Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Ji Behîce Boran heta dayikên aştiyê sûcê herî mezin xwestina aştiyê ye

Dosya Haber
Tebax 30 / 2015


 
Sibel Ozalp/JINHA
 
STENBOL - Li Tirkiyeyê xwestina aştiyê sûc tê dîtin. Li Tirkiyeyê ku xwestina aştiyê  
wekî sûc tê dîtin, 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê jî nezîk ma. Tirkiye dîsa bi şer û  
hêsirên çavan derbasî 1'ê Îlonê dibin. Li Tirkiyeyê her dem aştî wekî sûc hat dîtin. Ji  
Behîce Boran a Cemîyeta Hezkiriyên Aştiyê heta Meclîsa Dayikên Aştiyê ku dixwazin  
kuştina zarokên wan bi dawî bibe, sûcê wan ê herî mezin xwestina aştiyê ye. 
 
Li gel Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Yekbûyî 1'ê Îlonê wekî Roja Aştiya Cîhanê îlan  
kiriye jî Tirkiye û gelek welatên li Rojhilata Navîn dîsa bi şer, kuştin û înfazan  
dikevin roja 1'ê Îlonê. Li Tirkiye jî her roj sivîlên mezin û zarok tên qetilkirin.  
Tirkiye bi şer derbasî roja 1'ê Îlonê dibe. Di 1'ê Îlon sala 1939'an de Artêşa Hîtler a  
Almanya Polanya dagir kir. Piştî vê yekê şerê duyemîn ê cîhanê dest pê kir. Ji ber  
2'emîn yerê Cîhanê 52 mîlyon însan hatin kuştin. Piştî di 1'ê Îlonê de şer hat bi  
dawîkirin ev roj, li hemû cîhanê weke "Roja Aştî ya cîhanê" tê pîrozkirin. Di vê rojê de  
herkesê aştîxwaz bendewariyên xwe yên aştiyê tîne ziman. Di 1ê Îlonê sala 1939 de  
Naziyan di bin fermandariya Adolf Hîtler de, bi dagirkirina Polonyayê şerê duyemîn ê  
cîhanê da destpêkirin. Di Şerê Cîhanê yê duyêm de 7 milyon kes di kampên mirinê de bi  
tevahî 50 milyon mirov jiyana xwe ji dest dan. Şer, çawa ku roja 1ê Îlonê dest pê kir,  
di heman rojê de, di sala 1945'an de bi dawî bû. Şerê duyemîn ê cîhanê di dîrokê de wekî  
şerê herî bi xwîn û herî zêde mirov hatine kuştin tê zanîn. Piştî şer, Konseya  
Ewlekariya Neteweyî ya Yekbûyî ji bo ku careke din şer destpênekin û aştiyeke gerdûnî  
pêk were, 1ê Îlonê weke "Roja Aştiya Cîhanê" îlan kir.  Piştî vê yekê Yekîtiya Komarên  
Sosyalîstên Sovyet û Varşova Pakti belav bûn, Neteweyên Yekbûyî di 21'ê Îlonê de biryar  
da ku vê rojê wekî Roja Aştiyê pîroz biki. Lê Tirkiye ev dîrok neguhert û 1'ê Îlonê Wekî  
Roja Aştiya Cîhanê qebûl kir û niha ev roj wekî roja aştiya cîhanê tê pîrozkirin. 
 
Şerê Koreyê û Cemîyeta Aştîparêzan 
 
Li Tirkiyeyê ku gotina "Aştiyê" gelek caran wekî sûc hat dîtin, her dem jinan pêşengiya  
aştiyê kir. Di serdema Hikûmeta Partiya Demokrat a sala 1950'î de Dewletên Yekbîyî yên  
Emerîqa (DYA), li gel Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar dan ku leşkeran bişinin Koreyê.  
Hikûmeta Adnan Menderes şandina leşkeran a Koreyê anî rojevê. Di vê serdemê de Cemîyeta  
Aştîparêzan, daxwaznameyek şandin ji Meclîsa Tirkiyeyê re. Cemîyetê di daxwaznameyê de  
diyar kir ku Hikûmeta Adnan Menderes 4 hezar û 500 leşker dişîne Koreyê û ev yek ne li  
gorî zagonan e.
 
