Baxçeya Nahîdeyê ya biçûk bûye çavkaniya debara wê

09:12

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TMEIR- Nahîde Debanê ya ku li bajarê Til Temirê dijî, li pişt mala xwe baxçeyek biçûk çandiye û pê debara malbatê dike.

Li bajêrê Til Temir ya Kantona Cizîrê çanda çandiniyê li pêşe û ev yek bi pêşengiya jinan pêk tê. Niha jî demê çandiniya payîzê ye. Nahîde Debanê ku li pişta mala xwe bexçeyek biçûk çandiye, sebzeyên payîzê çandiye û pê debara xwe û malbata xwe dike.

'Tiştek bêyî ked nabe'

Jina kedkar Nahîdeyê diyar kir ku, li rojavayê Kurdistanê derfeta karkirinê pir heye û wiha axivî: "Pir kes bi hinceta kar tune ye direvin. Lê em jî nîşan didin ku li vir kar heye. Av, ax û enerjiya me ya me ye. Em wiha debara xwe jî pir xweş dikin. Her roj baxçeyê xwe av didim, lê muqate dibim û jê hez dikim. Ez jî pir kêfxweşim ku malbata xwe xwedî dikim. Tiştek bêyî ked nabe. Min jî baxçeyek çandiyê, her ku tiştek ji me re pêwîst dibe, ez diçînim û wiha jî pê debara pêdiviyên xwe pêk tînim."

'Jin bi kar û rengê xwe hêvî dide jiyanê'

Nahîdeyê li bexçeyê xwe yê biçûk tirpik, maydanos, pelên silkan, roka, reşad û hwd. cûreyên hêşînahî çandiye. Nahîdeyê di dawiyê de jî got: "Jin bi kar û rengê xwe hêvî dide jiyanê û civakê."

(en/rc)