Hejmara cenazeyên hatine dîtin derket 6'an

13:43

JINHA

SÊRT - Cenazeyê karkerek din ya cînayeta ocaxê madenan yê navçeya Şîrvan hat dîtin. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihêşt 6'an û hîna cenazeyê 10 kesan di bin axê de ye.

Li navçeya Şîrvana Sêrtê ocaxê madenê ya girêdayî Holdînga Cinarê ye di 17'ê mijdarê de hezan pêk hatibû û di encamê de 16 karker di bin kevir û hezanê de man.Hejmara karkerên ku cenazeyên wan hatî derxistin gihêşt 6'an. Hîna cenazeyê deh karkeran di bin hezanê de maye. Di çerçoveya lê pirsîna komkujiya madenê de duh 5 kes hatibûn binçavkirin. Piştî lêpirsîna li fermandariya Jandarmayê bajêr kesên hatine binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin û duvre serbest hatin berdan. Ji 5 kesên hatine binçavkirin li dadgehê Mudirê şixulandina dezgehê Mehmet Oguz hat girtin.

Li aliyê din duh dema ku Wezîrê Enerjî Berat Albayrak hatibû cihê ku lê cînayetê karkeran pêk hatî, xizmên karkeran hatina Berat protesto kirin. Hat hînbûn xizmên karkeran hatine binçavkirin.