Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Em binhişiyê têxin tevgerê: Salên 90’an (1)

Dosya Haber
Tebax 20 / 2015


 
Ji bo yên bi salên 90'an gel dide tirsandin re bersiv: Yên wê demê li ber xwe didan serketin 
 
JINHA
 
STENBOL - Li Tirkiyê dewletê di salên 1990'an de êrîşên ser PKK, gelê Kurd û tevahiya Kurdistanê bi awayek hovane berdewam dikir. Paşê pêvajoya çareseriyê destpêkir. Piştî salan bi despêkirina şer pêşî li pirsên weke cardin "Emê vegerin salên 1990'an" vekir. Li Tirkiyê salên 90'an herî zêde weke salên şer tên zanîn. Ji bo zanîna bûyerên di salên 90'an de çêbûyîn, her çendî sal derbasbûne jî hîna em nikarin hezm bikin. Dema ku ewqas bûyerên giran dihatin jiyandin, di heman demê de weke salên berxwedana gel tên zanîn. Ew bûyerên hatine jiyandin carek din di hişê xwe de nû kirin girîng e. Salên 1990'an hê zindî di hişê me de tê girtin.
  
Li Tirkiye û Kurdistanê salên 1990'an salên herî zêde êş û zilm hatî  kirine. Hîna bûyerên di salên 90'an de hatî jiyandin em nikarin hezm bikin, cardin pirsên weke dibe cardin salên 90'an bên jiyîn tîne hişê mirovan. Bi salan kurdan zilma hişê mirovan nagire jiyan kirin. Buyerên ji bo şikandina vîna mirovan tecawîz, îskenceyên herî giran û bi saxî binaxkirinê hatin jiyan kirin. Zarokên li ber çavên wan xizmên wan gulebaran kirin niha çî hîs dikin kî dizane! Li gel wan hemû êşan jî gelê kurd berxwedanek mezin nîşan da. Ji ber bandora tekoşîna gelê  Kurd a li hember perçiqandinê berxwedan jî hebû. Di wan salan de faîlên kiriyar nediyar, şer, mirin, îskence, windabûn, koçberî, girtîgeh, darezandin, valakirina gundan, ji cîh û warê xwe bi zorê derxistin, koçberiyên bi darê zorê, tindî... li hember wan hemûyan jî berxwedana gel hebû.
 
Gelo hemû evqas bû?  
 
Salên 90'an gelek xirba bû. Di salên 90'an de rojnamegerî gelek zor bû. Ji ber tiştên dihatin dîtin, bihîstin û şahidî jêre dihatin kirin kesê nedida. Her tişt berevajî dihatin dayîn, piştî salan nû her kes bi rastiya hatî jiyan kirin hesiyan. Rojnamegerên kurd ên ku tiştên dihatin jiyîn hemû bi rastiya wan  ve didan dihatin qetilkirin, belavkarên rojnameyan dihatin qetilkirin, cihê rojnamê dihat bombakirin, ev roj hemû derbasbûn. Dewletê hesabdikir ku kurd, ermenî û elewî hemû binax kirine, goristanên dîrokê çêkirine. Hewildidan hişmendiyek civakiya nû avabikin. Lê jin di çeperên berxwedanê de derketin pêşiya wan. Di salên 90'an de di malbatan de hevberdan zêdebû 'teoriya feminizmê' ket nava axa Tirkiyê. Di her navendên kar û jiyanê de jin bihişmendî dibûn û li hember mêtîngeriya heyî tekoşîna xwe fireh dikirin. Herî zêde jî di eniya çareserî û azadiya jinên kurd lêgerîna heyî bandor dikir.
 
'Di salên 90'an de girtîgeh ji jinan tejî bû'  
 
Di salên 1994-2004'an de berxwedan jinên girtîgehê wiha tîne ziman: "Di salên 90'an de girtîgeh ji jinan dagirtîbûn. Jin hîn zêdetir bi hêz û hişmendîbûn... Di wê pêvajoyê de jin dibin sîbera mêran de nebû, jin bi xwe dinava lêgerîna hêzbûyînê debû. Di aliyê rêxistinbûna jinê de weke derve di girtîgehê de jî lêgerîn hebûn. Di vê pêvajoya giran de jinan bi lêgerîn û tekoşîna xwe ya hindirîn re gihiştin rêxistina cewherî..."
 
'Di salên 90'an de di hindir û jiderve de weke salên ber bi azadiyê ve di hişê medene'
 
Sibel destnîşan kir ku salên 90'an ji bo wan salên nîşandana tekoşîna azadiya jinê bû û wiha domand: "Jin ji bin deshilatiya mêran derdiketin û bi xwe rêveberiya xwe dikirin. Di rêya rastiyê de bi xebatek hevpar diherikîn. Hîna jî em di vê rêya dirêj û kedkar denin. Ev gelek taste; dema ku jin dibe xwe bi xwe wê demê bedew dibe, hilberînkar û azad dibe. Dê salên 90'an her dem di hindir û derve de weke salên azadiyê di hişê me de bimîne. Dê her dem weke demek tayîbet bimîne. Bi gelek tiştên xwe yên nû bi kelecan berdewam kir heya roja me ya îro."
 
'Ava bişid li bedena jinan a tazî dikirin...' 
 
