Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Em binhişiyê têxin tevgerê: Salên 90’an (2) DOSYA

Dosya Haber
Tebax 21 / 2015


 
Ew bedena tazîkirî sembola rumetê ye, ji salên 90'an heya 2000'an  
 
JINHA
 
STENBOL - Tiştên salên 90'an li Kurdistanê hatine jiyandin çiqas tişt li ser bên nivîsîn û bên gotin jî aliyek kêm dimîne. Têgihiştina wan rojan di jiyankirina êşên van rojan re derbas dibe. Ji salên 90'an heya 2000'an hovîtiya ser Kurdan û li Kurdistanê dihat jiyankirin nehat guhertin. Valakirina gundan û şewitandina gundan, bombabaran, qîrkirin, tacîz, tecawûz, faîlên kiriyar nediyar... Me tazîtiya hemû hovîtiya hatî kirin ser bedena tazî hatî kirin dît. Niha ew bedena tazî sembola rumet û berxwdanê dê di hişên me de bê qazanckirin.
 
Bi navê ligel PKK'ê ne dewletê gelê Kurd qetilkirin, birînên kur hêlan, weke êdî nikare vegere berê travmayên giran hatin jiyan kirin. Salên 90'an şopên kur ên ku dibin hişan de hatine kolandin hê zindîbûna xwe diparêzin. Funda Danişman û Rojîn Canan Akin pirtûka bi navê "Qet Weke Hun Difikirin Nîne" a ji vegotina hefar û bêgunehan ku qala wan rojan dike amade kirine. Pêşgotina Pirtûka "Qet Weke Hun Difikirin Nîne" ji aliyê Yildirim Turker ve hatiye amade kirin. Di pêşgotinê de Yildirim diyar kiriye ku di salên 90'an de dewlet bi sepandinên xwe nifşê heyî qetilndike, zarokên nifşê li peyî tê jî birîndar dihêle û wiha got: "Dibe ku ji vegotinên wan ên me guhdar kirî em têbigihin Kurdan, raperîna wan êşên ser wê erdnîgariyê hatine kişan." Dema ku Yildirim Turker hejandinek wiha tîne ziman yên hatin qetilkirin, îskence kirin, tecawîz kirin, pîsî pê dane xwarin, yên elektirîk danê, yên jî endamên malbatê yên ku ji malê hatine girtin û carek din ji wan agahî nehatî girtin, hîna malbatên wan li pey şonpiyê wan ên dawiyê rondikên çavan dibarînin li Hezex, Bêzavan, Westan, Seyhan, Memiran, Liyan, Gerer yan jî li Pîran... 
 
'Jiyana malbatên ji hesreta xizmên xwe yên winda dijîn'
 
Pirtûka 'Weke Hun Dizanin Nîne' hemû qirkirin, bêhna xwînê, deruniya zarokan ên salên 90'an pêşkêşî xwendekarên xwe kiriye. Tiştên hatine jiyankirin bêsansur bi hurbinî daye. Funda û Rojîn navê qod li yên di pirtûkê de axivîne, zarokên wê demê û ciwanên niha kirine. Bi wî awayî him ên vedibêjin nayên rencîde kirin û hem jî jiyana wan a tayîbet nakeve bin metirsiyê. Li gel hovîtiya dewletê li gelek deveran bi tayîbetî jî li Êlihê bi îmzaya Hîzbulahan îskence, qetilkirin û tindiya civakî dayîna kirin balê dikişîne. Di salên 90'an de yên li Kurdistanê jiyan kirîn û ên dayîn jiyan kirin çî bê nivîsîn û bên vegotin her dem kêm dimîne. Di vegotinên Funda û Rojîn li gel ciwanan de zarokatiya xwe û salên despêka ciwaniya xwe wiha tînin ziman: "Dibistanên me têde dixwendin weke qişlayan bûn." Ciwan didin anîn ku gelek bûyerên trajî komîk yên wan jiyan kirine hene, mamostayên wan weke bê hiş li wan nêrîne, di jiyana xwe ya dibistanê de teklîfên ajaniyê ji bo wan dihatin kirin... Dayîk, bav, heval, xwişk û birayên wan li ber çavê wan lêdan dixwarin, malên wan dibin bombabaranê de diman. Ew di navendek a her dem li kolanan li ber serê wan hinek dihatin qetilkirin, di nava mayînan de dilîstin an jî jiyana xwe ya di nava qampên dibin rêveberiya NY yê de tînin ziman.
 
