‘Ji durxistina peywirê ya jinan şîdetê zêde dike’

09:27

ÎZMÎR- Xebatkara SGK û sekretera Jinan a BES’ê Mahîle Ariç ku bi KHK’ê ji kar hat durxistin diyar kir ku bi vî awayî şîdeta aborî li jinan tê kirin û wiha got: “Armanca esas eve kum e ji jiyana kar dur bixin û doza şîdetê zêde bikin.”

Bi KHK’ya dawî hat aşkerakirin re xebatkara SGK’ê ya 22 salan û sekretera Jinan a BES’ê Maîle Ariç ji kar hat durxistin û diyar kir ku ev pêkanîn ji bo çewisandina aliyên muxalîf hatiye destpêkirin. Maîleyê wiha got: “Di encama pergala kapîtalîst de gelek memur deynê wan hene. Bi van dixwazin me terbiye bikin. Lê em mafdarin, emê berxwe bidin û qezenc bikin.”

‘Me serlêdana qanûnî kir’

Maîleyê di berdewamiyê de diyar kir ku rewşa xwe ya ji durxistina kar ji lîsteyan hîn kiriye û ev tişt anîn ziman: “Min ev rewş dipa lê dema min hîn kir bertekên min çêbûn ez hêrs bûm. Dema teblîg hat kirin li her qatê avahiyê peywirdarên ewlehiyê hatibûn bicihkirin. Ev rewş awayekî cuda yê şîdetê bû. mirovan terorîze dikin. Em ne kesên ku êrîşê mafê kedkaran bikine. Emê têkoşîna xwe bidomînin. Têkildarî rewşê de me serlêdana qanûnî jî kir.”

‘Hewl didin sendîkayan bê bandor bihêlin’

Maîleyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Emê bi hev re bimeşin. Bi hev re qezenc bikin. Bi van durxistinan dixwazin pêşî li têkoşîna sendîkal bigirin. Di qada cemawerî de bi salane qanûnên dane payîn hene. Bi saya KESK’ê nekarîbûn qanûnan bidin derbas kirin. niha dixwazin vê baskê bişikînin û qanûnên li dijî kedê bikin jiyanê. Kesên mirovan rêxistin dikin nahêlin. Hewl didin sendîkayan bê bandor bihêlin.”

‘Şîdeta aboriye’

Maîleyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji kar durxistin şîdetek cuda ya li dijî jinê ye û wiha got: “Ez ji hevjînê xwe cuda jineke ku zarokan xwedî dikime. Ev rewş şîdeta aborî pêk tîne. Armanca esas eve ku me ji jiyana kar dur bixin. Doza şîdetê şîdetê dike. Lê emê têkoşîna xwe bi hev re bimeşînin û wê jin qezenc bikin."