Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Li hember pergala yek rengî pergala perwerdehiya demokratîk (2)

Dosya Haber
Îlon 14 / 2016


 

 
Mamosteyên şoreşê wê ji bo nifşên nû pêşengiyê bikin
 
Civîn Girbawî/JINHA
 
QAMİŞLO - Mamosteyên Rojava yên ku perwerdehiya rejîma Baasê ya yek rengî red dikin, amedekariyên xwe yên dema perwerdehiya nû bi dawî kirin. Mamosteyên jin pergala perwerdehiya demokratîk ya ku ji tevahî cîhanê re bûye modelek nû nirxandin û diyar kirin ku, armanca wan guhertina zihniyeta civakê ye.
 
Li rojavayê Kurdistanê bi pergala perwerdehiya demokratîk re gelek guhertinên nû bi xwere tîne. Têkîldarê mijarê  Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkariyê ya Kantona Cizîrê mamoste Semîra Hac Elî ji ajansa mera axivî û wiha got: "Bi armanca ku em zihniyeta civaka xwe biguherin û zarokên xwe bi vê zihniyetê perwerde bikin, em xebatên perwerdeyê dimeşînin. Ji bo em li şoreşê û şehîdên xwe xwedî derkevin, li ser bingeha avakirinê, pêşxistina civak û zarokan em di qada perwerdeyê de xebat dikin."
'Tevahî gel wê bi zimanê xwe perwerde bibîne'
 
Semîrayê da zanîn ku, wan ji bo sala nû ya xwendinê amedekariyek berfireh kirine û diyar kir ku, di tevahiya meha havînê de mamosteyên girêdayî KPCD'ê di peymangehan de li ser branş û çawaniya mamostehiyê perwerde dîtine. Semîrayê herwiha anî ziman ku, ew bi mamosteyan re di asta eyaletan de civînan pêk tînin û wiha got: "Ji bo danasîna sîstema perwerdeyê û herwiha çawa mamoste bi xwendekar re elaqedar bibe, civînên me çêbûn û dê ev civîn berdewam bikin." Semîrayê bi lêv kir ku, li Kantona Cizîrê ji refa yekem heya 6'an wê di binesaziya KPCD'ê de werin perwerde kirin û wiha axivî: "Herwiha heya vê refê dê zarokên kurd bi kurdî û xwendekarên ereb jî bi erebî perwerde bibînin.  Sûryan jî dê heya refa 3'yemîn bi Sûryanî bibînin. Ji ber komîteya amadekar a pirtûkên Sûryanî heya vê refê amadekarî kiriye. Pirtûkên rejîmê wê heya refa 6'mîn bên rakirin û li şûna wan yên ku komîteyê amede kiriye dê bên dayîn. Ji ber em dixwazin bi pergalek nû dest bi perwerdehiyê bikin."
 
'Naverokeke pir-ziman, pir-reng heye'
 
Mamoste Semîra naveroka bernameya fêrbûnê ya KPCD'ê jî wiha rave kir: "Em bi naverokeke pir-ziman, pir-çand û pir-reng dê bernameya fêrbûnê ya KPCD'ê bidin zarokên Rojava. Niha  hejmareke mezin mamosteyên me amade ne. Bêtirî 4 hezar mamosteyên kurd perwerde dîtin û dê di dibistanan de perwerde bidin. 3 hezar mamosteyên ereb jî hene. Wan bi berfirehî di peymangehan de perwerdeyên bernameya fêrbûnê dîtin. Semîrayê da xuyand ku,, li bajarên rizgarkirî wek Hol, Şedadê, Til Hemis, Til Berak jî amadekariya perwerdehiyê dikin.
  
 
'Xebata bi 6 mamosteyan destpêkir û her ku çû berfirehtir bû'
 
Endama Komîteya KPCD'ê Gulê Hesen qonaxa yekemîn ya destpêkirina perwerdeyên di binesaziya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk de jî anî ziman û got ku, li Qamişlo di destpêkê de tenê 6 mamoste bûn û di asta zimanê kurdî de sê ast perwerde dihate dayîn. Gulê got ku, piştî wê perwerdehî berfireh bûye û wiha pêde çû: "Di sala 2015'an Kongreya KPC'ê hate lidarxistin û biryar hate girtin ku li kêleka dibistanan, peymangehên ziman jî vebin. Ciwanên perwerde dîtin û asta wan paş bû, tevlî karê mamostehiyê bûn. Xebata ku bi şeş mamosteyan destpêkir di demek kin de bû 60 kesan. Paşê ev hejmar gihîşte sêsed mamosteyan û îro jî  hezar û 600 mamoste li bajarê Qamişlo perwerde didin. Di sala borî ya xwendinê de 17 hezar xwendekar perwerdeya zimanê dayikê dîtin."
 
'Mamoste bûn xwedî tecrûbeyek mezin'
 
Rêvebera Peymangeha Viyan Amara Îptîsam El Hesen jî hêviyên xwe yên sala nû wiha vegot: "Zehmetiyên me yên sala borî hebûn, çi ji aliyê mamosteyean ve, çi jî, ji aliyê branşan ve hin şaşitî çêdibûn. Lê belê hersal li gor sala din kêmtir dibin. Êdî baweriya gel bi perwerdeyên zimanê kurdî û bi pergala vir tê. Mamoste li ser pirtûkên nû perwerde dîtin. Ji bo ku kêmasiyên salên borî dubare nebin. Mamoste piştî 5 sal perwerdehî êdî bûn xwedî tecrûbeyek mezin. Mamosteyên perwerdehiya erebî û sûryanî didin jî li gor naveroka bernameya KPCD'ê ye. Naveroka hemû pirtûkan yek e, tenê ziman diguhere."
 
'Pîvana sereke exlaq e'
 
Mamosteya waneya civak û jiyanê ya ereb Emel Elî derbarê bernameya fêrbûnê ya KPCD'ê de wiha axivî: "Di bernameya fêrbûnê ya KPCD'ê de mijarên pir baş û nû hene. Bêguman yên kurdî fêr dibin ji ber pir têgeh nû ne, dê hin zehmetî were kişandin. Lê di her tişteke nû de zehmetî hene. Dê derbas bibe. Ger hewldan û hezkirin hebe dê pirsgirêk derbas bibin. Em li ser vê bingehê mamosteyan amede dikin. Mamosteyên herî xurt ên jêhatî û perwerdekirî di tevahiya beşan de li cem me hene. Li gel me nirx û exlaq pîvanê sereke ji bo mamosteyan e û ev li cem mamosteyên me li pêş e. Beriya teorî û zanebûnê ev pîvan girîng in. Mamosteyên bi xwendevanên xwe re rêbazên baş bikar bîne, wan pêş bixîne hêjaye ku mirov li pêşberî wan bejna xwe bitewîne."
 
QEDIYA.
 
(en/rc)