KESK’ê bernameya xwe ya 25’ê mijdarê aşkera kir

15:37

JINHA

AMED – Meclisa Jinan a KESK’ê ya Amedê bernameya xwe ya ji bo çalakiyên 25’ê mijdarê aşkera kir.

Meclisa Jinan ya KESK’a Amedê bi civîneke çapemeniyê bernameya çalakiyên xwe yên 25’ê mijdarê ji bo Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê re aşkera kir. Civîna ku li avahiya SES’yê ya Amedê hat lidarxistin; endamên MYK’a KESK’ê tevli bûn. Li ser navê jinan Berdevka Demê ya Jinan Sevgî Akkaş axivî û wiha got: “Qda cemaweriyê ji aliyê muhafazakaran ve ji nû ve tê dîzaynkirin, jin di bin navê xebata serbet û yanîvwext de ji qada xebatê tên vekişandin. Her wiha bi vê bahaneyê tê xwestin ku jin di nava çar dîwaran de bên hepiskirin.”

Bernameya KESK’a Amedê ya ji bo 25’ê Mijdarê ku dê bi dirûşma “Em ê ji mafên xwe, ji rêxitinbûna xwe û ji qadan venekişin” bê li darixistin wiha ye
Dê di 22’yê mijdarê de bi dirûşma “Li dijî qanûnan, şîdetê, muhafazakaran û hemû binpêkirinên mafan jin rêya azadiyê vedikin” tura bîskletan bê lidarxistin. Cihê destpêka vê çalakiyê şaxa Egtîm Senê ya hejmar 2 be û dê ji wê derê jin biçin komele û partiyên ku ji aliyê dewletê ve hatine girtin ziyaret bikin û piştgiriya xwe bînin ziman. Her wiha piştî serlêdanan dê ji bo jinên di girtîgehê de jî qertên hevkariyê bên şandin.

Di 24’ê Mijdarê de jî dê çalakiya Sînemayê bê lidarxistin.

Dê di 25’ê Mijdarê de jî bi hemû rêxistinên jinan re daxuyaniyên girseyî bên dan û dê jin di wê rojê de derkevin kolanan.