Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Em binhişiyê têxin tevgerê: Salên 90’an (3)

Dosya Haber
Tebax 22 / 2015


 
Salên 90'î  û çîrokên jinên berxwedêr
 
JINHA
 
STENBOL -  Gelê Kurd êşên salên 90'î di  her qadê de û di qada sîyasetê de jî jiyan kir. Yek jina ku di nava wê sîyaseta  dijwar de cîh girt jî Leyla  Zana bû. Tevgera siyaseta Kurd  di salên 1991'an a bi qrîza sondxwarinê kete nava sîyaseta Tirk cara yekem jinek Kurd anî meclîsê. Leyla Zana jî yek kesa ku di sala 1994'an de di bin siwana Partiya Demokratên Sosyal a Gelan ve kete meclisê ye. Ew û hevalên wê  di  sala  1994'an de  piştî  xistina  parlamenteriya wan,  ji meclîsê  bi zora polîsan hatin derxistin  û hatin girtin.   
Di sala 1994'an de endamên Partiya  Demokrasiyê (DEP) Leyla  Zana, Hatîp Dicle, Mahmut Alinak û Selîm Sadak ji lîsteya Partiya Demokratên Sosyal a Gelan (SHP) bûn namzet  û ketin parlamentoyê. Piştî hilbijartinan di sala 2'yê Adar a 1994'an de di merasîma  sondxwarinê de Leyla Zana  sonda xwe bi Kurmancî kir û ev bû sedema protesto û lêpirsînê. Ketina wan a meclîsê jî derxistina wan jî bû sedema aloziyê. Leyla di qrîza sondxwarinê de bi rengên kesk û sor û zer derket ser kûrsiyê û  bû sembol.  Di dîroka Tirkiyê de ew roja ku wek 'Qrîza sondxwarinê' cîh girt  ew 45 saniye ya piştî sondxwarinê bû.   
 
'Çîroka 45 saniye'
 
Leyla Zana dema derket ser kursiyê  parlamento bi dengê wekilan ya digotin ' wî alî deyne' ( Li serê Leyla Zana û di histûyê de şalên kesk û sor û zer hebû) hejiya. Her wiha hemû wekîl dema Leyla dest bi sondê kir jî  li maseyan dixistin û her ku diçû deng bilind dibû. Leyla  di bin van protestoyan û mudaxaleya serokwekîlê meclîsê sonda xwe xwend.    
 
'Ez vê sondê li ser navê gelê Kurd û Tirk dixwîm'
 
"Ez vê sondê li ser navê gelê Kurd û Tirk dixwîm.'' Leyla sonda xwe ya meclîsê bi vê gotinê bi dawî kir û aloziya herî mezin jî piştî vê gotina dîrokî derket û heta niha jî ev hişmendî  xwe  berdewam  dike.  
 
Rojnameger Derya Sazak di sala 1991'an de di şeva merasîma  sondxwarinê de wek  rojnameger cîh digirt û piştre jî vê pêvajoyê şopand. Derya anî ziman ku di dîroka Leyla de jiyandinên  sala 1991'an  û ketina  girtîgehê ya 1994'an cihek girîng digre  û got:  '' Buyera  derxistina  parlamenteran ya ji meclîsê, ji qrîza sondxwarinê qat bi qat zêde bû. Ew şev di dîroka parlamentoyê de û di dîroka sîyasî ya Tirkan de ruxandinek mezin bû. Lewre parlamento û partiyên sîyasî li wan xwedî derneketin û li benda derxistina wan bûn. Piştre jî pêvajoya girtîgehê 10 salan berdewam kir.''  Derya diyar kir ku ev 10 sal ji bo sîyaseta Kurdan bedelek pir mezin bû.    
 
' Leyla ji bo aşitiyê pir xebitî'
 
Derya Sazak da zanîn ku mîsyona Leyla Zana, Ahmet Tûrk  û Orhan Dogan ku wê demê hilgirtibûn pir  girîng bû û axaftina xwe wiha domand:  '' Ez dizanim ku wê gave ji  bo tevgera Kurd ya cardin dest bi rêbaza leşkerî kiribûn  bikşînin zemîna sîyasî  pir ked dan. Di salên 2005 û 2006'an de ji bo agirbest pêk were û pêvajoya çareseriya  Kurd cardin têkeve rojevê Leyla Zana û Orhan Dogan pir bi bandor bûn. Cesaret dan her du aliyan jî. Leyla Zana di vî warî de mîsyona xwe ya aşitîxwaz her tim domand. Min Leyla Zana wek jinek şervanê aşitiyê û bi hêz nas kir. Qet tavîz neda û ji rêya xwe venegeriya. Ji bo wê jî 25 sal pir dijwar derbas  bû lê bi taybetî jî di 10 salên dawî de seknek akîlane da nîşandan.''  
 
