Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Şahidên Komkujiya Zergelê komkujî vegotin (2)

Dosya Haber
Tebax 08 / 2015


 
Carekê jî ji zarokan komkujiya Zergelé guhdar bikin 
 
Zehra Dowan/JINHA
 
QENDÎL - Balafirên şer ên TSK'ê li Gundê Zergelê yê herêma Qandîlê bombe li ser welatiyên sivîl barandin û komkujî pêk anîn. Zarokên bûn şahidên komkujiyê diyar kirin ku "Şerekî pir dijwar û bi tirs e." Zarokên bûn şahidên komkujiyê diyar kirin ku li ber çavên wan dayik û bavê wan perçe bûn û bi saetan perçeyên bedena bavê xwe hembêz kir. Zarokê bû şahid, anî ziman ku ev dîmen tu carî ji ber çavê wî naçin. Bombeyên balafirên şer ên Erdogan ji bîr nake. 
 
Balafirên şer ên TSK'ê hefteyek berê gundê Zergelê yê Qandîlê bombebaran kir û komkujî pêk anî. 8 welatî qetil kirin û bi dehan welatiyên sivîl birîndar kirin. Zarokên bûn şahidên vê komkujiyê diyar kirin ku şerekî pir dijwar û bi tirs bû. Her çend medya tirk diyar kir ku "Kampên PKK'ê' bûn hedef jî di bombebaranê de zarok jin kal û pîr hatin qetilkirin. Her çend di bombebaranê de mizgefta gund bû hedefa bombeyan jî dîsa di çavê çapemeniya tirk de wekî kamp hatibe bombekirin tê nişandan. Hat fêrbûn ku mizgefta çam û deriyê wê tev hatin rûxandin qada lîstikê ya zarokên gund in. Her çend hikûmeta AKP'ê bêje 'Çi karê sivîlan li wir heye jî" belge û berhem nîşan dide ji serdema asûriyan de welatiyên sivîl li wir bi cih û war bûne. 
 
Pîra wê li ber çavê wê hat qetilkirin
 
Em di nava kavil û warên xerabe de dimeşin. Di meşa nava kavilan de perçeyên alav, amûr û potên welatiyan ên perçe bûne dikevin pêşberî objektifa kameraya me. Disa pêlîstokên zarokan ên perçebûyî tên pêşberî me. Ev jî nîşan dide ku di her malê de zarok hene û gundekî zarokê wê zêde ne. 
Zaroka 6 salî Bavêl Muhammed ku eşyayên perçekirî ji mala wêrankirî ya diya xwe ya birîndar kom dike me pêşwazî dike. Pîra Bavêl Ayşe Ahmed Mustafa li ber çavê Bêval jiyana xwe ji dest da. Tişta herî zêde Bavêl xemgîn dike jî tableta ku nû bavê wê ji wêre stendibû û di bin kavilên xanî de maye ye. 
 
"Erdogan dayika Ayşe Ana qetil kir'
 
Zarokê dil mezin Bavêl balifa ku motifê Kurdistan li ser hatiye neqişkirin nîşanî me da û got "Binêrin ev balifa min e" Bavêl li ser balifa ku di nava kavilên xaniyê hilweşiyayî de sax maye rûnişt û got: "Yadê Ayşe tam li vir hat qetilkirin. Dema me ji Bavêl pirsa "Te dît? pirsî, got "Erê min dît.Balafiran lê da. Dayika min got Erdogan van teyareyan dişîne ser serê me." Bavêl bi lez çû secadeya pira xwe ya perçekirî anî û wiha got: "Pîra min Ayşe ji bo nimêjê rabîbû. Li ser vê secadeyê hat qetilkirin." 
 
Xemgîniya wî ya herî mezin şikestina pêlîstokan e
 
Bavêl herî zêde ji ber pêlîstokên wî şikestin xemgîn bû û bi heviya ku tableta xwe ya di nava kavilê xanî de bibîne di nava kavilên xanî de li tableta xwe geriya. Bavêl anî ziman ku ew razayî bûn dengê teqînê hat û dema hişyar bûn xaniyê wan bi ser wan de hilweşiya. Bavél da zanîn ku berê pir ji teyareyan hez dikir, lê niha pir ji teyareyan ditirse. Bavêl niha pir ditirse ku tenê bimîne û bit irs dijî. 
 
'Bavê min li ber çavê min can da' 
 
Şahid û çavdêriyên Zarokê 16 salî Mahruf Mecid jî nuçeyên çapemeniya tirk tevan derew derdixe û nîşan dide ku balafirên şer ên tirk gundê sivîlan bom be kiriye. Mahruf Mecîd anî ziman ku bavê wî Mecid Abdullah li ber çavê wî hat qetilkirin û wêneyê xwe ku bi bavê xwe re kişandiye nîşanî me da. Mahruf wêne nîşan da û got: "Ew bavê min e. Ne gerîla bû. Lê deng û hawara me naçe tu kesî. Wekî me mirin heq kiribe nêzî me dibin. Bavê min di êrîşa ewil de birîndar bû. Dema ez çûm wî ji bin kavilan xelas bikim di êrişa duyemîn de li ber çavê min can da. Min diya min û birayê xwe bi hevre li bavê min temaşe dikir. Balafir hat bombe kir. Min kir qerîn lê kesî nebihîst. Min got bavê lê ez nebihîstim. Bavê min di bombeya duyemin de perçe bû. Min bi saetan bedena bavê xwe ya perçekirî hembêz kir. Dê her dem ev dîmen di hişê min de bimîne û ez dê her dem wisa bibîr bînim." 
 
'Êdî dikana me jî tune'
 
Melîsa Îbrahîm a 5 salî jî ji komkujiyê xelas bûye. Zaroka 5 salî Melisa jî anî zman ku piştî bombebaranê dikana Zagros Rojhilat ku ya welatiyê Îrani bû hilweşiya û êdî tune.
 
(mae)