bê avakirin ew nîqaşên kur derbarê pêdiviyê avakirinê e pêk anîne. Bêrîvan destnîşan kir ku ew di serî de bingehê HPC'ê avakirine û wiha got: "Îro ji bo ku bingehê avakirina HPC'ê li hemû kantonan pêk were me lezgînî daye xebatê xwe. Niha li tevahî Cizîrê ev pergal hatî rûnişkandin. Ji bo em yekîneyên HPC'ê avabikin me perwerde daye despêkirin. Li gelek herêmên Cizîrê perwerde hene. Ne perwerdeyên girtî ne. Ji ber ên ku cihê xwe di HPC'ê de digrin, kesên zewicî, karkerin em perwerdê vekirî û esnek didin. Perwerde piştî nîvro destpêdike û nêzî 6 saetan berdewam dike. Perwerdeyên leşkerî û bîrdozî tên dayîn. Li Rojava li ser beşên waletparêzî, parastina cewherî û dîroka parastina cewherî perwerde tên dayîn. Di vê çerçoveyê de çima pêdivî bi parastina cewherî heye em nîqaş didin meşandin."
 
Armanc li tevahî bajaran pergala HPC'ê dayîna rûnişkandine
 
Bêrîvan derbarê perwerdê de agahî da û wiha got: "Di çerçoveya perwerdeyên parastina cewherî de perwerdeyê bikaranîna çek tên dayîn. Li ser taktîk û li hember rewşên awerte di bajêr de çawan bikaribin xwe biparêzin perwerde dibînin. Li mal û kolan çawan parastin tê kirin, çeper çawan tên avakirin çawan divê şer bikin li ser van mijaran perwerde tên dîtin. Dema me armanc kir em vê pergalê bidin rûnişkandin me xweseriya gel jî girt binçavan. Kesên ku tevî vê perwerdê dibin hem kar û xebatê xwe didin meşandin hem jî pergala xwe yê parastinê diparêzin. Kesên zewicî hene di nava xebatê parastinê û perwerdeyên xweser jî em didin. Her kesê ku di perwerdeya HPC'ê re derbas bibe dibe endamê me. Ji bo em li hemû bajaran HPC'ê avabikin me lezgînî da xebatên xwe. Li hin cihan me bi pratîk kiriye li hin cihan jî amedekariyên me despêkiriye. Niha li Tilkoçer, Dêrik, Serêkaniyê û Qamişlo perwerde bi dawî buye. Piştî vê dê dest bi perwerdeyên nû jî bikin."
 
'Li dijî şîdeta ser jin HPC'ê dikeve tevgerê'
 
Bêrîvan destnîşan kir ku perwerdeyên parastina cewherî ne tenê ji bo Kurdên Rojavaye ji bo tevahî gelên ku li Rojava dijî tên esas girtin û got, niha gelê Sûryanî û Ereb jî tevlî HPC'ê dibin. Bêrîvan anî ziman ku gel perwerde bi zimanê dayîkê dibîne. Bêrîvan behsa girîngiya rola jin di nava HPC'ê kir û wiha domkir: "Di nava civakê de pergala desthilatdariyê mêr bi bandore. Ji ber vê bê huquqî û bê adeletî tê jiyan kirin. Gelek êrîş li ser bedena jin tê kirin. Perwerdeyên ku tên dayîn ne tenê ji bo civak xwe biparêze, ya girîng û sereke jin bikaribe li hember pergalê xwe biparêze. Li dijî êrîş û şîdeta ser jin HPC'ê dikeve devgerê. Dema em dibêjin şîdet ne tenê em behsa şîdeta fîzîk dikin. Nihrandin û gotin jî carnan dibe sedema şîdetê. HPC'ê li dijî van rêbazan jî têkoşîna xwe bilind dike."
 
'Pergala parastina cewherî ewleya serkeftina jinan e'
 
Bêrîvan behsa girîgiya parastina cewherî ji bo jinan kir û pêde çû: "Li dijî pergala desthilatdariyê eger jin parastina xwe yê cewherî pêşnexe dê bê parastin bimîne. Ji ber vê pêdiviya jin bi pergala parastina cewherî heye. Eger nekare pergala parastinê bide rûnişkandin, ew ê azadiyê xwe jî wenda bikin. Ji ber vê HPC'ê garantiya jiyanê ye. Li Şengalê bi sedan jin hatin revandin û firotin. Eger pergala parastinê hebaya wê ev êş û hovîtî ne hatiba jiyan kirin. Li Şengalê bi sedan jin ji bo ku nekevin dest xwe ji zinaran avêtin. Eger zanistiya jinên Êzidî ya parastina cewherî hebaya ne pêdivî bi xwe avêtinê hebû ne jî li bazaran weke kole wê hatibana firotin. Êşê ku gelê Êzidî jiya ye ji bo mirovahî eybek mezine. Ji ber me nekarî em pêşî li buyerên ku jinên Êzidî jiyan kirine bigirin divê em rexnedayîn bidin. Rêbertî tehlûkeya li dijî Şengalê dîtibû û herkes hişyar kiribû. Eger li gorî hişyariyê ku Rêbertî kiriye em tevgeriyabana; me dikarî pêşî li komkujî û buyerên hatine jiyan kirin girtiba. Piştî vê tecrûbeya bi êş, li dijî hemû êrîşan em pergala avakirina parastina cewherî ji bo jinan esas digirin. Jin bi coşek mezin beşdarî van perwerdeyan dibin. Jin êdî gihêştin zanistiya ku parastina cewherî pêdiviyê jiyanê ê bingehîne."
 
'Civaka ku xwe neparêze civaka têk çûye'
 
Bêrîvan diyar kir ku civaka xwe neparêze civakek têk çûye û wiha berdewam kir: "Niha li gelek bajarên Kurdistanê rêveberên xweser hatin îlan kirin. Li dijî rejîma AKP'ê sekna xwe diyar dikin. Gel derbasî qadên leşkerî dibe. Bi vê hêza xwe serkeftinên mezin bi dest xistin. Ez bang li tevahî aliyên civakê dikim; bila xwe bi rêxistin bikin. Hinek di nava civakê de difikirin ku ji ber temenê wan mezine ew nikarin cihê xwe di nava civakê de bigrin. Li Rojava jin vê hizrê pûç kir. Ji her temenê jin û mêr dikarin cihê xwe di parastinê de bigrin. Li Rojava gelek partî û rêxistin hene banga me ji wan re jî; divê vê pergalê li her qadê jiyanê bidin rûnişkandin. Hemû aliyên ku dixwazin jiyana xwe bigirin bin ewlehiyê divê pergala parastinê bidin rûnişkandin. Divê ferdek jî dervî vê pergalê nemîne. Eger ferdek civakê xwe li dervî parastinê bibîne tê wateyê têkçûna civak û ferd. Ji bo kesên oldar çawan her roj diçin mizgeft û dêrê divê parastina xwe jî wiha esas bigrin."
 
Sibê: Jinên ku tevlî HPC'ê bûne, girîngiya parastina cewherî vedibêjin