'Bisekine  keçê!'
 
Nivîskar  û lêkolîner Handan Çaglayan da xuyakirin ku girîngiya wê roja sondxwarinê  tenê gotinên  Leyla  ya  polîtiqaya Tirkiyê ya inkarê  bêwate hîşt nine, hebûna Leyla bi xwe ya di meclîsê de serîrakirina hiyerarşiya  mêrane û hemû ezberan xira dikir. Handan diyar kir ku Leyla  di  meclîsê de him ji alî zayendiya  civakî de, him ji alî temen û çînî de cudahiyek  mezin  dida nîşandan. Handan axaftina xwe wiha domand:  ''Hebûna  Leyla  Zana ya di meclîsê  de wek jinek  ku ji avabûyinê heta niha temsîliyeta jinan a di meclîsê de ji sedî 4 derbas nekiriye,  bi tena sere xwe  nelirêtiyê derdixîne  hole. Her wiha ciwanbûna wê jî girîng e. Diroka Leyla ya  şexsî  jî ne wek  jinên din ya ji sedî çaran e. Leyla di vê meclîsa mêran de ku jinan li gor xwe hildibijartin û wek ' vîtrîn' bikardianîn cuda bû. Ji xwe  ne xwendina wê ya di astekî bilind de hebû ne jî xwedî  karîyer bû. Ji ber vê jî  roja sondxwarinê de ew çavên ku bi  awayek biçukdîtinê li wê dinêrt tehamûl nedikirin. Serokwekîlê meclîsê jî ji ber vê dema li hemberî Leyla bertek zêde bû ji paş wê qêriya û got ' Bisekine keçê!'       
 
'Ji  salên 90'î şunde  pir tişt hate guherandin'
 
Handan bal kişand ku Leyla wê roja di meclîsê  de pir bi tenê xuya dikir û got:  '' Lê ew ne bi tenê bû. Li pişt wê bi  hezaran jin hebû. Heta wê rojê jin jî nehatibû dîtin lê piştî Leyla êdî nikarîbûn  vîna  jinan  înkar bikin. Ketina  Leyla ya meclîsê di têkoşîna jinan  ya hemberî baviksalarî û tunehesibandina  çand,ziman û nasnameyê de  rolek girîng leyist.  Handan da xuya kirin ku Leyla di salên 90'î de di meclîsê de bi tenê  ber xwe dida  lê niha gelek jin vê  berxwedanê didomîne û wiha pê de çû:  ''Ji salên 90'î heta niha pir tişt guherî. Niha jinan pergala hevserokatiyê ava  kirine û di hemû qadan de cîh digrin.  Tenê ji alî  têkoşîn û berxwedana tê dayîn de guhertin çênebû.''   
 
'Di  salên 90'î de her roj agahiya mirinek dihat'
 
Parêzer Eren Keskîn a jiyana xwe daye  ser dozen îhlalkirina mafên mirovan û heta niha rastî êrîşên bi çek û gefxwarinê  hatiye  diyar kir ku di salên 90'î de her roj agahiya mirinek dihat ji wan re û wiha got:  '' Em diketin otopsiyên hevalên xwe. Tiştên me jiyan kir pir giran bû. Mînak buyerên Şirnexê ya di Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê de (DMME) Tirkiye mehkum bû, wê demê tenê di 2 rojnameyan de cîh girt. Em rojek  piştî  bombebarandinê   li Şirnexê bûn û hemû tiştên hatibû jiyandin me raporên wan  digirt  û heta ji destê  me dihat  me cîhanê re parve dikir. 
 
Eren da zanîn ku tenê ji bo gotina 'Kurdîstan' 6 meh cezaya  girtîgehê xwariye  û wiha berdewam kir:  ''İro serokwezîr jî gotina 'Kurdîstan' bi kar tine. Em  mafdar bûn ev jî niha bi van gotinan dîyare ku em bi vê serbilindin. Lewre me mirinê jî dabû ber çavên xwe. Dema  serokê gelê Kurd teslîmî Tirkiyê  hate kirin jî em 16 kes parêzerên wî yên ewil bûn."    
 
