Şukriye hezkirina xwe bi keda xwe tîne ziman

09:39

JINHA

HESEKÊ - Şukriye Ehmed bi afrînerî û keda xwe çanda hunera destan dide jîndin û bi cîran û jinên taxa xwe re parve dike.

Hunera destan ya ku ji dîrokê heya roja îro bi keda destê jinan tê berdewam kirin, afrînerî û çanda hevparkirinê bi xwe re dide jîndin. Li Taxa Hecera bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê Şukriye Ehmed (50) salî diyar kir ku ew 20 sale karê hunera destan pêk tîne û wiha got: "Mirov bi hunera xwe tê naskirin û bi hunerê em reng didin jiyana xwe."

'Cilên rîs çêdikim, ji bo zarok û cîranên xwe'

Şukriye anî ziman ku ew karê xwe ne ji bo firotinê ji bo parvekirinê çêdike û wiha axivî: "Ez ji hevalên xwe hînê karên hunera destan bûm. Piranî pêdiviyên zarokên xwe ez bi xwe li malê pêk tîninm. Cilên rîs çêdikim, ji bo zarok û cîranên xwe. Her wiha ez tentene, mekreme û wêneyên ji morîkan jî ji bo xemlandina malê çêdikim. Min pêlîstokek ji bo kurê lawê xwe çêkiriye. Ew ji berxikan pir hez dike. Wiha jî ez dixwazim herkesê kêfxweş bikim."

'Mirov bi hunera xwe tê nasîn'

Şukriye bi anî ziman ku ew hunerê bi xeyal û tecrûbeyên xwe pêş dixe û wiha domand: "Min dibistan ne xwendiye. Lê belê hewldana min ya hînbûna hunerê hebû.Min bi çêkirina goreyên rîs û tenteneyan dest bi vî karî kir. Ez diçim firoşgehê hevjîna xwe carnan li cihê wî jî dixebitim. Her wiha karê xwe jî didomînim. Ez keda destê xwe nafroşim, diyarî heval, dost û cîranên xwe dikim. Daxwaza min ya herî mezin zarokê min jî fêrî hunera destan bibin, ez hewl didim ku fêr bikim. Ji ber ku mirov fêrî her hunerekê bib