'Em ê desturê nedin zarok teslîmê tecawizkaran bê kirin’

10:08

JINHA

AMED -Sekretera Jinan a Komîsyona Jinan a ÎKK ya TMMOB a Amedê Armanc Eşîn bertek nîşanê pêşnûmeya AKP’ê ya pêşî li îstîsmara zarokan vedike da û got bi pêvajoya OHAL’ê re girtiya saziyên demokratîk, derxistina qanûna hevdemî, lêdana darbeya li qezencan hedef dike û wiha berdewam kir: “Bi hinceta OHAL’ê re tecawzikar tên berdan. Lê emê desturê nedin jin û zarok teslîmê tecawizkaran bê kirin.”

Li dijî pêşnûmeya AKP’ê ya îstîsmarê rewa dike û sûcdaran bê ceza dihêle ji aliyî bertek tên. têkildarî mijarê de Sekretera Jinan a Komîsyona Jinan a ÎKK ya TMMOB a Amedê Armanc Eşîn axivî û got ew wek jin wê desturê nedin jin û zarok teslîmê tecawizkaran bê kirin û ev tişt anîn ziman: “Ev pêşnûme qanûn wê travmayên civakî biafirîne. Ez qanûn di serî de wê bandorê li zarok û her wiha jina bike. tecawizê rewa bike û li zewaca temenê biçûk ferz dike. Yên ku dibêjin ‘wê daxwaza biçûkan bê girtin, wê biçûkan teslîmê kîjan wijdanê bike.”

‘AKP wê texrîbata psîkolojîk çawa beralî bike’

Armancê diyar kir ku zîhniyeta ku dibêje ‘ji carekê tiştek nabe’ tecawizê erê dike û ev nayê qebûl kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP wê texrîbata psîkolojîk ya vê qanûnê çawa beralî bike.AKP bi vê qanûnên hebûna jinê û îradeya wê tine hesibandiye. Emê desturê nedin berdana tecawizkaran ya bi hinceta OHAL’ê tên berdan. Em wek Komîsyona Jinan a Lijneya Koordînasyona Navendî ya Amedê a TMOBB’ê wê têkoşîna xwe û berxwedana xwe y ali dijî neheqiyê bidomînin.”