Nezelalbûna li kolana Kulturê jinên esnaf bêzar kir

09:04

Fîlîz Zeyrek/JINHA

EDENE-Agahiyên ku wê Kolana Kulturê ya li Seyhana Edeneyê ye tê hilweşandin rastî bertekên jinan tê. Esnafên jin yên kolana Kulturê diyar kirin ku ew bi mehane têkildarî mijarê de ji şaredariya Seyhanê daxuyaniyekê dipên û ev tişt anîn ziman: "Rêveberiyên herêmî qadên îstîhdama jinê fireh dikin, yên di destê wan de hilnaweşîne. Em kolan cihê bîhndana me ye. Em nadin hilweşandin."

Li Seyhan a Edenê şaredariyê Kolana Ahmet Kalfa Kulturê ji bo jin hilberînên keda destên xwe bifroşin hatibû tahsîskirin. Lê ev demek tê gotin ku wê tezgahên li kolanê bên rakirin. Şaredariya CHP'ê dibêje wê li kolanê tamîrat bêkirin û jinan jî bertek nîşan da û daxuyandin ku karê wan ji destê wan tên girtin.

'Bila zêdetir qada îstîhdamê vebikin'

Esnaf Nevîn Berkdaş ya du sale esnafiyê dike bi lêv kir ku rêveberiyên herêmî karê jinan ji dest nagire, jib o jinan qadên îstîhdamê vedike. Nevînê wiha berdewam kir: "Em bi qezenca xwe ya li vir debara xwe dikin. Ne hewceye jin ji vir derkevin. Dema em li vir bin jî dikarin çêbikin."

Nevînê anî ziman ku wê daxwazên xwe ragihînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me ev agahî ji vir û wir de hîn kir. Şaredariyê xwezî ji me re bigota. Ev feraset feraseta girtina jinê ya li malê ye. jin dixwazin bixebitin. Lê cih tine. Em li vir bîhna xwe digirin. Em desturê nadin."

Katîbe Akdogan ya 65 salî jî destnîşan kir ku ev 10 sale li ser vê tezganê hilberînên keda destê xwe difroşe û wiha got: "Ger dixwazin kolanê nû bikin bila cih nîşanê me bidin. Em desturê nadin. Em debara xwe bi vir dikin."

'Tevî me nekarin biryarê bigirin'

Dîlek Karapinarê jî bertekên xwe anîn ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez bi karê vir debara xwe dikim. J ime re gotin wê kolan bê tamîrkirin û niha me ji vir davêjin. Em ji bo çêkirinê tiştekî nabêjin. Ji xwe cihê jinan yên xebatê tine. Şaredarî tiştekî zelal nabêje. Ji ber vê em biryara wan qebûl nakin."

Nîrgul Seyîtoglu jî ev tişt anîn ser ziman: "Min salên xwe da ser vê tezgahê. Keda me di carekê de tine dikin. Ev der ji bo me veguherî qada jiyanê. Emê îmzeyan berhev bikin û bişînin şaredariyê."

(hu)