Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Çêroka jinên ermeniyên bi zorê hatine misilmankirin (3)

Dosya Haber
Tebax 17 / 2015


 
Hawe, Zeynê, Fatma û çîroka Keya Fatma 
 
Zehra Dogan/JINHA
 
MÊRDÎN - Di beşa sêyemin a dosya me de Zeynê ya ku di nava qufleyên mirinê yên Dêre Zorê û paşê jî hatî kirîn de cîh digire. Emê jiyana jina ermeniya bi navê nû Fatma ku berî mirinê her tişt ji kurê xwe re gotî û keça wê Alis ku ji aliyê cîranan ve jiyana wê hatî gaspkirin bidin. Emê biçin rojên keyaya 7 gundan ermeniya Gurgumê Fatma ya di nava qufleyên mirinê yên Dêre Zorê de û çîroka keça Êgo Hawê ya êxsîrê ol û çîroka jiyana wê veşartî maye bidin.
   
Di sed saliya qirkirina ermeniyan de hîna şopên qirkirinê berdewam dikin. Çîroka jinên ermeniyên weke dîtoka devkî xwe dide jiyankirin. Di beşa sêyemin a dosya me de çîroka jinên di nava qufleyên mirinê yên Dêre Zorê de cîh girtîn Zeynê, Fatma û keça wê ya biçuk Alis cîh digirin. Fatma û Alis a ya li ser axa xwe êsîrketine di heman malbatê de bav ji kur dikire. Ermeniya Gumgumê Zeynê ya di nava qufleyên mirinê yên Dêre Zorê de ji jiyana xwe ya tinebûnê di nava jiyanek nû de cîh digire. Emê portreya Fatmaya li Tirkiyê tirkî nizane li Kurdistanê keyatiya 7 gundan dike, di heman demê de li Tirkiyê keyaya jin a yekeme û Hawa Êgo ya ku bi zorê perwerda ol didanê weke mijar bigirin dest. Ermeniya Gumgumê Fatma ya di nava qufleyên mirinê yên Dêre Zorê de cîh digire li ser erdnîgariya zimanê wan nizane tê firotin, ji bo jinan tekoşînek mezin dide. Hawê ya ku di nava heman qufleyan de cîh digirt tê firotin, ew neçarî xwendina quranê û kêşana tizbiyan dimîne. Hawê ya ku bi zorê li gel zilamek yê dîn Şêx Omer tê zewicandin neçar dimîne 3 lawikên tîne dinê jî weke alimên ol mezin bike. Çîrokên wan xweliya ji qirkirinên ermeniyan maye.
 
Xweliya qirkirinê
 
Fatma û keça xwe Alisa yên ku li ber çavê wan malbata wan tevlî nava qufleyên "serbirînê" hatîn kirin di mala ku bi salane têdenin ji aliyê hevalê hevserê xwe Mustafa ve tên kirîn. Hîna êşa Fatma û Alisa nebesbû her roj serde jî rastî şidetê dihatin. Keç û dayîk rojên havînê heya êvarî li ber tavê di nava zeviyan de dixebitîn, êvarî jî ji aliyê mêrê wan kiriyî ve rastî tecawîzê dihatin.
 
Li ser bedena jinan întiqam digirtin
 
Zarokên Mustafa yên ku kîna wan li hember Fatma mezin, di nava zeviyê de serê wê bi beran diperçiqînin û dixin nava şikêra beran de. Piştî hemû lêgerînên Mustafa zarokên wî sucê xwe îtiraf dikin. Bavê zarokan cardin întiqamê ji keça Fatma Alis a digire. Mustafa Alisa ya weke ganîmet dibînin ji Resul dikire û bi mehra olî li gel dizewice. Jiyana Alisa ya erjeng ji wê bûyerê û şun de despêdike.
 
Jiyana Zeynê ya kiriyî
 
Çîroka jiyana Zeynê ya ermeniya Gumgumê ku di nava qufleyên Dêre Zor de cîh digire weke ya hemû jinên ermenî bi êşe. Emînê Misto yê ji gundê Pîrana navçeya Şemrexa Mêrdînê Zeynê ji ticarê jinan Heciyê Mêrdînî dikire, ji ber Zeynê qet kurdî hîn nabe dibe mijara pêhenekan. Rojekê kurê wê bi lez dipeyîve, Zeynê ji kurê xwe re dibêje "otomatik" navê wê êdî weke "Zeynê ya otomatik" dimîne. Zeynê ya ku qet hînî zoriyan nebûyî ji ber kurê wê Ali tirkî nizane, ji wê firsatê digire, despêkê kurê xwe Ali hînî tirkî dike û paşê jî hemû jiyana xwe ji bo wî dibêje. Zeynê hemû zoriyên xwe yên meşa qufleyan a mirinê ku bi rojan bê av û xwarin dimeşiyan, piştî wê li ber çavê wê qetilkirina hemû malbata wê, tecawîza zarokên biçuk û heta tehmula kincên wan ên bi xwîn jî nekirinê şiştin û paşê li xwe kirinê hemûyê ji kurê xwe re dibêje û dawiyê çavên xwe li jiyanê digire.
 