'Eren piştî  darvekirina Denizan  biryara  parêzvaniyê digre'
 
Eren bilêv kir ku piştî  darvekirina Denizan biryara  parêzvaniyê  girtiye û got:  ''Malbata me her  tim bi polîtîqayê re eleqadar bû û çepgir bûn lê ne çalak bûn. Ez di dibistanê de pir jîr bûm. Her tim min xwe li pêş digirt. Lê ez nediketim dersên ewlehiya netewî. Wê  gave ev ders li gor daxwaza xwendekaran dihat dayîn, ji ber vê jî min vê dersê hilnebijartibû.  Dema albay dihat diket dersê ez tenê ji ders derdiketim. Diyar bû ku wê demê jî aliyek  min ê antî-milîtarîst hebûye.  
 
'Min ji bo jinan negot ez rastî tecawîzê hatime'
 
Eren ser mijara dibinçavan de şideta zayendî lêkolîn dikir berî dest bi xebatên xwe bike bi van gotinan qala wan rojan dike: "Xala mina şikestî ji bo hinekan rastî îskenca zayendî hatinê gotinbû. Piştî ez mewzînbûm min dest bi lêgera dozên siyasî kir. Qala îskencê dikir lê nediket nava hurbîniyan. Em di nava xwe de diaxivîn lê kesê nedigot 'Ez rastî tacîz an tecawîzê hatime'. Di sala 1995'an de ji ber di nivîsekê de min têgiha Kurdistan bikaranîbû, ez rastî 2,5 sal ceza hatim û şeş mehan di girtîgehê de mam. Ez li Girtîgeha Bayrampaşayê li gel muwekîlên xwe dimam. Wêdemê min bi miwekîlên xwe re têkiliyek hînzêdetir hevseng çêkir, me dîwar êdî di aliyê romanî de hilweşandin û dest bi têgihiştinê kir. Wê pêvajoyê her jinên dihatin girtin rastî tacîzê dihatin. Ez hînbûm ku beşek ji wan jî rastî tecawîzê hatine. Her kesê vedigot. Hemûyan yek bi yek dixwestin bi min re bipeyîvin. Her kesê heman tişt digotin. Min şerimkir, ez tirsiyam û min xwe qirêj hîs dikir. Min li wê dest bi romandina 'çima ev suc bê ceza dimîne' kir.
 
'Ber bi çareseriyê ve'
 
Eren ji bo dawîlêhatina tiştên ji salên 90'an heya niha bi serê gelê kurd hatî û hatina aştiyê wiha dibêje: "Ez gelek giringiyê didim komisyona heqîqet û dadê. Belê divê aştiyek çêbibe lê bêyî ku demborî bê ji bîrkirin divê pêk bê. Li gorî min divê hema ev komisyon bên avakirin. Dê evane êşên mirovan derxînin holê. Dê her kes bi awayek azad tiştên jiyan kirine ji bo van komisyonan vebêjin. Divê leşkerek ê tirkan jî bê vegotin, gerilayek ê kurdan jî bê vegotin û yên dibin çavan de hatine windakirin jî bên vegotin. Wê pêvajoyê li gel mirovên xizmên xwe winda kirine gelek ziyanên madî jî hatine jiyîn. Gund hatin wêrankirin, mal hatin şewitandin, mirovên ku di berîka wan de pênc qurîş tineyî ber bi bajaran ve rastî koçberiya bi zorê hatin kirin. Beşa aborî jî gelek giringe. Gelek jin rastî tecawîzê hatine, lê nadin diyarkirin bi wê mexduriyê re dijîn. Veşartî mayîna wan bi mirovan re li hember aliyê dinê nefretê çêdike. Divê ev hemû bên vegotin." 
 
Weke Leyla û Eren gelek jinên di wan pêvajoyan de rastî îskencê hatine lê dest ji xebatên jinan û siyaseta kurdan bernedane hene hîna me xwe ne gihandiyê û hîna navê wan nayê zanîn. Em sozê didin van jinên tekoşîn kirine weke salên 90'an di tekoşîna azadiya jinê de berxwedaniyên mezin kirine û bûne mînakên şînber ên tekoşîna me. XELAX
 
(ch/zt)