'Faîlên kiriyar nediya yên salên 90'an'
 
Berjewendkarên şer di salên 90'an de li Tirikiye û Kurdistanê şerek bê pîvan dan meşandin hîna tam hejmara faîlên kiriyar nediyar, gundên hatine şewitandin û wêrankirin ne diyare. Li gorî rapora ku Endamê Desteya Rêvberiya Wexfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Coşkun Usterci pêşkêşkirî di salên 1990-2011'an de bigiştî hejmara faîlên kiriyar nediyar hezar û 901 kin. Pêvajoyên herî zêde faîlên kiriyar nediyar lêhatîn jiyankirin salên 1992-1993-1994 anin. Di sala 1990'an de 11, di sala 1991'an de 31 failên kiryar nediyar hatin jiyan kirin. Di sala 1992'an de jî hijmar gelek zêde bû. Di sala 1992'an de 362, 1993'an de 467, 1994'an de 423 faîlên kiriyar nediyar hatin jiyandin. Di sala 1995'an û pêde 166 faîlên kiriyar nediyar hatin jiyan kirin û piştî wê hinek êdî kêmbûn. Di sala 1996'an de 113, 1997'an de 65, 1998'an de 45, 1999'an de 52 faîlên kiriyar nediyar hatin jiyan kirin. Di sala 2000'an de 13, 2001'an de 24, 2002'an de 8, 2003'an de 16, 2004'an de 8, 2005'an de 4, 2006'an de 21 faîlên kiriyar nediyar hatin jiyan kirin.
 
'Li hemberî van Tekoşîna diherike jî heye' 
 
Dewletê di salên 90'an de li Kurdistanê ne tenê di aliyê konsepta îmhayê û leşkerî de, her wiha di aliyê civakî, ekonomî û ekolojiyê de jî birînên kur vekir. Li hember van hemûyan jî berxwedanek topyekun pêşketiye. Di salên 90'an de pirsgirêka kurd ne tenê li Tirkiyê di çarçoveya navnetewî de jî hat dîtin. Di sala 1994'an de di rojnama Ozgur Gundemê de hatibû dayîn ku gundên Çorsên, Axkus û Vanik ên Bedlîsê ji aliyê tabûra Reşadiye ve hatibûn şewitandin. Beriya şewitandinê jî gundiyên li wan gundan bi darê zorê hatibûn koçber kirin û gelê Kurd tevahî bi zorî mexdur dikirin.
 
'Ji demboriyê heya niha jinan li hember hovîtiyê dengê xwe bilind kirine'
 
Li gel binhişiya me ji van bûyerên salên 1990'an dagirtiye li Gimgima Mûşê êrîşên ser cenazê gerilaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekin Wan) hatin jiyan kirin. Ev tê wateya ji salê 90'an heya niha berdewam kirin şerê ser bedena jinê ye. Di wan salan de jî ser cenazê jinên gerîla îskence dikirin, tazî dikirin, bi du panzeran di kêşan, bedenên parçakirî bi panzeran ve dikirin û di nava kolanan digerandin, ev ruyê şerê wiha bi bêwijdanî dikirin carekdin nîşan dan û dubare nîşandane. Di nava berxwedana giştî de ji demboriyê heya niha jinan li hember zordariya dewletê bêdeng nemane, îro jî li hember vê hovîtiyê bêdeng namînin. Hovîtiya ser bedena Ekin Wan hatî kirin ser bedena jinên kurd û hemû jinan hatiye kirin. Di salên 90'an de jinan li hember ên ji xeyalên jinan ditirsan li berxwedan, dê di sala 2015'an û paşê de jî li ber xwe bidin. Dê ji salên 90'an heya niha xeyalên jinan bibin Ekin û vê erdnîgariyê şîn bikin û berdewam bike...
 
Sibê: salên 90'an û çîroka du jinên li hember zilmê li ber xwe dane.
 
(zt/ ch)