Keyaya despêkê ya Tirkiyê Fatma
 
Di nava qufleyên mirinê yên ji Gumgumê dibin Dêre Zorê de Fatma heye, li Mêrdînê li gel xizmên wan bi gotinên weke "Yan Îslam yan mirin" kirin yek sira, Fatma di nava koma mirinê de cîh girt. Dema ku wan gulebaran dike Fatma jî nesîbê xwe ji guleyan digire, lê jiyana xwe jidest nade, paşê tiştên hatî serî nizane êdî şans dibe li jiyanê mayîna wê yan na. Fatma heya êvarî di nava miriyan de bê hiş dimîne. Bi şevê hinek mirovên xwînrêj dibîne, ditirse alîkariyê bixwaze. Dema ku wan kincên jinên qetilkiri yên bixwîn derdixistin ji bo ku Fatma nebîne û ji bo kesê nebêje berê xwe dizivirîne. 
 
Jina ku bi kincên bixwîn ve hatî firotin
 
Dema ku Fatma hemû cesareta xwe kom dike û ji nava miriyan direve rastî xwînxar û bikirê jinên ermenî Haciyê Mêrdînî tê. Haciyê Mêrdînî Fatma dibe dixe hindirê malekê di wê malê de jinên ermenî hene. Fatma di wê malê de 20 rojan dimîne, her roj bikir dihatin jinên ermeniyên kincên wan di nava xwînê de hişk bûyî dikirîn û dibirin. Dema ku Fatma dizane wan jinan difiroşe ji hinek cihan hinek pere deyîn dike û xwe digihîne Ebo yê di gundê Tezne  de herî zêde bikêrî tiştekê nayê re dizewice. Jiyanek wiha digihe Fatmaya jîr û jêhatî.
 
Tenê wê tirkî dizanî
 
Fatma xwe di gundek ê ermenî û kurdan de bi carekê re tinebûna ermeniyan û di nava zimanek nayê zanîn de dibîne. Di nava salên dirêj de Fatma hînî tirkî dibe, dema ku leşker derî, derî li namzetên keyayan digeriyan, Fatma dibe keyaya gund. Li Şemrexa Mêrdînê wê demê kerê tirkî nedizanî. Fatma ya ku bi tenê tirkî dizanî li derdorê keyatiya 7 gundan dike. Li gel hemû tindiyên ser wê dihatin kirin jî Fatma ji derveyî navê xwe ti tiştên dinê yên dînî ne pejiran û her dem ji bo kurdan digot: "Em bûn taştê, hun firavînin." Fatma di tevahî jiyana xwe de serî li ber kesê netewand.
 
Hawê ya ku hema bi carekê re xwe di nava misilmaniyê de dîtî...
 
Çîroka Hawê jî li ser erdnîgariya xwe biyanîbûne. Beriya qirkirinê Şêx Omer soz dide bavê Hawê û dibêje: "Ezê li wê xwedî derkeve." Hawê ya ku berê bavê wê, dayîka wê, û hemû xizmên wê li ber çavên wê qetildike û paşê jî Şêx Omer weke jina sêyan tîne. Keça Êgo ya biçuk Hawê bi carekê re neçarî îbadetên dînî hat kirin. Hawê ya ku di temenê biçuk de hatî zewicandin, neçarî rojîgirtin û nimêjkirinê hatî kirin di 15 saliyê de dema zaroka xwe ya yekem xist milê xwe neçar ma wan îbadetan bi wî je bide hînkirin. Hawê paşê dînê îslamê hînî her 3 kurên xwe dike. Hawê li Şemrexa erbenîbûn weke "xalek reş" dihat dîtin dima. Hawê neçar dimîne zarokên xwe weha mezindike her sê kurên wê ji ber quran dixwendin, bûn alimên dîn û di mizgeftan de wez dikirin. Hawê ya di tevahî jiyana xwe de tizbiyê selawatan ji destê wê neketî di 95 saliya xwe de jiyana xwe jidest da.
 
XELAS
 
(zt)