Di nava tarîtiya salên 90'an de cînayetên faîlên kiriyar nediyar, dibinçavan de windahî her diçu zêde dibû, bi îdiaya alîkariya "teroristan" dikin gund vala dikirin, mirov, zarok, kal, ciwan, jin her kes ji cih û warên wan bi darê zorê derdixistin. Gundiyên bi darê zorê ji gundên wan derdixistin dişandin Anadoluyê, ew êdî li deverên qet zimanê wan nizanin neçarî jiyankirinê dihatin hêlan. Yek ji jinên bi hincetên alîkariya "teroristan" kiriye hatî girtin û rastî şideta cayendî hatî Kamile O ye. Kamileya tiştên bi serê wê hatî di pirtûka bi navê "Hemû Raste Ji ber Dewletê Şideta Zayendî" de vegotiye wiha axivî: "Sal 1992 bû. Li Nisêbînê yek ji heft PKK yiyên hatin girtin idia dike ku di mala Kamile O ya 50 salî de senex heye. Ser malê de digirin, li senexê digirin nabînin. Tîmên tayîbet Kamile û heft PKK yiyan digirin binçavan. Ev ciwanên ku di navçeyê de Kamile nasdikinin. Hemûyan tazî dikin. Kamile ser koşan digerîne û şideta zayendî ser wê dikin. Ava şid li bedena wê ya tazî dikin û tiliyên xwe dixin vajinaya wê de. Wê li erdê dirêj dikin û dar dixin hindirê organa wê ya zayendî. Gelek xwîn ji wê diçe û ji ser xwe diçe. Birin bijîşk û derzî lêxistin. Paşê cardin çun mala wê û li senexê geriyan. Li binê merdîwanan yek tîmên tayîbet wê tecawîz dike. Ji sala 1991'an heya wê demê cara sêyem bû ew dikeve binçavan û ew cara herî kembax bû. Piştî 33 rojan wê derdixin dadgehê. Paşê emelyat dibe, despêkê koçî Edenê û paşê ji wê jî koçî Stenbolê dike. Paşê daxwaza wê ya derketina Elmaniyayê hemen hat pejirandin."
 
'Li ser erdnîgariya êşan jiyan dike jinbûnê vedibêje'
 
Ji bo vê çîrokê ji serî heya dawiyê bixwîne dilek hişk tê xwestin! Piştî vê çîrokê dê kî wê jinê û parêzvanên mafê mirovan, "vegera salên 90'an" bitirse! Her roj gerila û leşker jiyana xwe ji dest didin, her roj şîn dikeve hindirê malan û her kes bi tirsa dê heman şîn têkeve mala wan dijîn. Li welat her roj xwîn dirije û şer heye. Lê ve şer weke suc e. Ji salên 90'an heya niha çî hat guhertin? Ji xwe di şeran de her dem jin bedelên giran didin. Ji 27'ê Gulana sala 1995'an heya niha Dayîkên Şemiyê li zarokên xwe yên winda digerin û tekoşîna xwe berdewam dikin. Dema ku Dayîkên Şemiyê qala serpêhatiya zarokên xwe û hevserê xwe yên ku ji malê girtine birine û carekdin venegeriyane dikin, di rastiyê de ser vê erdnîgariya bi êş halê jinane. Ji bo yên vedibêjin û yên ne bihîstine carekdinê (!) wihaye; jinan ji ser cîh û warên wan dikin, hejar dikin, zimanê dayîkê nikare bikarbîne û bêziman dimîne. Jinên di wan salan de hatine bajaran îskencê dibînin, rastî tecawîzê tên û bi êşên xwe li ser erdnîgariya xwe bi mayînan tên qetilkirin.
 
'Di salên 90'an de mînakên şênber ên tekoşîna jinan'
 
Di salên 90'î de tenê ev buyer çênebûn, pêkanînên erênî ya ji alî jinan de jî hate jiyandin. Şixula jinê heta dawiya salên 1990'an jî  di bin destura 'mêrê wê' de bû. Jin, têkoşîna xwe ya li hember qanûnên jinan bisinor dikin  jî her tim bi çalakiyên cuda wek belavkirina  firketanên mor domandin. Hin destkeftiyên jinan jî li hember buyerên wek guherandina biryara Wezareta Perwerdehiyê ya Netew ku ji bo zarokên dibistana seretayî kontrola bekaretê meşru kiribûn û qanûna 438 an ya tecawuza ji jinên karê seksê dikirin re cezaya daxistinê pêk anîbûn bi çalakiyên xwe dan rakirin.  Kontrola  bekaretê ji salên 80'ê heta 90'î di dibistan û kargehan de derdiket hemberî  jinan û jin bertekên xwe yên derbarê mijarê de nîşan didan. Di 1992'an meha Gulanê de du xwendekarên ku li Ula û Sîmavê  ji ber kontrola bekaretê xwe kuştin jinan li Enqerê li ber Wezareta Perwerdehiya Netew çalakî li dar xistin û bi pankartên ' Ji hişmendiya Namusa zarê re na!' protesto kirin.  Jinan der barê Midûran de serlêdana suc kirin. Çalakaiyên jinan a der barê vê mijarê demek dirêj berdewam kir. Li ser çalakiyên jinan hin qanûnên dijî jinan hate guherandin û zagona yurdan guherî,  kontrola bekaretê jî hate rakirin.    
 
 
Sibê:' wek tu zanî nine' bi gotinên zarokan salên 90'î 
 
(zt/ch)