‘Fatma bê sedem tê girtin’

09:37

AMED- Fatma Gulçîçek ku di meha îlonê de bi KHK’ê ji peywirê hat durxistin û di jiyana xwe ya mamostetiyê de bi qasî ku ji bo xwendekarên xwe serkeftin bidest xist, di xebatên jinan de jî serkeftinên mezin nîşan da. Hevala wê Rojda Zaman diyar kir ku ji Fatmayê cesaretek mezin girtiye û Fatma niha bê sedem li girtîgehê tê girtin.

Di 9’ê îlonê de bi KHK’ya ku hat derxistin re bi hezaran mamosteyên Egîtîm Senê ji kar hatin durxistin û gelek kes jî hatin îxrackirin. Piştre bi serdegirtina malan re gelek mamoste hatin binçavkirin û girtin. Yek ji mamosteyên ku hat girtin jî Fatma Gulçîçeke… Fatma ku li girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê girtin, piştî mamostetiyê di şaredariya Sûrê de pewyir girtibû. Li Sûrê di dema dagirkirinê de çû alîkariya gelek jinan û di alî psîkolojîk de jî piştgirî da jinan. Dema Fatma ket girtîgehê zarokê wê yê 18 mehî Şerman ji dayika xwe cuda ket. Hevala wê Rojda Zamanê hevala xwe Fatma vegot û got wê gelek tişt ji hevala xwe hîn kiriye.

‘Gelek jîr bû’

Rojdayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Fatmayê ne tenê di jiyana mamostetiyê de di xebatên jinan de jî serkeftî bû. Beriya her tiştî zarokekî biçûk yê Fatmayê heye. Piştî Fatmayê antîdepresan bikar tîne. Her roj bi tîşortê dayika xwe radizê. Ev salek zêdeye ez Fatmayê nas dikim. Me bi hev re xebatên jinan meşand. Fatma ji aliyê xwendekarê xwe ve gelek dihat hezkirin. Li dibistanên ku mamostetî kiriye jî gelek xelat girtibû. Di xebatên qada jinê de jî gelek serkeftî bû. Me ji Fatmayê hîn kir ku em çawa nêzî pisgirêkên jinan bin. Fatma keseke ku perspektîfa wê gelek fireh bû. ez dikarim bêjim ku dikare mînak bê girtin. Têkiliya wê bi jinan re gelek baş bû. Niha bêyî sedem tê girtin.”