'Şandina leşkeran ne tevgerek aştîyane ye'
 
Cemîyeta Aştîparêzan bi salan berê nexwest ku Tirkiye leşkeran bişîne Koreyê. Cemîyet di  
pêşengiya Behîce Boran de li hev kom bûn û li dijî şer derketin. Behîce Boran piştre bû  
Seroka Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û pêşengiya tevgera sosyalîst kir. Behîce û  
hevalên xwe li Stenbolê û gelek navçeyên Stenbolê li dijî şer belavok belav kirin.  
Cemiyetê di belavokan de anî ziman ku e şer li dijî peymana aştiya cîhanê ye şandina  
leşkeran a Koreyê ne tevgerek aştîyane ye. 
'Çînên serdest li ser Kurdan tundî pêk anî'
Behîce û hevalên xwe piştî li Stenbolê ev belavok belav kirin, hatin binçavkirin. Hatin  
darizandin û rastî 15 sal cezayên girtîgehê hatin. Di sala 1965'an de wekî wekîla Rihayê  
hat hilbijartin. Di sala 1975'an de di çaremîn Lijneya Mezin a TÎP'ê de wekî Seroka  
Gişti hat hilbijartin. Behîce di vê kongreyê de li Tirkiyeyê bû Yekem Seroka Giştî ya  
Jin a partiyek siyasî. Di vê kongreyê de biryarên herî girîng der barê kurdan de hat  
girtin. Di biryarê de hat diyarkirin ku li Rojhilatê Tirkiyeyê Gelê Kurd dijîn. Dîsa  
diyar kirin ku hêzên faşîst û çînên serdest her dem tundiyê li ser kurdan dimeşînin.  
Piştî muhtiraya 12'ê Adara 1971'an rêveberiya cunta TÎP girt û 15 sal cesa li Behîce  
Boran birîn. 
 
'Heta aştî ji destê emperyalîstan dernekeve nayê parastin'
 
Behice di sala 1974'an de bi efûya giştî serbest hat berdan. Piştî hat berdan dîsa ji bo  
aştî, demokrasî û wekheviyê têkoşîna xwe berdewam kir. Behice, di 12'ê Îlona 1980'an de  
derket dervê welat û li dijî cuntaya leşkerî li Belçikayê têkoşîna xwe berdewam kir. Di  
10'ê Cotmeha 1987'an de li Brukselê jiyana xwe ji dest da. Behîce di yana xwe de her dem  
li dijî şer têkoşîna aştiyê pêş xist. 
 
'Mîsyona Dayikên Aştiyê bi dawîkirina şerê li Tirkiyeyê ye'
 
Hikûmet û Îxtîdarê li dijî Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê Dayikên Şehîdan bi cih kirine  
û dayik anîne hemberî hev. Lê îro ger ku li Tirkiye ger qala şer tê kirin rol û rista  
Dayikên Aştiyê gelek zêde ye. Dayikên Aştiyê ji bo pirsgirêka kurd bi riya aştî û  
demokrasiyê çareser bibe ji sala 1996'an heta niha têdikoşin. Dayikên Aştiyê di sala  
1999'an de çarikên xwe yên sipî li Enqerê avêtin ber meclîsê û deng vedan. Dayikên  
Aştiyê armanc kirin ku şerê li Tirkiyeyê xelas bikin. Ji bo aştiyê pêş bixin û şer bi  
dawî bikin di sala 1996'an de bûn sazî û di sala 1999'an de xwe bi rêxistin kirin û  
meşiyan Enqereyê. Nêzî 40 dayik ji Amedê çûn Enqereyê bi siloganên "Em dayik in,  
alîgirên aştiyê ne" aştî xwestin. Lê dîsa rastî tundiya polîsan hatin. 
Înîsiyatifa Dayikên Aşityê ji bo dawî li şer bê û dengê hemû dayikan li hemberî şer û  
xwînrijandinê bikin di 1'ê Îlona 2000'an de Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ava kirin.  
Dayikên ku di şer û pevçûnên 30 salan de zarok û xizmên xwe winda kirin di bin navê  
Înîsiyatifa Dayikan de kom bûn û bê westan û rawestan, li gel hemû astengiyên dijwar  
têkoşîna xwe berdewam dikin. Înîsiyatifa ku bi 15 dayikan hate avakirin, niha li gelek  
bajaran şax berdaye û tekoşina xwe mezin dikin. Dayikan piştî Înîsiyatifa ava kirin di  
2000'an de bi Serokê Partiya Demorat a Kurdistanê Mesut Barzanî û Serokê Yekîtiya  
Niştiman a Kurdistanê Celal Talabanî re hevditin pêk anîn. Dayikan ji bo daxwaza xwe ya  
aştiyê ji Barzanî û Talabanî re ragihîne sembola aştiyê laçikên sipî diyarî Talabanî û  
Barzanî kirin. Dayikan pişt re li dijî operasyonên leşkerî yên sînor û dervê sînor di  
sala 2004'an de tev li mertalên zindî bûn. Komek mertalên zindî avakirin û çûn Çiyayê  
Kato navbera Colemêr û Elkê. Dema dayik vegeriyan 3 dayik ji wan hatin binçavkirin û  
hatin girtin. 3 dayik piştî 3 mehan girtî man, serbest hatin berdan. Di 2004'an de çûn  
Enqereyê û bi navendên EMEP, ODP û DEHAP'ê re hevdîtin pê anîn. Dîsa bi Cîgirê Serokê  
Giştî yê AKP'ê Mir Mehmet Dengîr Firat re hevdîtin pê kanîn. Her wiha CHP'ê ev daxwaza  
dayikan red kir û hevdîtin pêk neanî. 
 
