Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Şahidên qetlîama Zergelê axivîn (1)

Dosya Haber
Tebax 07 / 2015


 
Dewleta tirk dayika Ayşê li ser limêjê qetil kir
 
Zehra Dogan/JINHA
 
KANDÎL – Balfirên şer yên Hêzên Artêşa Tirk li gundê Zergelê ya Qendîlê qetlîama sivilan pêk anîbû. Di der barê vê qetlîamê de, jinên ku mirovê xwe winda kirine axivîn û diyar kirin ku di qetlîama Zergelê de zarok bê bav hiştin, dayika Ayşê jî li ser nimêjê qetil kirine. Jin di berdewamiya axaftina xwe bal kişandin ser qetlîamê û wiha gotin: “Ma qet zarokê gerîla yê 3 mehî çêdibin, ma gerîla zewicandîne? Bila kes ji me re nebêje serê we sax be. Dê tu caran serê me sax ne be.”
 
Balafirên şer yên tirk di 1’ê tebaxê de saet di 04. 15’an de destpêkirin heta saet 06.00 cihê sivil lê dijîn gundê Zergelê yê Qendîlê êrîşên hewayî pêk anîbûn.  Di van êrîşan de qetlîama sivîlan pêk hatibû. Di êrîşê de li gundê 37 mal lê hebûn 6 mal wêran bûn 8 sivîl jiyana xwe ji dest da yek jê jinek ducanî bû, 15 kes jî giran birîndar bûbû. Piştî êrîş pêk hat em ketin rê û ber bi çiyayê Qendîlê ve çûn. Qendîl herêmeke ji 400 kîlometre pêk tê li vê herêmê 60 gund hene, Qadên Parastina Medyayê tenê aliyek ji vi re. Wekî tê bîra mirovan di 2011’an de jî cardin di êrîşê hewayî de bebika bi navê Solîn û 4 jê zarok 7 sivîl hatibû qetilkirin. 
 
Berê rejîma baas niha jî Tirkiye
 
Piştî me rêya asê qedand em gihaştin gundê Zergelê gund serobina bûbû. Dema em gihaştin gund dengê giriyan bi ser serê me ket. Jinên ku li cihê bûyerê bûn der barê bûyerê ev agahî dan gotin ku berê êrîş li ser mala jina Ayşê Ahmed Mustafa pêk hat û gundî çûn alikariya wê di wê demê de bombeyek dî bi ser serê wan de ketiye û 7 welatiyên din jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
‘Xesiya min li ser limêjê de qetil kirin’
 
Buka dayika Ayşê, Sennur Mele Ahmed da zanîn ku di êrîşê dayika wê li ser limêjê de bûye û wiha got: “Xwedê bela Erdogan bide. Dewleta tirk xesiya min li ser limêjê de qetil kirin. Çawa ji xwe re dibêjin em mislimanin. Hewceye Erdogan bê darizandin. Dibêjin PKK li vire çi karê PKK’ê li vir heye ew li çiyê ne. Sedema ku gerîla li vir heye bombe barandine ma qê dê hemû Tirkiyeyê bombe bikin.” Sennur dest nîşan kir ku divê hemû dinya were vê wahşeta li vir bibîne û cilê dayika xwe nîşan da û ev tişt anîn ziman: “Ma gerîla van kincan li xwe dike. Erdogan bila were vana bibîne. Ger ku gerîla li gund bijîn çi karê wan li vir heye ew ê di hembeza dayika xwe de bûna. Çima dê werin  li vir.” 
 
Zergelê Helepçeya duyemîne
 
Jina bi navê  Bêxan Ehmed Hamdullah ya ku hevjînê xwe di qetlîamê de winda kiriye di destê wê zaroka wê ya 3 mehî û di nava mala xirabe de van hestên xwe ji me re tîne ziman: “Zaroka k udi qundaxê de bê bav hiştin. Ma zarokên gerîlayan hene, ma qê gerîla zewicandîne? 3 zarokên min hene yek jê 7 salî ye yek jê 5 ya din jî di hembêza min de 3 mehê ye. ew ê gunehê van zarokan têkeve stuyê Erdogan. Ev bûyera li gundê me çêbûye bûyera duyemîn ya Helepçeyê ye.” 
 
‘Hevjînê min Peşmergebû Barzanî ev ê çawa li me kir?’
 
Bêxan got ku hevjînê min pêşmerge bû ma Mesut Barzanî çawa destur da vê yekê? Bêxan di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Êdî ez ê çawa bijîm. Jiyana min xilas bû. Bavê zarokên min peşmerge bû, lê Barzanî destû da Tirkiyeyê ev êrîş pêk hat. Bila kesek j imin re nebêje serê te sax be, bila serê min tu caran sax ne be.” 
Li ber çavên min hat qetilkirin 
 
Hevjînê Ferîde Ezîz, Mecid Abdullah li ber çavên wê û zarokên wê hat qetilkirin. Ferîde daxuyand ku di destê sibêhê de bombe li ser serê me hat barandin û wiha axivî: “Dengê hewaran ji derve dihat hevjînê min jî ji nava ciya rabû çû cihê bûyerê. Xwest ku birîndaran ji binê malên xirabe derxe ez û zarokên xwe jî me li wan temaşe dikir. Hew me dît bombeyek din bi ser serê wan de ket. Li ber çavên min û zarokên min hevjînê min parçe parçe bû. Kes bila behsa edaletê j imin re neke ez jê bawer nakim.”
 
(aw)