Li Kobanê gel dest bi berhevkirina zeytûnan kir

18:31

KOBANÊ- Bi hatina demsala zivistanê re gel li Kobanê dest bi berhevkirina zeytûnan kir.

Bi hatina demsala zivistanê re êdî gel dest bi amedekariya xwe ya zivistanê kir û zeytûnên payîzê berhev dikin. Welatiyên gundê Bobanê jî bi alîkariya şêniyên gundê Siftekê dest bi berhevkirina zeytûnan kirin. Têkildarê mijarê jinên ku zeytûnan berhev dikin nirxandin kir.
Eyşe Ehmed yek ji jinên gundê Bobanê diyar kir ku wan dest bi berhevkirina zeytûnê xwe kirine û wiha axivî: "Me niha dest bi berhevkirina zeytûnên xwe kiriye. Îsal daran pir zeytûn negirtiye. Ji ber ku salekê pir digire û salekê kêm digire. Em zeyta zeytûnan jî ji bo xwe hiltînin, dema ku zêdeyî me be em difroşin."

Mizgîn Hesen Şêx ji gundê Siftekê ye anî ziman ku ew sê roj in dest bi berhevkirina zeytûnan kirine û wiha pê de çû: "Em ji saet 7'ê sibehê heya 4'ê êvarê zeytûnên xwe berhev dikin. Em du saetan navberê distînin. Ez û hevalên xwe tên berhevkirinê. Erê sibehan zû dinya sar e, lê em bi kare xwe kêfxweş in."