Serfermandar daxwaza dayikan bê bersîv hişt
 
70 endamên Înîsiyatifa Dayikên Aşityê ku ji Wan, Colemêrg, Sêrt, Êlih, Amed, Stenbol û  
Rihayê pêk dihatin di kanûna 2004'an de bi boneya rê li pêşiya şer û operasyonan bê  
girtin xwestin li Enqereyê bi Serokatiya Serfermandariye re hevdîtinê pêk bînin û  
randewû xwestin. Lê ev serlêdana dayikan bê bersîv ma. Dayikan qurenfil, laçikên sipî,  
dosya û CD'êyên ku daxwazên xwe lê nivîsandibûn xwestin teslîmî rayedaran bikin. Lê ji  
ber ku muhatap nedîtin li ser navê dayikan çend dayikan laçik, qurnefil û daxwazên xwe  
teslîmî rayedarên Serfermadariye kirin û vegeriyan. Di çanda kurdan de laçik sembola  
aştiyê ye û herî zêde şer aştiye dixxwazin. Ev çand û kevneşopî hêj didome. Di yerê  
navbera kurdan de dema dayik laçik davêje hemû şer radiweste. 
 
Dayikan piştî ev daxwaza wan a 2004'an hate redkirin di sala 2005'an de dîsa serî li  
Serfermandariyê dan. Lê daxwaza dayikan cara duyemîn hate redkirin. 
 
Li gelek bajaran komele avakirin
 
Dayikan di nava xebatên xwe de di sala 2006'an de bi sefaretxaneyên Amerika, Îran, Irak  
û Îngîlîstanê yên li Stenbolê re hevdîtin pêk anî û daxwazên xwe anîn ziman. Di sala  
2006'an de li Parka Koşuyolu ya Amedê çalakiya bi zincîr pêk anî. Di vê çalakiyê de 30  
endamên Dalyikên Aştiyê hatin binçavkirin. Dayikan heta 2009'an wekî Înîsiyatifa Dayikên  
Aştiyê çalakî û xebatên xwe meşandin. Dayikan di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li  
Stenbol, Amed, Sêrt, Wan, Colemêrg, Îzmîr û Êlihê li gelek bajaran komele ava kirin. 
Dayikan di sala 2010'an de ji bo bi Serokwezîr û rayedarên din re hevdîtin pêk bîne 3  
caran çûn Enqereyê. lê dayikan tu encam bi dest nexist. Dayikan 2 rojan li parka Abdî  
Îpekçî li kon nobet girtin û li heviya bersîvê rayedaran man. 
Dayikan piştî encam bi dest nexist beşdarî civîna Koma BDP'ê bûn û li bajarên xwe  
vegeriyan. Dayik di sala 2011'an de disa çûn Enqereyê û bi boneya operasonan şermezar  
bikin heta Sefaretxaneya Îranê meş pêk anîn. Dayikên aştiyê ji bo aytiyek mayinde pêk bê  
û rê li pêşiya operasyonan bigirin serî li gelek rê û rêbazan dan û hewl dan ku serî li  
gelek rayedaran bidin. Lê li her deverê derî li ser wan hatin girtin û daxwazên wan bê  
encam ma. Dayik li gel hemû astengiyan dîsa di daxwazên xwe yên aştî û demokrasiyê de  
israr dikin. Dayik ji bo rê lipêşiya operasyonan bigirin xwe kirin mertalên zindî û çûn  
Şirnex û Colemêrgê. 10 rojan çalakî pêk anîn. Li Kadikoya Stenbolê beşdarî mîtînga 1'ê  
Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bûn. 
 
Dayikên Aştiyê di sala 2009'an de Koma Aştiyê ya ji Mexmûrê hatin pêşwazî kir. Ji  
Hewldana Jinê ya Ji bo Aştiyê Nimet Tanrıkulu, diyar kir ku pêwiste ev mirov neyên  
girtin û azadiya wan dê aştiya navbera gelan bike. Nimet anî ziman ku bi nameyên  
Serokomar û Serokwîz hatine Tirkiyeyê û xwest wekî ku teslîm bûne neyên zanîn. Nîmet  
xwest ev kom jî wekî koma yekem a Aştiyê ku di sala 1999'an de hatin rastî cezayê 15- 
22,5 salan neyên û neyên girtin. 
Di sala  2009'an de jî Platforma Ji Bo Aştiyê Tu Jî Gotina Xwe Bêje li piştî ziyaretên  
li Enqere û Amedê hevdîtian sêyemîn jî li Colemêrgê pêk anîn. Platformê di 8 û 9'ê  
Tebaxa 2009'arn de li Colemêrgê Nobeta Aştiyê girtin. Endama Platformê Zeynep Ozdal, anî  
ziman ku bi salan e li Berçelanê şer heye û ji bo bibin dengê Aştiyê hatine sînorê  
Bercelanê. 
'Em dengê aştiyê ne'
 
Jinan tekoşîna aştiyê berhdewam kirin û di sala 2010'an de tekoşîna xwe berdewam kirin.  
Meclîsa Jinên Sosyalist (SKM) ji bo şer bi dawî bibe kartên aştiyê şandin ji Amedê re.  
Di 1'ê Îlona 2010'an de li Amedê bi jinên kurd re hatin cem hev. Jinên SKM'ê li Amedê  
gotin "Em ne dengê şer, em dengê aştiyê ne" Endama MYK'ê ya SKM'ê Bilge Tahaç, diyar kir  
ku ew dê li dijî şerxwazan derî bi derî bigerin û dengê wan ê aştiyê bişînin Amedê. Di  
kartên aştiyê ku şandin ji Amedê re wiha hat gotin: "Bi heviya ku dayik negirin, zarok  
neyên kuştin, ziman û çand azad bijî…" 
 
Jin di 2011'an de ji bo bilindkirina dengê aştiyê têkoşiyan
 
Dayikên Aştiyê di sala 2011'an de piştî li Colemêrgê operasyon zêde bûn û leşker û PKK'iyan jiyana xwe ji dest dan dest bi xebata "Em dê çawa dengê şatiyê bilind bikin" kirin. Endama Mala Jinê ya Kardelenê 
Mukaddes Alataş, got: "gelê ji bo aştiyê kijan çav girtî maye ku aştî nayê? Ger ku peyv û çavek mabe em hemû bi hevre li wê gotin û çavî bigerin da ku aştî bê" Mukades, anî ziman ku herî zêde jin êşê dikişîninû divê herî zêde jin aştiyê bixwazin. 
 
.
Kongreya Jinên Azad (KJA) jî ji bo ku aştiyek mayinde pêk bê banga aştiyê berdewam dike. 
KJA, anî ziman ku ji ber herî zêde jin aştiyê dixwazin di vê serdemê de êrîşî bedena jinê dikin.  KJA'ê destnîşan kir ku wêneyê havîtiya şer di 10'ê Tebaxê de li Gimgima Mûşê li ser bedena Kevser Elturk (Ekin  Wan) xwe nîşan da. KJA'ê xwest gel li dijî van êrîşên ku şer sor dike li rêveberiyên cewherî xwedî derkevin û polîtîkaya şerê taybet û konsepta li ser bedena jinê dide meşandin pûç bikin. 
 
 
Jin dê dîsa ji bo wekî sala 1999'an xwe bi rêxistin bikin û bimeşin Enqereyê û di 1'ê Îlonê de hemû jin li ber Meclisa Tirkiyeyê kom bibin ketin nava hewldanan. Jin dê careke din bêjin "Em dayik in, alîgirê aştiyê ne" dê gotinên xwe yên ji bo aştiyê têxin meriyetê.Dayik dê disa daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman. Dê dîsa bixwazin şer raweste û her kes ji bo aştiya pêkan têkevin nava hewldanan. 
 
(mae)